AKP'ê li Agiriyê dest danî ser alîkariyê

Hikûmetê û ÎHH’ê alîkariya Kurdên ji Agiriyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kir. Qeymeqamtiya Panosê bi hincetên pûç, bargilgira alîkariyê ya Şaredariya Panosê desteser kir.

Rayedarên hikumetê xwest ku alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê, bi logoya wan û bi komeleya ÎHH’ê ya girêdayî wê bi xwe, werin kirin û li Agiriyê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê asteng kir. Têkildarî vê yekê Hevşaredara Panosê ya HDP’ê Muşerref Geçer û Rêveberê HDP’ê yê Agiriyê Cemal Akar ji ANF’ê re axivîn.

Hevşaredara Panosê ya HDP’ê Muşerref Geçer ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û wiha got: “Me weke Şaredariya Panosê dest bi kampanyaya alîkariyê kir û hîna di kêliya destpêkê de bi hin hincetan wesayîtên me hatin rawestandin û alîkariyên me hatin desteserkirin. Em bi navenda Agiriyê û hemû navçeyan re, bi awayek hevpar ketin nav tevgerê. Bi hincetên pûç asteng kirin. ji aliyê tîmên taybet ve hat gotin ku alîkarî tenê divê bi AFAD’ê were kirin.”

‘JI PIŞTEVANIYA CIVAKÎ ACIZ DIBIN’

Geçer diyar kir ku tevî astengiyan jî wan xebatên xwe domand û wiha pêde çû: “Me serdana malbatên ku hatine, kir. Tişta ku ji destê me tê em dikin. Hema bibêje nêzî 20-25 malbatên ku mexdûrên erdhejê ne hatin Panosê. Em bi piştevaniya civakî û yekîtiya jinan kampanyayekê bi rêve dibin. Em çûn Semsûrê û me li wir piştevaniya civakî dît. Em çûn taxên ku ji rojên destpêkê ve, ti kes neçûnê û kon ji bo wan nehat dayîn. Me weke şaredarî tîmê rizgarkirinê ya 25 kesî şand. Ne walî ne jî Şaredar li wir bû. Xebata me ya organîzeyî ya bi vî awayî, ew aciz kirin. Em car din spasiya gelê xwe dikin ku gelek piştgirî dan. Ji ber hefteya 8’ê Azadê kampanyay me heye. Em bang li hemû jin û gelê dikin ku tevlî vê piştevaniyê bibin.”

‘ÎHH’Ê ALÎKARIYÊN JI BO ME HATINE, DESTESER KIR’

Rêveberê HDP’ê yê Agiriyê Cemal Akar jî ragihand ku hêzên dewletê û ÎHH’ê alîkariyên wan ên ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kirine û got ku ÎHH’ê pêşî li welatiyên ku alîkarî ji bo HDP’ê anîbûn girt û alîkarî desteser kirin. Akar da zanîn ku sihara erdhejê bi navenda xwe re desteya koordînasyonê ava kirine û wiha bilêv kir: “Hevalên me yên welatparêz gelek alîkarî şandin. Me şandin herêmên ku koordînasyona me diyar kirî. Qamyonên alîkariyê hatin asteng kirin ku Şaredariya me ya Panosê dixwest bişîne. Me li Agiriyê 15 tir alîkarî şandin. Hevalên me yên ku dixwestina alîkariyê bişînin, bi gotina ‘Hûn çima ji HDP’ê re dibin’ hatin astengkirin.”

‘PÊŞÎ LI WELATIYÊN ME YÊN KU ALÎKARÎ ANÎN, GIRTIN’

Akar anî ziman ku wan xwest kampanyaya alîkariyê ya li Agiriyê xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me ev kampanya li ser medyaya dîjîtal ragihand. Pêşî li welatiyên ku alîkarî ji bo me anîn girtin û wiha gotin, ‘Biryara hikûmetê ye, wê alîkarî bi AFAD’ê werin kirin’. Navenda me ya koordînasyonê bi awayek vekirî dixebite. Hikûmeta heyî dixwaze her tiştê bi destê xwe bike.”