10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn

Ji ber nûçeya têkildarê îstismarkirina keçikekê li Tetwanê, 10 meh ceza li Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul hat birîn.

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul, 13’ê Kanûna sala 2022’yan piştî nûçeya xwe ya têkildarê îstismarkirina zarokekê li Tetwanê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir, hat destgîrkirin, 14’ê Kanûna sala 2022’yan bi biryara Dadgêriya Silh û Ceza ya Tetwanê hat girtin û 22’yê Kanûna sala 2022’yan hat berdan. Rûniştina yekemîn a doza têkildarê Aygul a bi sûcbariya ‘’belavkirina agahiyên şaş bi eşkerehî’’ îro li Dadgeha Esliye ya Ceza ya 1’emîn a Tetwanê hat kirin.

Aygul, Yasayê Dezenformasyonê protesto kir û mafê xwe yê parastinê bi kar neanî. Dozgeriyê, xwest ku Aygul ji sûcê ‘’belavkirina agahiyên şaş bi eşkerehî’’ bi sal û sê mehan bê cezakirin. Dadgehê, bawerî pê anî ku Aygul sûcê ‘’belavkirina agahiyên şaş bi eşkerehî’’ kiriye û 10 meh ceza lê birî û Danxuyakirina Hikum nehişt ji paşê re.

BIRYAR ERÊ BIBE WÊ BIKEVE GIRTÎGEHÊ

Ger biryar bê erêkirin, wê Aygul 10 mehan di girtîgehê de bimîne.