Dewleta Tirk careke din bi bombeyên fosforê êrîş kir

HPG'ê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dehan carî bi bombeyên fosforê êrîş bir ser qadên berxwedanê yên gerîla û gerîla jî ji bo xweparastinê li du qadan neçar man ku bersivê bidin êrîşan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeya fosforê sûcên şer dike. Qadên ku hêzên me lê ne 84 caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin. Her wiha qadên berxwedanê 35 caran jî bi topên ji madeya fosforê hatin bombekirin."

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Zapê;

25'ê Sibatê, dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man ku bi çekên giran bersivê bidin êrîşan.

26'ê Sibatê saet di 12:40'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

26'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 35 caran bi topên ji madeya fosforê hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

26'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û derdora gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê 84 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."