Cenazeyê Fermandar Pîr Çeko wê were veşartin

Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di êrîşa balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagiker de duh şehîd bûbû, wê were veşartin.

Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ji Nexwexaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û bi karwaneke ji dehan wesayîtî ber bi mala wî ve hate rêkirin.

Cenaze wê piştî rêûresmên olî yên civaka Êzidî ji malê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan ve werin rêkirin.

Li Şehîdgehê jî piştî merasîma leşkerî wê bê spartina axê.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh saetên şevê cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Agir Cefrî ku li gel Pîr Çeko şehîd bûbû, bi tevlîbûna bi sedan kesî li Goristana Şexşims, li ba birayê xwe Şehîd Hecî hatibû veşartin.