DÎK, DAD û Komîsyona Baweriyan a HDP’ê serdana Bazarcixê kirin

DÎK, DAD û Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê serdana Bazarcixê kirin ku navenda erdhejê ye.

Alimên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK), Hevberdevkên Maseya Îslamî ya Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Emîn Ay û Dîba Keskîn, Hevseroka Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Kadriye Dogan û Serokê Komeleya Alimên Amedê Haci Kadah serdana Bazarcixê kirin ku navenda erdhejê ye. Şandeyê bi Aşxaneya Şaredariya Silopiyayê, Sendîkaya Kekdarên Xizmeta Civakî ya Tenduristiyê (SES), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û kona alîkariyê ya ku Şaredariya Dersimê ava kirî re, serdana Cemxaneya Bazarcixê kir û têkildarî xebatan agahî dan.

NÊZÎ 80 GUNDAN LÊGERÎNA TENDURISTIYÊ

Şandeyê destpêkê serdana Aşxaneya Şaredariya Silopiyayê kir û têkildarî karên xebatkarên tenduristiyê agahî girtin. Xebatkarên tenduristiyê ragihandin ku li nêzî 80 gundan lêgerîna tenduristiyê kirine û têkildarî pirsgirêk û kêmahiyên li herêma erdhejê agahî dan.

Şandeyê têkildarî astengiyên ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo alîkariyan kiriye, qeyûma li ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya li gundê Hasankoca yê Bazarcixê hatî avakirin, gefên li ser mexdûrên erdhejê û kesên ji ber mudaxeleyên dereng jiyana xwe ji dest dane, agahî girtin.

Şandeyê spasiya xebatkarên tenduristiyê, partî û gelan kir ku bi dilxwazî hatine herêma erdhejê. Şande ber bi Hatayê ve bi rê ket.