'Pêwistiya tevahiya cîhanê bi azadiya Ocalan heye'

Mûna Elhilalî diyar kir ku divê ew fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bikin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Berpirsyara Rêxistina Or a Çandî ya li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê û Endama Însiyatîfa Azadiya Ocalan Mûna Elhilalî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ANF re axivî.

Mûna Elhilalî bi bîr xist ku 24 sal di ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûn û got, "Kesekî mîna Abdullah Ocalan nabe ku di nava çar dîwaran de be. Divê em fikir û felsefeya wî, li tevahî cîhanê belav bikin. Divê hemû cîhan demildest ji bo azadiya Abdullah Ocalan, bikevin nava liv û tevgerê."

Elhilalî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê her kar kiriye û wiha got: "Ocalan ji derveyê destûr û pêwistiyên gelan karekî din nekiriye. Mafê her kesê ye ku bi fikir û felsefeya azad xwe zane bike û bi pêş bibe. Madem ku ev derfet ji hemû gelan re hatiye dayîn, niha jî ew erk dikeve ser milê van gelan ku bi erk û berpirsiyartiya xwe rabe. Rêber Ocalan niha ji aliyê fîzîkî ve dûrî malbat û hezkiriyên xwe ye, lê di aliyê fikir de nêzî her kesî ye. Me weke jin azadiya xwe di fikir û felsefeya Ocalan de nas kir. Em fêrkirin ku çawa jin karibe li ber xwe bide û xwe azad bike. Niha jî nifşê nû jî heman fikir ji xwe re esas girtiye û li ser wî fikir û felsefeyê xwe bi pêş ve dibin. Çawa ku niha cîhan di zor û zehmetiyan re derbas dibe û Rêber Ocalan jî di nava çar dîwaran de ye, niha pêwistiya cîhanê bi Rêber Ocalan heye."

Berpirsyara Rêxistina Or a Çandî li parêzgeha Zîqarê û Endama Însiyatîfa Azadiya Ocalan Mûna Elhilalî di dawiya axaftina xwe de, ev bang kir: "Ti xebera me ji Rêber Apo nîne. Em nizanin ku di çi şert û mercî de de ye. Em bang li civata navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin û Rêber Ocalan azad bikin. Em weke jin heta azadiya Rêber Ocalan, em ê li ser piyan bin."