Li Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya: 22 avahî hilweşiyan, kesek mir

Li Çermiktî ya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê 22 avahî hilweşiyan, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku bi dema herêmî saet di 12:04'an de bi 6.96 kîlometreyî li binê erdê erd hejiya ye.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî jî diyar kir ku mezinahiya erdhejê 5.5 pile bû. Bajarên li derdorê jî bi erdhejê hesiyan.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama erdhejê de 22 avahî hilweşiyan. Serokê AFAD'ê Yûnûs Sezer diyar kir ku di encama erdhejê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 69 kes jî birîndar bûn.