Ji malbatekê 35 kes di erdhejê de mirin

Li Semsûrê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji sedî 80'ê hilweşiya, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji hin malbatan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata Filikî 35 kes mirin.

Ji ferdên malbatê Şeyhmûs Filikî û ji xizmên wan Alî Dere qala felaketê kirin ku bi serê wan ve hat.

Şeyhmûs Filikî anî ziman ku di dema erdhejê de ew li Amedê bû, lê belê agahî ji wan re hate ku karê lêgerîn û rizgarkirinê, karê alîkariyê gelekî dereng dikevin. Filikî diyar kir ku li Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyan.

'ME CENAZEYÊN XWE VEŞARTIN'

Filikî ragihand ku li gorî gotinên xizmên wan, 3-4 rojan gel bi derfeta xwe kar kir û got, "Di halê hazir de nikarim li tiştekî bifikirim û ji bo ji niha û pê ve planeke me nîne. Êşa me, xemgîniya me, rewşa nediyar hemû tevlîhev bûne. Me nekarî sersaxiyê jî bi dilê xwe daynin. Tenê ji malbata me 35 kes mirin. Me cenazeyên xwe li pey hev ji binê enqazê derxistin û veşartin. Em zanin ku hîn mirovên me di binê enqazê de hene."

'ME BI DERFETÊN XWE ENQAZ RAKIRIN'

Alî Dere jî anî ziman ku di dema erdhejê de ew di xew de bû, ji nişka ve dîwar bi ser wan ve hatiye rûxandin û got, "Me hev hembêz kir û nekarîn derkevin derve. Elektrîk qut bûbû û baran dibariya. Me bi derfetên xwe mirov ji binê enqazê derxistin. Me karekî lêgerîn û rizgarkirinê nedît. Du rojan gel bi derfetên xwe hewl da mirovan ji binê enqazê derxîne. Me du cenazeyên xwe ji binê enqazê derxistin. Her wiha 6-7 kes jî bi birîndarî rizgar kirin. Li avahiya ku qalê dikim 30-40 kes mirin. Nîvê wan hatin derxistin, nîvê wan jî hînê di binê enqazê de ne. Me kepçe jî bi pereyê xwe kirê kir û bi rêya wê kar kir. Li gorî ku min bihîst li Semsûrê 32 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan."