KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Wanê 74 endezyaren avahiyan çûn Mereşê
Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyan a Wanê komeke ku tê de 74 endezyarên avahiyê hene, şand Mereşê. -
Karasû: Berpirsê felaketa erdhejê siyaset e, ya ku têk çû dewlet e
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku di felaketa erdhejê de dewlet li Tirkiyeyê têk çûye û got ku hikûmeta AKP’ê bi rêbazên şer ên taybet hewil dide ku rastiyên têkildarê erdhejê veşêre. -
Şerkirina wek Rûkenê û Sarayê
Gerîla Nejwan, ji sîng, zik û milê xwe birîndar bû, lê dest ji têkoşînê berneda. Li girê Amediyê bi çalakiya fedayî di mejiyê dijmin de teqiya û navê xwe di dîroka Kurdistanê de neqişand. -
‘Berxwedana gerîla pilanên dagirkeran pûç kirin’
Gerîlayên HPG/YJA Starê bi şerê cîhanê yê 3’an re zêdetir pîlanên îmha û qirkirinê yên li ser Kurdan û taybet PKK’ê ketine rojevê û got: “Bi karanîna çekên nûklere dijmin dixwaze bigihêje encamê, berxwedana gerîla ya li Zapê hemû pîlanên wan pûç kir." -
Komploya 15’ê Sibatê li Ranyayê hat protestokirin
Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ranyayê bi meşeke hat protestokirin. -
HPG: Dagirkeran 38 caran êrîş kirin
Li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Dagirkeran 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma 9'emîn dewam dike
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), greva birçîbûnê bi koma 9'emîn dewam dike. -
Hevserokê HDP’ê yê Semsûrê: Em hewl didin bibin hêza çareseriyê
Hevserok Bekîr Gunduz diyar kir ku, ji ber destwerdana li kareseta erdhejê ya li bajarê Semsûrê dereng pêk hat, ziyanên canî zêde bûne û got, ji ber vê yekê ew bi înîsiyatîf radibin û hewl didin ji gelê xwe re bibin hêza çareseriyê. -
Xelkê Kerkûkê: Ocalan çareserî ye, divê azad bibe
Xelkê Kerkûkê ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku ramanên Ocalan gihîştine hemû cîhanê. -
Dede: ji sedî 80 ê Semsûrê hilweşiya ye
Parlamenterê HDP'ê Saît Dede ragihand, ku rewşa li Semsûrê gelekî metirsîdar û giran e û got, ji sedî 80 ê bajêr hilweşiya ye. -
Li Garê bûn nîşaneya serketinê
Gerîlayên ku di bin fermandariya Şoreş Beytuşşebap de kampa êsîran a li Siyanê parastin, mohra xwe li serdemekê xistin. Bilindahiya îradeya mirovên azad bi têkbirina dewleta Tirk raxistin pêş çavan. -
'Gelê me yê Kurd-Elewî divê cih û warê xwe neterikîne'
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd ê Elewî yê ku erdhejê bandor li wan kiriye, divê haya wan ji planên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hebe û bi vê têgihiştinê cih û warê xwe neterikîne. -
‘Li Semsûrê pêdivî bi konan heye‘
Mexdûrên erdhejê yên ji Semsûrê hewl didin di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe bidomînin û dixwazin pêwîstiyên wan ên bingehîn were pêşwazî kirin. -
Kesen: Cara ewil HDP’ê xwe gihand gel
Hevşeradarê HDP'yî Davût Kesen ê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, diyar kir ku ew hemû şaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatine kirin, li qadê xebitîne û got: “Şaredariyên me ji destên me nehatana stendin, dibû ku me gelek kes xelas bikirana." -
Li Êlihê dilxwazan deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirin
Navenda Koordînasyona Krîzê ku ji roja pêşîn a rabûna erdhejê ve ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve hatiye avakirin, bê sekin dixebite. -
Mûqadem: Ocalan ji ber baweriya bi fikrê xwe li ber xwe dide
Hisên Mûqadem bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ocalan ne di girtîgehek normal de ye. Her cûre êrîşên derûnî û êşkence lê tê kirin. Ocalan ji ber bi fikir û têkoşîna xwe bawer e, bi cesaret li ber xwe dide." -
Ozturk: Pere hemû li dijminatiya li Kurdan xerc kirin
Hevseroka KCD'ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî astengkirina xebatên alîkariyê da û got, "Van pere hemû li dijminatiya li Kurdan xerc kirin. Li xizmên derdora xwe li dizîtiyê xerc kirin. Îro nikarin dest lê werdin." -
Bûldan: Peywira me ye ku em vê desthilatdariyê têk bibin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku, desthilatdariya AKP-MHP'ê li şûna alîkariyê bide mexdûrên erdhejê alîkariyê asteng dike û got, "Niha peywira me ye ku em vê desthilatdariyê têk bibin.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanan komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin
Jin û ciwanên Apoyî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cûda komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûmanê dikin
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên gerîla yên di pozîsyona parastinê de ne carekê bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir. -
Ji Rêxistina HDP'ê ya Amedê kampanya 'Mala min mala te ye'
Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re dest bi kampanya 'Mala min mala te ye" kir û bang li şêniyên herêmê kir ku deriyê xwe li mexdûrên erdhejê vekin. -
'Alîkariya ku saziyên Tirk dest datînin ser, digihêje çeteyan'
Nûnera HDP'ê ya a li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyar kir ku alîkariya tê komkirin û radestî hikûmetên Tirk û Sûriyeyê têne kirin, nagihêje destê mexdûrên erdhejê û bang kir ku her kes alîkariya xwe bigîhîne wan ji bo bigihêje mexdûran. -
Dîmenên ji Semsûr a hilweşiyayî
Semsûr a ku zêdeyî 635 hezar kes lê diman, bi erdheja 6'ê Sibatê re hilweşiya. -
Beriya dewletê xwe gihandin Elbistanê
HDP, Partîzan, TÎP û karkerên madenê yên dilxwaz, ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Elbistanê dixebitin. -
Polîs û AFAD li Elbistanê bûn sedem ku bi sedan kes biqerisin û jiyana xwe ji dest bidin
Komên xebata xelaskirinê yên rojên pêşîn got ku îdiaya ‘li Elbistanê kes di bin kavilan de qerisîne û jiyana xwe ji dest dane’, rast e.