Alîkariya dewletê ya bi mexdûrên erdhejê re derew e

Sozên alîkariyê yên ku dewleta Tirk da mexdûrên erdhejê, hemû bûn derew. Mexdûr ji bo alîkariyê serî li saziyên dewletê didin, lê belê destvala vedigerin.

Ji bo mexdûrên erdhejê, piştgiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civakî yên sivîl û dilxwazan dewam dike. Mexdûrên erdhejê bi alîkariya gelê Kurd û alîkariya ji derveyî welat tê, hewl didin birînên xwe bipêçin. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan sixêf li mexdûrên erdhejê kir, gef li wan xwar. Erdogan ê ku gef li mirovan xwar, ku dewlet û AKP rexne dikirin, careke din dest bi derewan kir.

Eşkere bû ku îdîaya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bi temamî derew e. Tevî ku 20 roj di ser erdhejê re derbas bûne, bi milyonan mirovên ji erdhejê zerar dîtine, bi tenê hatine hiştin.

Piştî erdhejê bi hezaran kesî xwe li Wan û Colemêrgê girtin. Mexdûrên erdhejê li van bajaran li gel xizmên xwe bi cih bûn. Gelek xêrxwazan malên xwe dan mexdûrên erdhejê. Malbateke mexdûrê erdhejê ku di roja pêncemîn a erdhejê de ji Meletiyê hat Wanê, li gel xizmên xwe bi cih bû. Piştî ragihandina alîkariyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo mexdûrên erdhejê, serî li saziyên dewletê yên li Wanê da, lê belê encamek bi dest nexist.

SOZÊN DEWLETÊ YÊN JI BO ALÎKARIYÊ BI TEMAMÎ DEREW IN

Mexdûrekî erdhejê ku nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî mijara alîkariyê got, "Xizmên min ên ji Wanê di roja pêncemîn a erdhejê de hatin, em anîn Wanê. Li Meletiyê 5 rojan dewletê ti alîkarî bi me re nekir. 5 rojan em tî û birçî li derve, li nava sermayê man. Piştre neçar man ku ji Meletiyê biçin. Ez tevî zarok, dayika hevsera min û bavê wê, li Wanê li gel xizmên xwe dimînin. Piştî ku hate ragihandin wê alîkarî bi mexdûrên erdhejê re bê kirin, ji bo wergirtina alîkariyê ez jî çûm Walîtiya Wanê. Rojekê berê min da gelek saziyan. Ti saziyê alîkarî nekir. Herî dawî berê min dan Weqfa Alîkariyê ya Civakî. Li wir jî min got ku mexdûrê erdhejê me, lê kes bi min re eleqedar nebû. Min ji wan re qala alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bêne dayin kir, lê belê kesên li wir dixebitîn gotin, 'Di vê mijarê de ti ferman ji me re nehatiye. Divê hûn ispat bikin ku mexdûrê erdhejê ne. Lewma divê tîmek bê û mala hûn lê dimînin bibîne. Lewma em vê gavê nikarin alîkariyê bi we re bikin'. Bi vî rengî ez şandin. 15 roj in li Wanê me, min ti alîkarî ji dewletê nedîtiye. Sozên alîkariyê yên dewletê hemû derew in. Me heta niha alîkarî ji dewletê nedît. Malbat û xizmên me xwedî li me derketin."