Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 27’an de didome

Çalakvanên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê, di roja 27’an de çalakiya xwe didomînin û bang li tevahî mirovahiyê hat kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 27’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 14’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’an Sadiq Tarhan axivî.

Sadiq Tarhan di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Ev tecrîda li ser Rêberê me, tecrîdek namerdane ye. Em xwedî dozek azad û em mafdar in. Banga me ji tevahî mirovahiyê re heye ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Tecrîd rêbazek li dijî mirovatiyê ye. Em ê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.