Kongra Star ji ber wefata Suheyla Qazî peyama sersaxiyê da
Kongra Star ji ber wefata keça serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed, Suheyla Qazî, peyama sersaxiyê da.
Kongra Star ji ber wefata keça serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed, Suheyla Qazî, peyama sersaxiyê da.
Meclis Kongra Star têkildarî wefata Suheyla Qazî li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, peyama sersaxiyê weşand.
Meclisê destnîşan kir, ku dema pêşewa Qazî Mihemed di 31`ê Adara 1947`an ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye darvekirin, Suheyla 6 salî bû.
Meclisê ji malbata Suheyla Qazî Mihemed û şêniyên Rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.