Fermandar Pîr Çeko bi soza tolhildanê hate veşartin

Xelkê Şengalê bi soza tolhildanê û azadiya Êzidxanê cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Pîr Çeko spart axê.

Fermandarê YBŞ’ê Seed Elî Bedel bi nasnav Pîr Çeko ku di encama êrîşeke hewayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Behrava yê ser bi bajarokê Xanesorê yê Şengalê, li gel fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet hate veşartin. Bi deh hezaran jin, ciwan, zarok, kalemêr ji bo fermandarê xwe veşêrin, tevlî merasîmê bûn.

Serê sibehê cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko bi karwaneke wesayîtan ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê birin mala şehîd a li gundê Belistên ê ser bi komalgeha Duhola ya Şengalê. Piştî rê û resmên olî, cenaze ji mala Şehîd Pîr Çeko ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate birêkirin. 

'PÎR ÇEKO DIBISTANA BERXWEDANÊ BÛ'

Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko li ber dengê Def û Şibêba ji aliyê bi deh hezaran kesî ve, tevî nûnerên partî û rêxistinên siyasî, berpirsên hêzên leşkerî û rêxistinên civakî ve, her wiha bi merasîmeke leşkerî hate oxirkirin. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî û got: "Îro civaka Êzidî 2 fermandarên xwe 2 pêşengên xwe wenda kirin. Fermandar Pîr Çeko dibistana berxwedanê bû, şagirtê hevrê Zerdeşt bû. Wî piştî fermanê li her qada şer cihê xwe girt, ji Şengalê heya Reqayê ji bo tolhildana keç û jinên Êzidî şer kir. Tevî ku di cenga giran de birîndar bû ji erk û berpisyariyên xwe gav paş ve neavêt.  Bi tecrûbe û cesaretê xwe gihande asta fermandariyê."

Tîrêj Şengalî da zanîn ku Fermandar Pîr Çeko zanibû ku gefa dijmin her li ser wî ye û wiha berdewam kir: "Lê ti carî bi gefa dijmin çavê xwe netirsand, kêliyek jî nesekinî. Rêya Pîr Çeko rêya serketin û azadiya Êzîdxanê ye."

'AGIR CEFRÎ JI BARÊ HETA GELIYÊ ŞÎLO TEVLÎ CENGÊN GIRAN BÛ'

Ji fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî li ser kesayet û têkoşîna Agir Cefrî jî wiha axivî: "Hevrêyê me, fermandarê me Agir Cefrî,  di destpêka fermanê de di korîdora mirovahiyê de cihê xwe girt.  Di şerê Barê, Deriyê Şîlo û gelek cengên giran de cih girt, pêşeng û fermandar bû. hevrê Agir Cefrî bi fedekariya xwe dihat naskirin."

Tîrêj Şengalî di dawiya axaftina xwe de soza tolhildana şehîdan da û got: "Xwedîderketina li şehîdan wê ne bi rondikên çavan be, pêwîst e em xwe bihêz bikin. Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê pêwîst e em xwedî helwesteke zelal bin. Pêwîst e cihê sîxur û xwefiroşan di nav civaka Êzidî de nebe. Pêwîst e dewleta Iraqê jî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwesteke zelal be." 

'DIJMIN WÊ NIKARIBE ÊZIDXANÊ BELAV BIKE'

Hevserokê Desteya Rêvebir Heso Brahîm jî di merasîmê de li ser têkoşîn û rastiya şehîdan wiha axivî: ‘’Me 2 qehremanên civaka Êzidî ji dest dan. Lê me li ser rêyeke pîroz, li ser bîr û baweriya Ezdatiyê van qehremanan şehîd dan. Wexta pêşengên wiha hebin em dikarin bêjin  em riya bîr û baweriya Tawîsê Melek dişopînin. Tola şehîdên me wê çi be? Tola şehîdên me xwe xurtkirin e, şopandina riya wan e. Dijmin dibêje emê pêşengan bikujin daku Êzidxan belav bibe lê em dibêjin, hunê nikaribin bi şehîdxistina fermandarekî bîr û baweriya Ezdatiyê tine bikin. Heya dilopa xwîna me ya dawî emê lim pey vê dozê bin."

Birayê Fermandar Pîr Çeko, Ekrem Elî Bedel jî li ser navê malbatê axivî û got: "Em weke malbata Pîr Çeko soz didin heya ku em sax bin em ê li pey rêya van şehîdan bin, em soz didin xwîna van şehîdan li erdê nemîne. Pîr Çeko ne tenê birayê min bû, birayê hemû Êzîdxanê bû. Birayê min li pey xîreta Ezdatiyê çû, birayê min şehîd e û heya em sax bin em ê li pey van şehîdan bin."

PÎR ÇEKO LI GEL ŞEHÎD DIJWAR Û ŞEHÎD SEÎD HATE VEŞARTIN

Piştî axaftinan û merasîma leşkerî cenazeyê Şehîd Pîr Çeko li ber tililiyên dayikan, li kêleka fermandar û pêşengên civaka Êzidî, Merwan Bedel û Seîd Hesen hate veşartin. 

Piştî merasîmê li ber mala şehîd a li gundê Belistên ê komalgeha Duhola, konê sersaxiyê hate vedan û li malbatê sersaxî tên qebûlkirin. Wê 3 rojan li ser hev ji bo Şehîd Pîr Çeko xêr were dayîn.