HPG: Bi şehadetê mîrateya berxwedanê li pey xwe hiştin

HPG'ê nasnameya gerîlayên di sala 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên fedaî bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hiştin û ji bo gelê me û hevrêyan bûn hinceta tolhildanê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Sala 2017'an ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî hate kirin û derbên giran li dewleta Tirk a qirker hate xistin, li ser xeta fedaîtiyê ya şehîdên me yên leheng bû saleke girîng a berxwedanê ya dîroka me. Li hemberî êrîşên dijmin ku derfetên xwe hemû seferber kir û bi piştgiriya hêzên navneteweyî xwest gelê me û tevgera me tasfiye bike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabûn, li dijî van êrîşên qirkirinê li her çeperê li ber xwe dan û hêviyên tasfiyeyê yên mêtingeran têk birin. Hevrêyên me Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşît ku pêşengî ji vê berxwedana destanî re kirin, di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Van hevrêyên me yên fedaî, bi têkoşîna xwe rê nedan mêtingeran û bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hiştin, bûn hinceta tolhildanê ji bo gelê me û hevrêyên xwe.

Em soz didin ku armanca hevrêyên xwe Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşîd pêk bînin, tola wan hilînin. Bila serê malbatên hêja yên van şehîdan û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulan Dîren
Nav paşnav: Evîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Muzeyyen-Mehmet Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Sorxwîn Aram
Nav paşnav: Medîne Unvar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Asliye-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Adir Azad
Nav paşnav: Gulbahar Seçkîn
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Rabîa-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Egîd Gabar
Nav paşnav: Yasir Mehmûdî Nasirbadî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşan
Dayik-Bav: Zînet-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Alanları

Nasnav: Îsyan Brûsk
Nav paşnav: Azad Tûran
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Dilber-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Reşît Andok
Nav paşnav: Husamettîn Ergîn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Ayşe-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

GULAN DÎREN

Xaka Kurdistanê ya qedîm, bû dergûşa dîroka mirovahiyê û pêşengî ji afirandina gelek nirxan re kir. Xaka Kurdistanê ku çandiniya destpêkê lê hate kirin, têkiliyên destpêkê yên xurt ên civakî lê hate danîn di hişê civakan de weke 'bihuştê' bi cih bû. Xelkê me yê li xaka Kurdistanê timî bû hedefa mêtingeran û gelek êrîşên li derveyî mirovahiyê lê hate kirin. Xelkê me ku li gel êrîşan hemûyan serî netewand, li hemberî asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê, li nava refên PKK'ê gihîşt hev, berxwedana herî esîl û mezin a dîrokê kir. Têkoşîna me ya ku ji Kurdistanê destpê kir û pêl bi pêl belav bû, ji sînorên Kurdistanê derbas bû û veguherî hêviya paşeroja azad û wekhev a gelên bindest hemûyan.

Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ala berxwedanê ya PKK'ê bi serhildanan silav kir û xwedî lê derket. Hevrêya me Gulan ku li Qoserê ji dayik bû û lê mezin bû, bi kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê mezin bû. Li nava malbateke welatparêz ku tevlîbûn li nava refên têkoşînê bûbû, hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir û bala wê çû ser, ji nêz ve şopand. Hevrêya me, jiyana bi koledarî ti carî qebûl nekir ku sîstema mêtinger a kapîtalîst li jinan ferz dike û nasnameya jin a azad a ku Rêber Apo afirandiye weke nasnameya rasteqîn a jinê dît. Her ku felsefeya Rêber Apo bi kûrahî fêhm kir, hîn bêhtir xwest têbikoşe û tê gihişt ku heta jin azad nebe, civak azad nabe. Li hemberî êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker ku sala 2015'an da destpêkirin, weke jineke Kurd a ciwan a ji kevneşopiya berxwedanê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê dijminê mirovahiyê êrîşên qirkirinê birin ser xelkê me yê Êzidî, derbasî Şengalê bû, tevî hevrêyên xwe pêşî li qirkirinê girt û çeteyên DAÎŞ'ê têk bir. Tevî hevrêyên xwe wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî û xelkê me yê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Piştre jî li çiyayên Kurdistanê vegeriya ku bi dilsoziyeke mezin pê ve girêdayî bû û ji bo êrîşên li ser hebûna gelê me bi temamî têk bibe, careke din dît ku divê bi pêşengiya gerîla bi rengekî fedaî şer bike. Li ser vê bingehê kete nava kûrbûneke xurt. Hevrêya me beşdarî nava Hêzên Taybet bû, bi vî rengî meşa xwe ya şoreşgerî xurtir kir û di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak a pêşenga jiyanê û şer. Nêzîkatiyên paşverû û feodal ti carî qebûl nekir, li ser xeta jin a azad bêteredût meşiya û sekna jin a azad a ji felsefeya Rêber Apo, di kesayetiya xwe de şênber kir. Hevrêya me hunera xwe ya li qada leşkerî bi xebateke berfireh veguherand şarezatiyê û ji dil û bi xurtî tevlî bû. Hevrêya me Gulan li ser xeta Zîlan meşiya, bû mînakeke xurt a jin a Kurd a fedaî. Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêya xw Gulan bi serketinê tacîdar bikin.

SORXWÎN ARAM

Hevrêya me Sorxwîn li navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji dayik bû ku vê navçeyê bi serhildanên gel û tevlîbûnên girseyî yên li nava refên gerîla navê xwe li dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nivîsî. Li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên Kurdistanê û xizan a ku bi keda xwe debara xwe dikir, mezin bû. Hevrêya me partiya me PKK zû nas kir û berxwedan û şerê bi rûmet ê gelê me ji nêz ve şopand. Ji bo bibe milîtaneke berxwedana gelekî bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo ku ziman, nasname û hebûna xwe tune tê hesibandin, xwedî daxwazeke mezin bû. Di vê pêvajoyê de şahidî ji polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker re kir û rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Sorxwîn rola ku di nava civakê de li jinê dihate ferzkirin û nasnameya jin a kole ya ku sîstemê afirandibû, ti carî qebûl nekir û bala xwe çû ser nasnameya jin a azad a bi pêşengiya Rêber Apo. Hevrêya me bi felsefeya Rêber Apo têgihişt ku civakeke azad tenê bi pêşengiya jin a azad dikare bê afirandin. Lewma biryar da ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe.

Li hemberî êrîşên tunekirinê yên sala 2014'an ku ji Kobanê heta bi Şengalê li hemberî gelê me dihate kirin, hevrêya me Sorxwîn gelekî bi hêrs bû û dît ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê navenda rabûna li ber van êrîşan e, navenda berxwedana afirandina paşeroja azad a gelê me ye. Lewma bêteredût tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Sorxwîn li xaka Mêrdînê ya qedîm pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir, zû bû milîtanek û gerîlayeke şareza. Bi tecrûbeya xwe li eniyên herî dijwar ên şer ê têkoşîna me, derbasî qada Zagrosan bû û weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng zû hînî qadê bû, bi hevrêyên xwe re bû yek. Hevrêya me li çiyayên Zagrosê li dijî dagirkeran şer kir, şareza bû, li ser xeta PKK û PAJK'ê kûr bû, timî dixwend û ji xwe re dikir esas ku tevlîbûneke xurt pêk bîne. Li her qada ku lê ma, weke milîtaneke mînak a Tevgera Azadiya Jinê tevlî nava jiyanê bû, pêşengî kir, li hemberî her cûre paşverûtiyê têkoşiya û bi nasnameya jinê ya azad re bû yek. Ji bo hîn bi xurtî tevlî bibe beşdarî nava Hêzên Taybet bû, li qada leşkerî û îdeolojîk xwe bi pêş ve bir, ji bo bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê kedeke mezin da. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya bêteredût li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Hevrêya me Sorxwîn ku milîtaneke mînak a xeta jinê ya azad a Rêber Apo bû bi fedaîtî ji bo afirandina paşerojeke azad a gelê me bêrawestand xebitî. Em ê têkoşîna hevrêya xwe ya Sorxwîn teqez bi ser bixînin.

ADIR AZAD

Hevrêya me Adir li navçeya Solxan a Çewlikê ji dayik bû ku ev herêm di dîroka berxwedanê ya gelê me de xwedî cihekî girîng e, li dijî dagirkeran di her demê de serî netewand. Li nava malbateke hêja mezin bû ku dilsozê kevneşopiya xwe ye û tevlîbûn li nava şerê bi rûmetê yê gelê me kiriye. Lewma bi karakterekî xurt mezin bû. Li gel bandora paşverûtiyê ya civakê ti carî dest ji lêgerîna xwe ya azadiyê berneda, timî dixwend, lêkolîn dikir û hewl dida xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Adir piştî ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo nas kir, bi xurtî bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate girêdan. Asta xwe ya têgihiştinê bilind kir, felsefeya jiyana bi koletiyê ya ku civakê lê ferz dikir û jin tune dihesiband, rastiya sîstemê red kir û kete nava lêgerîna têkoşînê. Li hemberî taybetmendiya paşverû û faşîst a derdora civakî ya li nav bû, hevrêya me ti carî ji têkoşîna paşve gav neavêt, siyaseta înkar û asîmîlasyonê ya qirêj ku li ser gelê Kurd bi taybetî jî li ser ciwanên Kurd tê meşandin ji nêz ve dît. Demekê karên ciwanan kir, piştre jî ji bo mafên bingehîn û herî rewa yên gelê me li qada siyasî xebitî. Li gel zext û êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, karên xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Weke jineke ciwan a Kurd her tim xwe bi pêş ve bir û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir, bi erka pêşengiya civakê rabû. Di dema têkoşînê de rûyê rast ê dewleta faşîst dît û bi şênberî fêhm kir ku azadiya gelê me tenê bi têkoşîna gerîla ya dîrokî ya li çiyayên azad ên Kurdistanê dibe. Di sala 2016'an de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê giran bû û ji bo rastiya Kurd û Kurdistanê tune bike bi rengekî bêperwa êrîş dikir, wê demê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Adir li hemberî mejiyê baviksalar her tim li ber xwe da û hebûna bi nasnameya jin a azad ji xwe re kir esas. Li nava refên gerîla asta xwe ya hişmendiyê timî zêde kir, li ser xeta PKK û PAJK'ê bû milîtaneke mînak. Hevrêya me ku taybetmendiya wê ya pêşengiyê her li pêş bû, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêya me Adir ku şopdara xeta fedaiyan bû, tevlîbûna li ser xeta Zîlan ji xwe re kir esas, tevlî nava Hêzên Taybet bû û di vî karî de serketineke mezin bi dest xist. Hevrêya me li gel qada îdeolojîk, ji xwe re kir armanc ku li qada leşkerî jî şareza bike. Bû xwedî tevlîbûneke welê ku li her qadê xwe bi pêş ve bir û bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê. Hevrêya me Adir bi jiyanm, sekn û tevlîbûna xwe ya fedaî bû milîtaneke mînak a jin a azad a Kurd. Em soza xwe dubare dikin ku li ser rêya hevrêya xwe Adir bimeşin û têkoşîna xwe bi bi ser bixînin.

Gelê Kurd ê qedîm hezaran sal in li hemberî êrîşan hebûna xwe parastiye. Li hemberî hêzên emperyal û rêveberiyên ber destê wan, gelê me yê mêzlûm ji bo parastina hebûna xwe di demên herî dijwar ên dîrokê de li ber xwe daye. Di pêvajoyekê de ku hêvî hebû li ber tunebûnê bûn, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo di nava şert û mercên herî giran de hêvî ji nû ve afirand. Lewma partiya me PKK tevgereke welê ye ku gelek ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirandiye, hêviyên vemirî bi agirê jiyanê ji nû ve gur kir û gihand serketinê. Hêviya ku PKK'ê afirand li her bihosta xaka Kurdistanê belav bû. Gelê me jî bi serhildanan têkoşîna me silav kir.

EGÎD GABAR

Hevrêyê me Egîd jî li bajarê Kirmanşan ê Kurdistanê li nava malbateke dilsozê çanda Yarsanî ji dayik bû, ku ev herêma me bi wê sekna xwe tê naskirin ku têkoşîna me li nava gelê me yê berxwedêr belav bû û di herikîna dîrokê de her tim li dijî dagirkeran şer kir û serî li ber wan netewand. Hevrêyê me Egîd li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji ber polîtîkayên zordar ên sîstemê yên li ser civaka me xizan bû. Hevrêyê me li nava kevneşopiyeke welê mezin bû ku li gel zor û zehmetiyan jî tawîz ji nirxên Kurdistanî û daxwaza azadiyê neda. Hevrêyê me Egîd partiya me PKK û rastiya Rêbertî yekemcar di pêvajoya Komploya Navneteweyî de nas kir. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, ji xwe re kir armanca bingehîn ku li hemberî hêzên komploger têbikoşe û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike. Têgihişt ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Ji bo vê jî sala 2015'an ku mêtingeran êrîş giran kirin, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava refên gerîla bû, li ser bingeha parastina hebûna gelê me û misogerkirina azadiya gelê me beşdarî nava karên şoreşê bû.

Hevrêyê me Egîd bi nirxên xwezayî û herî pak ê gelê zû bi eta jiyanê ya têkoşîna me re bû yek, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Li her qadê xwedî li jiyanê derket, bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî û ji bo wezîfeyên partiyê bi ser bixîne kedeke mezin da, bi tevlîbûna xwe kelecaneke mezin da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêyê me Egîd da ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) û bû fermandar. Bi sekna xwe ya fedaî û tevlîbûna xwe, her tim hewl da hîn bêhtir tevkariyê bike. Hevrêyê me Egîd wezîfeyên xwe hemû bi serketineke mezin bi cih anî û di encama kûrbûnê de ji bo tevlîbûneke xurt bike beşdarî nava Hêzên Taybet bû, pratîka şoreşgerî bi serketî dewam kir. Hevrêyê me li gel qada îdeolojîk li qada leşkerî jî bû gerîlayekî şareza û fermandarekî pêşeng. Lewma bi keda xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Her kêliya jiyana xwe bêteredût da têkoşîna şoreşê. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya hevrêyê xwe yê fedaî dewam bikin û armancên wî pêk bînin.

ÎSYAN BRÛSK

Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de li dijî gelek êrîşên li ser hebûn û azadiya xwe, serî netewandiye û li çiyayên Kurdistanê yên qedîm berxwedanên efsanewî raber kiriye. Gelê me yê li hemberî dagirkerî û dagirkeran serî netewandiye, li Kurdistanê bi pêşengiya Egîdan xetek berxwedanê û lehengiyê ya mezin pêş xistiye. Gelê me ti carî ev xeta berxwedan û lehengiyê jibîr nekiriye ku ji nifşan heta nifşan bi loriyên dengbêjên Kurd hatiye ragihandin. Îradeya Kurdê azad ku dewleta Tirk a mêtinger difikirî ku bi betonê bi ser girtiye, bi PKK’ê re jinûve zindî bû û li ser xeta serkeftinê derket holê. Hevrêyê me Îsyan jî di nava malbatek welatparêz ku girêdayî vê kevneşopiya têkoşînê ya herêma Serhedê ye de bi loriyên berxwedanê mezin bûye. Hevrêyê me li gund di nava civakek ku bi awayek xurt girêdayî çanda Kurdî ne, girêdayî nirxên xwe mezin bûye û di temek biçûk de Partiya me nas kiriye. Hevrêyê me ji ber zehmetiyên madî çûye metropolên Tirkiyeyê û xebat meşandine û di aliyê madî de alîkariya malbata xwe kiriye. Hevrêyê me li hemberî siyaseta qirêj a dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze civaka Kurd, bi taybetî ciwanan bi polîtîkayên muhtackirina yek nan asîmîle bike, serî netewand û bi tevlîbûna refên têkoşînê bersiva pêwîst daye dijmin. Hevrêyê me sala 2014’an li çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bû û ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojek azad, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet erkê li ser milê xwe pêk anî.

Hevrêyê me Îsyan bi lez fêrî herikîna xwezayî ya jiyana gerîla bû û bûye xwedî tevlîbûnek samîmî û bi coş. Hevrêyê me meraqek wî ya pir mezin li hemberî fikrên Rêber Apo hebû û bê navber bi xwendin û lêkolînê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me xwedî kesayetek kedkar bû û ji xwe re esas girtiye ku bêyî ku bibêje biçûk yan mezin, hemû erkên xwe yên Partiyê bi serkeftinê bi encam bike. Hevrêyê me ji bo di aliyê îdeolojî de xwe bi zane bike û ji pêwîstiyên demê re bibe bersiv, timî di nava lêhêrbûnan de bû. Temsîla rast a xeta Partiyê kiriye û li her cihê ku lê ye bûye mîlîtanek mînak ê Rêber Apo. Hevrêyê me Îsyan li ser esasê zindîkirina dirûşmeya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad a ku hesreta şehîdên me yên nemir ku hêza birêvebirina esas û çavkaniya moralê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye, tevlî Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên ku dîtine bi serkeftî qedand û bi awayek xurt xistiye nava pratîkê. Em ê teqez xeyala hevrêyê xwe yê nemir a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin ku bi ruhê fedayî yê PKK’ê têkoşînek bê hempa bi pratîkê raber kiriye.

REŞÎT ANDOK

Hevrêyê me Reşît di nava malbatek welatparêz de jidayik bûye ku ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker neçar maye ji metropolên Tirkiyeyê koçî Mêrsînê bike. Hevrêyê me di nava civakek a ku tevlîbûnên wan ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hene û girêdayî nirxên azad ên gelê me ye de, mezin bûye. Şahidî ji êrîş û zextên dewleta Tirk re kiriye. Hevrêyê me li hemberî kiryarên dermirovî yên dewleta mêtinger xwedî hêrsek mezin bûye û ketiye nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me ji bo di aliyê madî de alîkariya malbata xwe bike, neçar maye ku di gelek karan de kar bike û bi çarçoveyên ked û têkoşînê re mezin bûye. Hevrêyê me bi tevlîbûna xebatên ciwanan li dijî siyaseta asîmîlasyon, înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a mêtinger têkoşiyaye. Ji ciwanên Kurd re pêşengî kiriye û ji bo wan li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê bi zane bike, ketiye nava hewldanan. Hevrêyê me tevî ku ji erdnîgariya Kurdistanê dûr mezin bûye, bi zanebûnek welatparêz û çandî mezin bûye û bûye xwedî kesayetek qayîm. Li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla ku ciwanên Kurd ên bi rûmet li çiyayên Kurdistanê dimeşîne, bûye xwedî eleqeyek mezin. Hevrêyê me bi tevlîbûna refên gerîla, bi xeyalê şerkirina ji bo pêşeroja azad a gelê me jiyayeû sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bûye.

Hevrêyê me li qada Zagrosê tevlî nava refên gerîla bûye û pratîka yekem a gerîlatiyê bi rêve biriye. Di demek herî kurt de fêrî şert û mercên herî zehmet bûye û bûye gerîlayek azad. Hevrêyê me Reşît piştî perwerdeya nû ya şer dît, derbasî çeperê şerê germ bû. Ji xwe re esas girtiye ku li pey şopa fermandarê me yê nemir Reşît Serdar bimeşe û ji pêwîstiyên demê re bibe bersiv. Hevrêyê me ji bo di qada îdeolojîk û leşkerî de mezin bibe, kedek mezin daye û di asta pêşeng de bûye xwedî tevlîbûnek mîlîtanî. Hevrêyê me ji bo xeta jiyana nû ya PKK’ê li her cihê serwer bibe, her tim têkoşiyaye. Bi hevrêyên xwe re bûye yek û ji bo bicihanîna erkên xwe yên şoreşê, bêyî ku biraweste ked daye. Hevrêyê me piştî pratîka bi hêz a li eyaleta Cîloyê meşandî, tevlî Hêzên Taybet bû û ji bo di her qadê de bibe pispor hemû enerjiya xwe daniye holê. Hevrêyê me Reşîst bilez pêş ketiye û bi awayek fedayî tevlî xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûye. Hevrêyê me dema ku xwe pêş dixist, di heman demê hevrêyên xwe jî pêş dixist, bê navber lêkolîn dikirin, fêr dibû û tiştên ku fêr bûne parve dikir. Di refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, her kêlî bi têkoşînê derbas kiriye. Em car din soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku hevrêyê me Reşît dewrî me kirî, heta serkeftinê hildin. Hevrêyê me li ser xeta şehîdên me yên nemir bi fedayiyane jiya û şer kir."