HPG: Çeperên berxwedanê 15 caran bi topên ji fosforê hatin bombekirin

HPG'ê ragihandin ku qadên berxwedanê yên gerîla 15 caran bi topên ji madeyên fosforê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeyên fosforê, sûcên şer dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşan li ser bingeha xweparastinê, bersiv dan. Qadên ku hêzên me lê ne, carekê bi balafirên şer, 43 caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin. Qadên berxwedanê yên gerîla 15 caran bi topên ji madeyên fosforê hatin bombekirin."

Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker agahiyên berfireh bi vî rengî ne:

"Li herêma Zapê;

25'ê Sibatê saet di 10:30 û 12:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin.

25'ê Sibatê saet di 19:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkerên li derdora çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê êrîş birin ser hêzên me û xwestin sîstema kamera ya mobesse bi cih bikin. Hêzên me neçar man ku li hemberî êrîşan xwe biparêzin û bi sûîqestê li dagirkeran dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

25'ê Sibatê, li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê bi tankan 15 caran bi topên topên ji madeyên fosforê hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Sibatê qada Xêrê ya Garê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 43 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."