Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin!

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku tirs êdî ji holê hatiye rakirin.

Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrîşê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Ediyeya Rihayê ji bo dewam dike.

Malbata Şenyaşar ku ji ber erdheja li Mereşê ji bo 15 rojan navber da çalakiyê, di 20'ê Sibatê de dewam kir.

Malbata Şenyaşar nobeda Edaletê di roja 706'an de li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. Dawiya hefteyê ji ber ku edliye girtî ye malbatê çalakiya nobedê li mala xwe dewam dike.

Li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar peyamek hate weşandin û hate gotin, "Piştî erdhejê mirov êdî her tiştî dide ber çavên xwe û diaxive. Tirs êdî ji holê hatiye rakirin. Ji sala 2018'an dema ku komkujî li me hate kirin û vir ve em bêdeng nebûn, em ê bêdeng nebin. Têkoşîna me, heta ku maf bi cih bê wê dewam bike."