'Divê dewleta Iraqê Şengalê jinûve ava bike'

Skender anî ziman ku divê dewleta Iraqê, Şengalê jinûve ava bike û got: “Eger nikaribe Şengalê ava bike, bila penaberan vegerîne ser cih û warên wan, yan jî bila çarenûsa keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bibîne û wan li malbatên wan vegerîne."

Çalakvana sivîl Neqiya Skender a ji kêmneteweya Xiristiyan ku di komxebata Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye” amade bû ji ANF’ê re axivî.

Neqiya Skender bal kişand ser rewşa Iraqê ya heyî û diyar kir ku mafê kêmneteweyan di Iraqê de nîne. Skender wiha dewam kir: “Dewleta heyî mafê kêmneteweyan naparêze û pişt guh dike. Eger mafê me daban me, niha em ne di vê rewşê de bûn. Di serî de gelê Êzidî û hemû kêmneteweyên Iraqê tên paş guhkirin, ji ber ku hikûmeta heyî, hikûmeta partiyê ye. Iraq nikare serweriya xwe biparêze.”

Skender anî ziman ku eger dewlet bixwaze rast nêzîk bibe, bila Şengalê ava bike û got: “Eger nikaribe Şengalê ava bike, bila penaberan vegerîne ser cih û warên wan, yan jî bila çarenûsa keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bibîne û wan li malbatên wan vegerîne. Eger yek ji van jî pêk neyne bila dest ji Şengaliyan berde, ji ber ku ew ê bi xwe çarenûsa xwe bibînin û xwe bi rêve bibin.”

Skender di dawiya axaftina xwe diyar kir ku komxebata Neteweya Demokratîk dikare bibe çareseriya pirsgirêkên Iraqê.