HPG: Guh nedin nûçeyên derewîn ên medya şerê taybet a Tirk

HPG'ê diyar kir ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, beriya 2 mehan radestî dewleta Tirk bû. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran li ser hêzên me dewam dike.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

27'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

27'ê Sibatê li navçeya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 71 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

GUH NEDIN DEREWÊN MEDYA ŞERÊ TAYBET

Di medya şerê taybet a Tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdîakirin ku Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyeyê di encama operasyona MÎT'ê de hatiye revandin. Nûçeya qalkirî bi temamî derew e. Ramazan Guneş beriya 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne. Ramazan Guneş beriya 2 mehan li bajarê Duhokê ya Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta Tirk bû. Lê belê medya şerê taybet a Tirk Ramazan Guneş ê beriya 2 mehan teslîm bû weke endamekî tevgera me nîşan dide, bi senaryoyeke derewîn di vê pêvajoyê de pêşkêş dike û hewl dide weke serketina MÎT'ê nîşan bide. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk."