Hozat: Felaketa sedsalê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP bi xwe ye -NÛ BÛ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî gotina 'felaketa sedsalê' ya desthilatdariya li Tirkiyeyê da û got, "Eger wê qala felaketa sedsalê bê kirin, hingî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê felaketa sedsalê ye."

Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a televîzyona Medya Haberê bû û erdheja li Bakurê Kurdistanê û siyaseta desthilatdariyê nirxand.

Hozat anî ziman ku baca erdhejê ya bi salan ji gel hate komkirin li şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan, li qirkirina civakî ya li Tirkiyeyê, şerê li hemberî xwezayê, li rant, trol û çeteyên AKP, Erdogan hatin xerckirin û got, "Gel wê bi rengekî mezin hesabê vê yekê bipirse. Wê ji wan re nemîne."

Besê Hozat hişyarî da ku dewlet, rejîma AKP-MHP'ê xwedî wê planê ye ku van herêman hemûyan ji Kurdan, ji Elewiyan xalî bike, bi vî rengî xwedî planeke qirkirinê ne û got, "Ji bo pûçkirina vê yekê jî divê teqez xaka xwe neterikînin, xaka xwe, cih û warê xwe, mal û milkê xwe nefiroşin dewletê. Eger ev piştevanî û piştgirî dewam bike em ê karibin gundên xwe, bajarokên xwe bi xurtî ava bikin. Bi piştevaniyê, bi ruhekî hevpar, bi manewiyata hevpar û bi piştgiriya madî em ê karibin van deran bikin qada jiyanê."

Hozat tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erdhej, bûyerên piştî erdhejê û rojeva hilbijartinê bi vî rengî nirxand:

Beriya her tiştî Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û hesret silav dikim. Bi hêrseke mezin komplogeran şermezar dikim. Her wiha di nava meha Sibatê de li Kurdistanê; ji navenda Bazarcix û Elbistanê erdheje mezin qewimî ku bandor li Sûriyeyê, Tirkiyeyê, bajarên Tirkiyeyê kir. Gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi rastî jî êşeke giran kişandin, vê yekê bandor li tevahiya cîhanê kir. Bila rehma Xwedê li qurbaniyan be, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim. Bila serê malbatên qurbaniyan, gelê me û gelên me sax be.

FIKRÊN RÊBERTÎ BANDOREKE XURT LI QADA NAVNETEWEYÎ DIKE

Salvegera 25'an a komployê li erdhejeke mezin rast hat. Vê yekê bandor li gelek çalakiyan kir ku li dijî komployê hatibûn plankirin. Li Tirkiyeyê, li Bakur wê çalakiyeke mezin bihata lidarxistin ber bi Gemlîkê ve. Ji neçarî çalakî hate taloqkirin. Her wiha bandor li plansaziya çalakiyan a li Ewropayê kir. Lê belê tevî vê yekê jî bi taybetî li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakiyên bi heybet hatin lidarxistin. Bi heman rengî ne tenê meha Sibatê bi mehan e li Bakur jî çalakiyên cidî yên şermezarkirinê têne lidarxistin. Li dijî komployê karên îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk hene. Li Kurdistanê û derveyî welat pêvajoyeke cidî ya têkoşîn û çalakiyan heye, karekî cidî tê kirin. Di vê demê de li Ewropayê, li Başûr jî çalakiyên şermezarkirinê yên cidî hatin lidarxistin. Van çalakiyên gelê me silav dikim, pîroz dikim. Bêguman dostên me jî di vê mijarê de gelekî ked dan, hewl dan. Ji bo tecrîd bikeve rojeva raya giştî ya navneteweyî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe rojeveke navneteweyî, dostên me kedeke mezin dan, karekî mezin kirin. Fikrên Rêbertî, paradîgmaya Rêbertî her ku belav bû bandoreke mezin li cîhanê kir. Bi rastî jî jinan di asteke mezin de xwedî lê derketin, gel xwedî lê derketin, raya giştî ya demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, hunermend xwedî lê derketin.

JIYANA AZAD BI PARADÎGMAYA RÊBERTÎ PÊK TÊ

Di vê pêvajoyê de li qada navneteweyî konserên girîng hatin lidarxistin. Lewma li qada hunerê jî xwedîderketineke mezin hebû. Em vê yekê bi şênberî dibînin: Her ku paradîgmaya Rêbertî li cîhanê, li nava civakê belav dibe, asta xwedîderketinê jî bilind dibe. Her kes paşeroj û azadiya xwe di nava vê paradîgmayê de dibîne. Jiyana azad, demokratîk, sîstema azad û wekhev bi vê paradîgmayê pêk tên. Her kes vê fêhm dike. Êdî her kes dibîne. Lewma girîng e.

Ev pêvajo, têkoşîna ku di nava van salan de pêk hat, têkoşîna li dijî komployê ev yek bi şênberî raxist pêş çavan: Êdî di sedsala 21'ê de, di sedsalên ji niha û pê ve de paradîgmaya neteweya demokratîk wê pêk were, projeya sîstema konfederal a demokratîk wê pêk were. Ev yek îro li cîhanê ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Weke alternatîfa çareseriya bingehîn a krîza heyî, projeya sîstema konfederal a demokratîk, azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk, projeya vê jiyanê tê nîqaşkirin. Weke çareseriyeke bingehîn, ji pirsgirêkên mirovahiyê, gelan, civakan, jinan, xwezayê re weke projeyeke çareseriyê ya bingehîn, weke jiyaneke alternatîf tê nirxandin. Hişmendî jî li gorî vê ava dibe. Lêgerîn pêk tê. Rêxistinbûn pêk tê. Ev gelekî girîng e, gelekî hêja ye. Di dema nêz de me dît ku ji çapemeniyê tîmek çûbû Kenyayê. Rêbertî li Kenyayê ji aliyê MOSSAD û CIA ve hate girtin û radestî MÎT'ê hate kirin li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ya li Kenyayê. Niha li Kenyayê li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî li ser vê feraset û felsefeyê, rêxistiniyeke cidî ya civakî pêk tê, tevgerek pêk tê. Ev yek di çapemeniyê de hate weşandin. Kete rojevê, demeke dirêj e di rojevê de ye.

SEDSALÊN BÊ WÊ BIBE SEDSALÊN FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Ev yek wê hîn bêhtir belav bibe. Li Efrîkayê, Asyayê, Rojhilata Navîn, li her devera cîhanê wê ji aliyê civakan ve weke projeya bingehîn a çareseriyê, alternatîfeke jiyanê belav bibe û birêxistinbûn pêk were. Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim. Sedsalên ji niha û pê ve bi rastî jî wê bibin sedsalên hilweşîna sîstemên netewe dewlet ên faşîst, avabûna sîstema konderal a demokratîk a xwe dispêre komunal ên demokratîk xweser, birêxistinbûna paradîgma, îdeolojî û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo. Mirovahî wê bi vê yekê re hebûna xwe dewam bike. Bi rengekî azad û demokratîk, bi wekhevî wê bijî. Ez ji vê yekê bawer dikim û bingeha vê yekê niha ji her alî ve ava bûye.

Bêguman ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ji bo çareseriya krîza heyî bi her alî ve, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemûyan, çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, avabûna komara demokratîk, projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo projeya bingehîn a çareseriyê ye. Yên ku îro dewleta hiqûqê diparêzin bêyî ku dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin nikarin dewleteke hiqûqê, dewleteke demokratîk ava bikin. Yên ku li Tirkiyeyê parastina edaletê dikin bêyî ku dawî li bêedaletiya li Îmraliyê bînin, bêyî ku li hemberî vê helwestê nîşan nedin, nikarin li Tirkiyeyê sîstemeke bi edalet ava bikin. Yên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê diparêzin, bêyî ku li ber bêhiqûqî, bêedaletî, bêwijdanî û bêexlaqiya li Îmraliyê rabin, bêyî ku li hemberî vê polîtîkaya li ser Îmraliyê bisekinin, nikarin li Tirkiyeyê jiyaneke demokratîk, azad û wekhev ava bikin. Ev rastiyeke. Lewma di sala 2022'an de li hemberî komployê têkoşîneke gelekî xurt hate kirin. Salên beriya wê jî di nava 24 salan de jî têkoşîneke berfireh û bi heybet hate kirin. Îsal jî bi heman rengî dewam kir. Sala bê, salên bê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ev têkoşîn mezintir bibe û di sala 2023'an de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Li ser vê bingehê em ê têkoşînê mezin bikin.

FELAKETA SEDSALÊ DESTHILATDARIYA AKP-MHP YE

Tirkiye û Kurdistan herêma erdhejê ye. Yanî ev yek rastiyeke ku tê zanîn. Lê belê heta niha li gorî vê rastiyê avahîdanînek çênebûye. Li gorî vê yekê tedbîr nehatine standin. Bajar, gund li gorî vê yekê nehatine avakirin. Baca ku ji sala 1999'an heta 2023'an ji bo erdhejê hatin standin ne ji bo tedbîrên li dijî erdhejê, ne jî ji bo avahiyên li gorî vê yekê hatin xerckirin. Bêguman ev mijareke girîng e.

Niha erdhejeke mezin qewimî, felaketeke mezin rû da. Desthilatdariya faşîst jî vê dibêje. Dibêje felaketa herî mezin a sedsalê ye. Çapemeniya desthilatedariyê vê yekê weke felaketa sedsalê nîşan dide. Gelo ya ku bû sedema felaketa sedsalê ev erdhej e, yan jî ev mejî û desthilatdarî ye ku bû sedema vê erdhejê? Ev mijareke cidî ya nîqaşê ye. Em bi eşkere bibêjin: felaketa sedsalê ya rastî rejîma AKP-MHP'ê ye, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Erdhej afetên xwezayî ne. Li gelek deverên cîhanê erdhejên ji vê girantir rû didin. Mînaka Japonyayê timî tê nîqaşkirin. Li Japonyayê di ser 9 pileyî re erd diheje, lê belê li Japonyayê windahiyên cidî nabin. Avahiyên li Japonyayê ji avahiyên li Tirkiyeyê gelekî bilindtir in, lê belê zerar lê nabe. Li gelek deverên cîhanê rewş bi vî rengî ye. Gelo çima li Tirkiyeyê ewqas hilweşîn dibe? Bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi milyonan mirov mexdûr dibin. Êşên gelekî mezin ên bi salan, bi dehan salan rû didin. Ev hemû ji ber van desthilatdariyên faşîst ên li Tirkiyeyê ne. Yên ku felaketa esasî dikin ew bi xwe ne. Felaketa esasî ew bi xwe ne. Eger wê qala felaketeke sedsalê bê kirin hingî felaketa sedsalê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, rejîma faşîst e. Ev rastiyeke.

MIROVAN WEKE CIVATEKE NEZAN DIBÎNIN

Erdogan dibêje, 'Ev qededereke, divê mirov weke planeke qederê bibîne, binirxîne'. Qezaya madenê dibe, dibêje plana qederê ye. Erdhej dibe, bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, dibêje plana qederê ye. Lehî radibe, gelek cih û war di binê avê de dimînin, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, bi deh hezaran avahî hildiweşin, dibêjin plana qederê ye. Yanî mirovan weke civateke nezanan dibînin, dibêje 'ez çi bibêjim wê bawer bikin, bi rehetî dikarim bixapînim'. Dibêjin, 'Eger em felaketên bi vî rengî yên mezin ku ji ber polîtîkayên rêveberî û desthilatdariyê rû didin weke planeke qederê ya Xwedê nîşan bidin, her kes wê jê bawer bikin; ji ber ku ev mirov cahil in. Ji tiştekî fêhm nakin, aqlê wan tune ye, bi vî rengî dikarim her kesî bi vê yekê bidim bawerkirin'. Mirovan nezan û mîna kerî dibînin. Lê belê ev dem êdî bi dawî bûye. Heta niha gelek caran bi vê nêzîkatiyê tevgeriyan. Heta astekê jî encam bi dest xistin. Ev rastiyeke. Gelek kes bi vê yekê dan bawerkirin. Yên jê bawer nekirin jî bi neteweperestiyê, olperestiyê, nijadperestiyê li dora xwe civand, rê danî ber muxalefetê. Heta niha bi vî rengî meşand. Lê belê ew dem êdî qediya. Êdî Erdogan ê dîktatorê faşîst bi gotina plana qederê nikare civakê bixapîne. Berevajî vê yekê rewşeke cuda pêk hatiye. Êdî civak wê plana qederê ya Erdogan diyar bike. Rewş bi vî rengî bûye.

ÊDÎ CIVAK PLANA QEDERÊ YA ERDOGAN DIYAR DIKE

Pêvajo ber bi vî alî ve çûye. Bi rastî jî êdî gel û civak plana qederê ya Erdogan dike. Belê em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ev rastiyeke. Sedema ewqas windahiyan, sedema vê felaketê desthilatdariya faşîst, qirker û mêtinger a heyî ye. Ev li ber çavan e. Sedema vê felaketê ev e. Ev desthilatdarî bi xwe felaket e.

Tê gotin, pereyê ku ji sala 1999'an û vir ve kom kiriye di ser 100 milyarî re ye. Hinek dibêje 48 milyar, hinek dibêje 83 milyar. Lê belê diyar e ku di ser 100 milyarî re ye. Ev pere bi ku ve çû? Em dest ji pereyê baca erdhejê berdin, her roj ji gel bac tê komkirin, bi milyonan, bi milyaran pere bac tê komkirin. Bac ji bo xizmeta ji gel re ye. Dewlet li her derê, li her devera cîhanê bacê ji bo vê yekê kom dike. Divê weke xizmetê li gel vegere. Gelo ev pere bi ku ve diçe? Tevî baca erdhejê ev bac bi ku ve diçe? Ev baş li şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan diçe. Li şerê qirkirina civakê yê li dijî Tirkiyeyê diçe. Li şerê qirkirina xwezayê, li rantê diçe. Li trolên AKP, Erdogan diçe. Diçe ji Sadat a Erdogan re, ji çeteyên wî re diçe. 11 sal in artêşeke çete ya bi deh hezaran kesî ava kiriye. Karê perwerdekirin, lojîstîk, cebilxane, perwerde, debar, stargeh, şer, her tiştên wê ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdariya wê ya faşîst ve tê dayin. Ji ku diçe? Ji vê sermayeyê diçe, ji baca gel diçe. Şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bi baca vî gelî tê kirin.

COGRAFYA PÊŞKÊŞÎ RANTXURAN KIRIN

Her roj bi tonan bombe li çiyayên Kurdistanê têne barandin. Bi xwe mikur tên ku buhayê her bombeyekê bi sed hezaran dolar e. Di vê dema erdhejê de jî bênavber bi deh hezaran bombe barandin. Bac diçe ji van re, diçe ji rantxuran re, diçe ji alîgirên desthilatdariyê re. Li dora qesrê beşek elît ava bû, bûrjûvayek ava bû û baca gel her roj van dewlemend dike. Pereyên xwe zêde dikin. Li gelek bankayên cîhanê bi milyaran pereyê xwe hene. Cografya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî rantê kirine. Her roj ji muteahîtên xwe re îhaleyan pêşkêş dikin. Bi dehan avahiyan li her derê ava dikin. Bi beton û xîz a riziyayî çêdikin. Di vê erdhejê de gelek avahî hilweşiyan. Nûçegihan nîşan didin. Hemû jî bûne mîna xweliyê. Ji xîzê hatine çêkirin. Yanî ji xîzê avahiyên ji 25, 30 qatî çêkirine. Avahiyên ji 20 qatî, ji 10 qatî çêkirine. Beton, çîmentoyekî bi kalîte bi kar neanîne. Hesinekî bi kalîte bi kar neanîne. Hemû veguherîne xweliyê, hilweşiyane. Cografya hemû, Tirkiye, Kurdistan pêşkêşî rantê kirine. Bacê ji gel distînin, bêrîka xwe tijî dikin, qaseyên xwe tijî dikin, razemeniyê li bankayan dikin. Li her derê her kes mîna Erdogan tevdigere, ji xwe re qesrê çêdikin. Li nava welê, li derveyî welêt gelek qesr hene. Ji gel re avahiyên ji xîzê çêdikin. Ew avahî hemû dibin gor ji mirovan, ji gel û civakê re, dibin goristan. Niha her avahiyek bûye mîna gorekê. Ev komkujî ye. Qirkirin e. Qirkirina civakê ye.

LI TIRKIYE, KURDISTANÊ CIVAK TÊ QIRKIRIN

Ya ku niha li Tirkiyeyê û li Kurdistanê dibe, qirkirina civakê ye. Li wir bajar hilweşiyan. Li Hatay, Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê. Skenderûn, navçeyên wê, gundên wê ji holê rabûn. Yanî herêmek bi temamî xera bû. Waliyê Şirnexê dibêje, windahî ji yên hatine eşkerekirin bi 5 qatî zêdetir e. Wê demê gotibûn 40 hezar kes mirine. Bİ 5 qatî zêdetir be hingî derdora 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Ya rast ne 5 qatî ye, zêdeyî 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Hîn jî mirov di binê enqazan de ne. Cenaze di binê enqazan de ne. Cenazeyan bi kepçeyan derdixînin. Parçe parçe bûne, nayên naskirin. Komkujî li civakê hatiye kirin. Civak hate qirkirin. Mirov li her derê di nava mirinê de hatin hiştin. Em timî dibêjin; ev dewlet dewleteke qirkirinê ye, desthiladariyeke qirker e. Vaye li holê ye; bi dehan salan, 100 sal in li Kurdan ferz dikin. Bi taybetî di nava 7 salên dawî de bi rengekî giran êrîşên qirkirinê li hemberî Kurdan têne kirin. Niha heman qirkirin li pêş çavên civaka Tirkiyeyê, li pêş çavên civaka Kurdistanê û cîhanê di nava 15-17 rojan de kirin. Yanî encamên vê yekê wê hîn girantir be. Niha tişta ku jê re dibêjin efûya îmarê ew e ku cografya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî talan û wêranê dike. Bingeheke rewa ji rantxur û dizan dike, destûrê dide wan. Efûya îmarê tê wateya efûya talankirinê, efûya rantê.

Li her derê, li qada çem avahî çêkirine. Li gelek bajaran gettobûyîneke ku zêdeyî nîvê bajêr e ava kirine. Yanî ev hemû bi malzemeyên gelekî bêkalîte hatine çêkirin. Bi rastî jî ew dever ji mirovan re kirin goristan. Rewş niha bi vî rengî ye. Ev cografya hemû kiriye goristan. Tiştekî metirsîdar e. Ev desthilatdarî desthilatdariyeke metirsîdar e.

BI RÊYA BAHÇELÎ Û AKAR GEFÊ LI GEL DIXWE

Bi ti awayî rexnedayina vê yekê nadin. Yanî li ber xwe nakevin. Şerm li gel wan nîne. Mirovên ji xwe fedî bike ji ber çi fedî dike? Eger exlaq pê re hebe, wijdan hebe, hest hebe hingî mirov li ber xwe dikeve. Dema ku sûcekî dike, şaşitiyekê dike rûyê xwe sor dibe, şerm dike û rexnedayina xwe dide. Li gel van ev yek nîne. Binihêrin Erdogan bi ku ve biçe ji xwe Bahçelî li gel wî ye, Akar li gel wî ye. Hem bi Bahçelî hem jî bi Akar gefê li civaka Tirkiyeyê dixwe, gefê li muxalefetê dixwe, gefê li hêzên demokrasiyê dixwe, gefê li Kurdan dixwe. Yanî dibêje, artêş bi min re ye. Bahçelî bi min re ye. Yanî li gel min çi heye? Rêxistiniya herî nijadperest û kontra li gel min hene. Dibêje, hêz bi min re ye. Dibêje li gorî wê yekê tevbigerin. Dibêje binihêrin ez bi van re me, hevalbendên min e, hêza min ev e, dostên min ev in. Di dema erdhejê de ji mala xwe, ji qesra xwe derneket. Herî dawî dema ku derket bi Bahçelî re derket. Ya bi Bahçelî xwe nîşan dide yan jî bi Akar xwe nîşan dide. Dema ku derkete derve çi kir? Gef li her kesî xwar.

Ji aliyekî ve Bahçelî gefê dixwe, li aliyê din jî ew gefê dixwe, sixêfan dike, heqaretê dike. Ji ber ku exlaq, wijdan, hest bi wan re nîne. Ji ber ku mirov nînin. Mirovahî bi van re nemaye. Bûne cinawirên welê ku nebaşî di dil û mejiyê wan de kom bûye. Cinawir in. Kesekî welê rezîl, desthilatdariyeke bi vê rastiyê, mejiyekî bi vî rengî dikare sûcê xwe qebûl bike, li sûcê xwe mikur bê û rexnedayina xwe bide? Eger hinekî mirovahî, wijdan û exlaq pê re mabûya wê heman rojê îstifa bikira. Erdogan jî wê îstifa bikira. Soylû jî îstifa bikira. Hemûyan wê yek bi yek îstifa bikira. Hikumetê wê xwe ji desthilatdariyê vekişandibûya. Wê dest ji wezîfeyê berdabûya.

Lê belê ji bo ev yek bê kirin, rûmet lazim e. Wijdan lazim e, exlaq lazim e. Bi wan re nîne. Ji mejiyekî faşîst, ji karakterekî faşîst mirov nikare wijdan û exlaqê hêvî bike. Bi faşîzmê re exlaq, wijdan nîne. Şaş e ku mirov li benda tiştekî bi vî rengî be.

GEL WÊ HESABÊ VÊ YEKÊ BIPIRSE

Lewma sûcên wan gelekî mezin e. Sedema vê felaketê ne. Gel wê hesabê vê yekê bi gelekî xurtî bipirse. Qirkirineke mezin li vê civakê kirin. Komkujiyeke mezin anîn serê civakê, êşên mezin bi civakê dan kişandin. Ev êş û travma ne welê ne ku civak karibe di demeke kurt de ji ser xwe biavêje. Wê bi salan, bi dehan salan dewam bike. Êşên gelekî giran e. Di hişê civakî de wê bibe sedema birîneke kûr. Hesabê vê yekê wê bê pirsîn. Wê ji wan re nemîne.

Cografya ku erd lê hejiya ji aliyê dîrokî ve cografyayeke Kurdan, Elewiyên Ereb e. Niha wê li vê cografyayê piştî erdhejê polîtîkayeke gelekî cidî ya koçberkirinê bidin meşandin. Ji xwe ji niha ve destpê kirine û wê gav bi gav li vê qadê guhertina demografiyê bikin, plana qirkirinê bixwazin li vê derê bi ser bixînin. Ev der yek ji wan deveran e ku Plana Şark Islahatê destpêkê lê bi cih hate anîn. Komkujiya Mereşê li ser vê bingehê hate kirin. Armanca bingehîn ji komkujiya Mereşê ew bû ku Kurd ên Elewî bi temamî ji rojavayê Firatê biavêjin. Wan qetil bikin, yên mayî jî koçber bikin. Armanc ew bû ku vê erdnîgariyê bê Kurd, bê Elewî bihêlin. Kurdên Elewî ji vê herêmê xalî bikin. Heman polîtîka di nava salan de li ser Ereb ên Elewî jî hate meşandin. Niha bi rengekî hîn kûrtir tê meşandin. Bi vê erdhejê re wê hîn bi cidî bixin meriyetê. Ji xwe ji niha ve tê dîtin. Gel koçber dikin, koçê ferz dikin. Bala xwe bidinê; ji bajar, gundên Elewiyan, Kurdên Elewî û Erebên Elewî re bi ti awayî alîkarî neçû. Bi mirinê re rû bi rû hiştin. Bi gotina 'yên mirin mirin, yên mayî jî ji xwe wê neçar bimînin koç bikin' nêzîk bûn. Niha di vê mijarê de polîtîkayeke cidî tê meşandin. Ev yek polîtîkaya 100 salî ya dewletê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze bi ser bixîne. Dixwazin erdhejê ji vê re bikin wesîle. Ev eşkere ye. Lewma gelekî girîng e. Haya gelê me ji vê yekê heye.

DIVÊ GELÊ ME DEV JI AXA XWE BERNEDE

Em bi dehan sal in li dijî van polîtîkayên qirkirinê şerekî mezin dikin, têkoşîn û berxwedanê geş dikin. Di vî warî de di nav gelê me de jî bîrbûneke mezin heye. Divê bi wan polîtîkayan nexapin. Me li ser vê yekê gelek bang kirin. Me hem daxuyaniyên nivîskî dan û hem jî hevalên me yên beşdarî bernameyan bûn bang kirin. Divê gelê me erdnîgarî, cih, welat û axa xwe neterikîne. Dibe ku zehmetî û êşê bikişîne, dibe ku bitengije. Lê divê tu carî axa xwe neterikîne. Heke biçe deverên din wê deh katê van tiştan bijî. Wê rastî dijwariyan were, rûmeta xwe û hemû nirxên xwe winda bike. Wê dîrok û bîra xwe ji bîr bike. Wê koç rê li ber van encamên giran veke. Di wî warî de heta demekê jî divê gelê me li ser erdnîgariya xwe li hemberî zehmetiyan li ber xwe bide û dev ji axa xwe bernede. Divê gelê me yê li welat û derveyî welat û civaka me bi biharê re dest bi avakirinan bikin. Divê projeyên cidî bên kirin. Mînak gund û bajarên ku Kurd û Elewî lê dijîn, bi hêsanî dikarin werin avakirin. Avahiyên yek-du qatî bi biharê re bi hêsanî dikarin werin avakirin. Ev tişt bi hêsanî dikare were kirin. Bi piştgirî û hevgirtina gelê me heta niha li hundir û derveyî welat alîkarî û piştgirîyeke mezin derketiye holê. Ger ku em vê kombûnê bigihînin hev, ger ev piştgirî û hevgirtin berdewam bike, em dikarin gundên xwe ji nû ve ava bikin. Em dikarin bajarên xwe ji nû ve ava bikin, em dikarin wan pir xurt ava bikin. Bi hevgirtin, bi ruhekî hevpar û piştgiriya aborî em dikarin van deran ji nû ve bikin qada jiyanê. Di vî warî de ez bi xwe bang li gelê me dikim. Plana vê dewlet, rejîm û hikumeta faşîst, mêtinger û qirker heye ku li van herêman Kurd û Elewî nemînin. Ev plana qirkirinê ye. Ev jî parçeyekî ji plana qirkirinê ye. Divê ti carî ev neyê qebûlkirin.Koçkirin û dankoçkirin qirkirin e. Ji bo vê yekê pûç bikin divê axa xwe neterikînin, di heman demê de erd, cih, milkê xwe nefiroşin dewletê. Divê nekevin nav xefkeke wisa. Ev niha pir girîng e. Ji ber ku gel pir mexdûr e, bêçare ne. Pirsgirêk û zehmetiyên mezin dikêşin. Hêzên qirker bi vê bêçarehiştinê re gelek lîstik, hesab, feq û planan dikin. Di vî warî de divê her kes gelekî hişyar be û hay ji xwe hebe. Divê nexapin. Ax û warê xwe nefiroşin. Divê li cihê xwe bimînin.

Va ye zivistan diqede, em dikevin biharê, şert û mercên avhewayê jî baştir dibin. Divê em van deran ji nû ve ava bikin û li ser axa xwe jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ev girîng e. Bi vê re wê planên qirkirinê jî pûç bibin. Ev têkoşînek e, ev jî berxwedanek e. Divê mirov wisa binirxîne.

JI BO PARASTINA DESTHILATDARIYA XWE OLÊ BI KAR TÎNIN

Em bala xwe bidin daxuyaniyên Serokatiya Karên Diyanetê. Piştî hemû komkujî û qirkirinên ku li Kurdistanê , zarokên Kurd hatine revandin, ew li dibistanên taybet, li malên serbazan, li malên leşkeran, li malên kesên di nav şerê taybet de, ji perwerdehiyeke taybet derbas kirine, ji van zarokan qatil çêkirine û li hemberî gelê xwe di qirkirin û êrîşan de bi kar anîne.  Li ser vî esasî hatine bikaranîn û bi wan xizmet dane kirin. Hemû karên giran û qirêj bi van kirine. Li ser vê bingehê bi vî rengî dihat bikaranîn. Li wan cihên terîqetan her cure mialemeya xerab bi wan hatiye kirin û zarok hatine asîmîlekirin. Ji aliyê vê dewleta qirker, mêtinger, asîmîlasyonîst ve di van terîqetan de ev zarok hatine asîmîlekirin. Jixwe tu eleqeya van terîqetan, dewlet û rejîma AKP’ê bi Îslamê re tune. Vê tişta kirine dijminatiya Îslamê ye, îstîsmara olê ye. Her tişt ji bo desthilatdariyê ye. Her tiştî ji bo parastina kursî û desthilatdariya xwe dikin. Ol jî li ser vê bingehê tê bikaranîn. Dema ev zarok jî wisa tên stendin, mejiyê wan tê şuştin û ev zarok tên asîmîlekirin. Ji van zarokan kujer tên afirandin.

Eşkere ye ku ev mezheb li ku dixebitin. Mînak ÎHH… ÎHH bi salan e piştgiiriyê dide DAIŞ’ê. Bi salan e piştgiriya bi deh hezaran çeteyan dikee. Lojîstîkê ji wan re dibe. Cebilxaneyê dibe ji wan re. Zarokan perwerde dikin, wan dike şervan. Li Kurdistanê hêzên şerê taybet ava dikin, kontrayan çêdikin. Heman tiştî terîqet jî dikin. Diyanet jî bi salan e, vî tiştî dike. Bi taybetî di pêvajoya AKP’ê de karê wan ev e. Ev kirine navenda şerekî taybet û navenda qetlîamê.

Di vî warî de heval Besê (Erzincan) jî rojên borî ji ANF'ê re nirxandinek kiribû û gelek hişyarî dabû. Ew girîng bû. Divê gelê me di vê mijarê pir baldar be. Divê ev zarok bên parastin. Hinekê ji wan, dê û bavên wan mirine û li holê mane. Hinek ji wan bi awayekî tên revandin, tevî ku malbatên wan sax bin jî, di van navendên şerê taybet de ketine nav feqê. Ji ber vê yekê divê gelê me, rêxistinên sivîl, sazî, pêkhateyên siyasî, siyaseta demokratîk wan zarokan biparêzin. Divê ev zarok bên rizgarkirin. Li hemberî vê divê têkoşîneke pir xurt bê kirin. Ev jî qirkirinek e, parçeyek ji qirkirinê ye. Bi vî awayî divê em wê bi rê ve bibin. Li gorî vê divê em têkoşînê pir xurt bimeşînin.

CIVAK BI HEVGIRTINÊ LI XWE MA

Bi rastî jî hevgirtineke civakî ya pir xurt derket holê. Hem ji bajar, gund û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê û hem jî ji Başurê Kurdistanê. PDK'ê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê asteng kir, dewleta Tirk pêşî li wan girt, lê mînakeke gelekî cidî ya hevgirtinê derket holê. Tevî erdheja li Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî erdhejê û tevî heman êş û zehmetiyan, hevgirtineke mezin dan Bakur û herêmên erdhejê yên li Tirkiyeyê. Gelê me yê li derveyî welat û Ewropayê jî….Beşek girîng a gelê me yê li vê herêma erdhejê dijîn, bi salan e li Ewropayê dijîn. Li vir mînakek pir cidî ya hevgirtinê derket holê. Hevgirtineke pir xurt ava bû. Hevgirtin û piştgiriya HDP, HDK, KCD, DBP, rêxistinên din ên sivîl, cemxane, Tevgera Îslama Demokratîk û saziyên li Tirkiyeyê gelekî xurt bû. Bi vê yekê re gel hinekî li ber xwe da. Jixwe bi alîkarî û piştgiriya wan, hinek kes hatine rizgarkirin. Mirov ji bin kavilan hatin derxistin. Kon, nan û av dan yên ku ji bin kavilan hatin derxistin. Di vî warî de mînakek mezin a hevgirtinê derket holê. Di nav Kurdan de di asta navneteweyî û neteweyî de hişmendiyeke mezin a neteweyî, ruhê neteweyî û hevgrtineke neteweyî derket holê.

Ji bo tevgera jinê jî mirov dikare heman tiştan bibêje. Hem Tevgera Jinên Tirkiyeyê hem jî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê seferber bûn. Mînakeke pir xurt a hevgirtinê nîşan dan. Li hemû bajaran hemû jinan ked dan, hemû saziyên sivîl ked dan. Avahiyên siyasî yên rêxistinkirî, muxalîf, demokratîk li qadan xebitîn.Van hemûyan xwe zû bi rêxistin kirin. Û pir zû mudaxele kirin. Bi rastî mînakek mezin a hevgirtinê nîşan dan.

VÊ ERDHEJÊ GIRÎNGIYA XWERÊXISTINKIRINÊ NÎŞAN DA

Di vî warî de yên ku mudaxeleyî qadên erdhejê kirin bi rastî jî gelê me, saziyên sivîl, pêkhateyên demokratîk ên rêxistinkirî bûn. Dewletê mudaxele nekir, berevajî wê, dewletê mudaxeleyî hevgirtina gelan û hevgirtina saziyên civaka sivîl kir. Di erdhejê de mudaxele nekir. Dewletê mudaxeleyî van kesên ku hevgirtinê didin civakê kirin. Bi hevgirtinê re birînên civakê piçekî hatin pêçandin, civak li ser xwe ma. Girîng e ku niha ev tişt were parastin. Divê ev veguhere zemîn û rêxistinkirineke mayînde.

Di vê erdhejê de ev tişt jî derket holê ku xwerêxistinkirin çiqasî girîng e, xwerêveberî çi qas hewcedar e, çiqasî pêwîst e. Bi awayekî ev erdhej hilweşandina pergalên netewe-dewlet ên faşîst bûn.Vê erdhejê derxist holê ku vê pergala faşîst a netewe-dewlet çiqasî ne hewce ye, ev pergal çiqasî li dijî gelan û mirovan e. Derxist holê ku rêveberiyên xweser, avadaniyên xweser ên demokratîk, avadaniyên pergala konfederal a demokratîk û xwerêxistinkirin çiqasî girîng û hewce ye. Bi awayekî, ew ceribandinek bû û wekî azmûnekê bû. Di vî warî de ev bû ceribandina projeyên Rêber Apo yên neteweya demokratîk, pergala xweseriya demokratîk û pergala konfederalîzma demokratîk. Ev hevgirtina civakî nîşan da ku ev proje çiqasî di civaka Tirkiyeyê de hatin xelatkirin û ev yek çiqasî xurt bû. Awayekî hevgirtinê derket holê ku bi rastî jî gelekî komunal û gelekî kolektîf bû, bi awayekî li her derê yekîneyên aborî û xwerêxistinên komunal hatin avakirin.

DIVÊ EM HEVGIRTINÊ VEGUHERÎNIN RÊXISTINKIRINA MAYÎNDE

Li vir pergala konfederalîzma demokratîk û xwerêveberî geş dibe û tê avakirin. Vê rastiyê jî ev yek derxist holê. Divê ev tişt bidome. Divê veguhere rêxistineke mayînde. Niha divê rêveberên civakê, saziyên civaka sivîl ên demokratîk û pêkhateyên siyasî yên demokratîk vî tiştî bikin. Divê vî tiştî veguherînin rêxistinên xweser ên mayînde. Li ser vê bingehê rêxistinkirina civakê û afirandina pergala wê ye. Jixwe civak li ser vê bingehê xwerêxistinkirina xwe bi pêş ve dibe. Bi hev re êşa xwe jî parve dike. Ew jî hewcedariyên xwe parve dike. 5 malbat di konekî de dimînin, 10 malbat jî dimînin. Holikeke biçûk çêdike, 15-20 malbat dikevin wê holikê. Ev mînakên hevgirtineke mezin, komunbûneke mezin û mînakên yekîne û rêxistinkirinên bingehîn in. Ev bi rastî tiştek pir mezin e. Hêdî hêdî, pêdivî ye ku ev yek veguhere rêxistinên mayînde. Hevgirtineke pir xurt derket holê. Di heman rojê de mudaxele hate kirin. Ev hemû saziyên sivîl û pêkhateyên siyasî di asta neteweyî û navneteweyî de bi hevgirtineke gel a xurt derketin holê. Hevgirtineke xurt a jinê derket holê. Divê ev yek veguherîne xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê.

Ev tişt jî derket holê. Tirkiye êdî wê nebe Tirkiyeya berê. Yanî Tirkiye êdî bi pergal û rêveberiyên wisa hişk ên navendîparêz, faşîst ên netewe- dewletê nayê birêvebirin. Avakirina komareke demokratîk a ku xwe dispêre xwerêveberiyan dikare Tirkiyeyê bide jiyîn. Ev ji bo hemû dinyayê jî wisa ye. Li dinyayê jî rewş ber bi vî tiştî ve diçe. Li Tirkiyeyê jî ev rastî xwe ferz dike. Li ser vî esasî divê gel were rêxistinkirin.

ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û DOZA KURDAN

Niha rojeva sereke erdhej û encamên wê ye. Ji aliyê din ve dema ku ev hemû pêvajo tê nîqaşkirin, rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê jî tê nîqaşkirin. Her wiha li ser pêkhateya civakî ya Tirkiyeyê û pirsa pêvajoya pêş de wê çawa be, pêkhatina civakî jî tê nîqaşkirin. Li vir nîqaşên pir xurt ên xwerêveberiyê hene. Beriya erdhejê Konferansa Komara Demokratîk bû. Xwerêveberî, pergala xweseriya demokratîk girîngiya vî tiştî ya ji bo Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya dozan Kurdan a li ser bingehê demokratîk, çareseriya li ser esasê rêveberiya xweser, bi awayekî cîddî hatin nîqaşkirin. Paşê ev erdhej çêbû. Bi awayekî ku nîqaş û biryarên ku di wê konferansê de hatin kirin, di pêvajoya erdhejê de rastî derxistin holê. Bû teorî û pratîk, bingeha wê ava bû. Pir girîng e. Niha ev nîqaş wê ji niha û pê ve bi awayekî xurttir bidomin. Divê berdewam bike.

Li aliyê din, em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Hilbijartin tên nîqaşkirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê jî hin nîqaşên weke dirêjkirina hilbijartinan dike. Vê yekê jî bi rêya kesên wek Bulent Arinç dixe rojeva raya giştî. Her wiha hewl dide helwesta civakê bipîve. Di vî warî de li gorî min ev gotinên Bulent Arinç ne dûrî vê hêz û desthilatdariya faşîst e. Ji bo helwesta civakê bipivîn, van tiştan dixin rojevê. Dûre hinekî dinêrin, reaksiyoneke pir cidî heye. Her ku hilbijartin bi demê re belav bibin, wê ev reaksîyon kûrtir bibe û ji wê jî xerabtir, ev rejîm wê winda bike, ev hêz wê winda bike û rewşên pir cuda derkevin holê. Li Tirkiyeyê krîza siyasî, krîza civakî, bertek û helwesta civakî wê bi giştî kûr bibe, gurtir bibe. Wê krîza aborî kûrtir bibe. Wan ew dît, ew dibînin. Di vî warî de, diyar e ku di nav hikûmetê de jî hin nîqaş hene. Li ser wê bingehê ku heke hilbijartin di 14ê Gulanê de nebe, wê di 18’ê Hezîranê de, di dema xwe de bên kirin, hin nîqaşên wisa hene. Bê guman, ew her dem anketên veşartî jî dikin. Bi vê re dixwazin helwesta civakê fêm bikin. Erdogan bi salan, 20 sal  in li ser anketan siyasetê dike. Berê gelekî qal dikir, piştre dît rewşeke hemberî wî derdikeve holê. Niha naxin rojevê, behsa wê nakin, lê dikin. Wan dîtin ku li hemberî vê hikûmetê bertekeke civakî ya gelekî cidî heye. Civak dibêje sedema sereke ya vê felaketê desthilatdarî ye. Civak dibêje desthilatdarî bi we ev felaket e. Êdî ne bi tenê Kurd vî tiştî dibêjin, civaka Tirkiyeyê jî vî tiştî dibêje.

REWŞA AWARTE JÎ TÊR NEKIR

Rewşa awarte ragihand. Got ‘Dibe ku ez 3 mehan van rastiyan ji raya giştî veşêrim. Min bi hincetên awarte zext li çapemeniyê kir, min zext li mûxalefetê kir, min zext li hêzên demokrasiyê kir, min hemû kes bêdeng kir. Ez rê nadim van rastiyan ji aliyê civak, raya giştî, ji aliyê cîhanê ve bên dîtin. Ez wan hemûyan tepeser dikim û vedişêşerim.’ Lê weleh rewşa awarte jî têr nekir. Ne bes bû, ji ber vê yekê nekarî bike û pêk bîne. Bertek pêl bi pêl mezin dibin, nikare rastiya xwe veşêre. Ger dirêj bibe wê ev rewş kûrtir bibe, wê hê zêdetir têkeve rewşeke li dijî wan. Ew ê bi tevahî rewşên dramatîk, rewşên trajîk re rû bi rû bimîne. Niha nîqaşên kirina di demê de tê kirin. Ka em bibînin, bê guman, ew rêjeya rojane kontrol dikin, ew bala xwe didin bertekên rojane. Li gorî wî şêwazê rojane diguherînin û polîtîkayê diyar dikin. Lê ev rastiyek e. Tirkiye jî di pêvajoya hilbijartinê de ye. Divê em vê yekê bibînin. Ev desthilatdariya faşîst wê di vê pêvajoyê de û di dema pêş de, bi taybetî jî heta hilbijartinan van zextan xurtir û mezintir bike. Ev yek wê polîtîkayên qirkirin, şer û şîdetê yên li ser Kurdan hîn zêdetir bike. Çi ji destê wan were wê bikin. Ji bo vê hemû derfetên xwe, derfetên dewletê seferber kirin. Wê hîn bêhtir seferber bibin. Di heman demê de wê ev zextên li ser civaka Tirkiyeyê, li ser hêzên demokrasiyê, li ser mûxalefetê, hem li ser mûxalefeta demokratîk û hem jî li ser muxalefeta di nava pergalê de bidome. Wê zextên li ser çapemeniya demokratîk, li ser raya giştî, li ser civakê zêdetir bikin. Bi vî rengî wê bi zext, tundî, zor û mêtingeriyê hewl bidin hilbijartinan desteser bikin. Wê hewl bide hêza xwe zindî bihêle, wê hewl bide ku wê biparêze, lê niha ev jî pûç e. Ev serdema desthilatdariyê bi dawî bûye. Dema wê derbas bûye. Ji ber ku mûxalefeteke xurt nehate kirin, berxwedana xurt a civakî û têkoşîn bi pêş neket, vê desthilatdariya faşîst û qirker li ser xwe ye. Êdî wê ji niha û şûnde civak destûrê nede vî tiştî, wê mûxalefet destûrê nede vî tiştî.

CIVAK ÊDÎ NIKARE XWE LI FELAKETA QESRÊ RABIGIRE

Têkoşîn wê hîn bi xurtî dewam bike. Ji dil baweriya xwe bi vê yekê tînim. Civak êdî nikare xwe li vê felaketê rabigire. Nikare felaketa qesrê qebûl bike. Nikare xwe li vê zilm û zextê rabigire. Nikare xwe li faşîzmê rabigire. Wê vê yekê ji nava xwe biavêje, wê vê desthilatdariyê bixîne. Wê vê desthilatdariya faşîst biavêje ser sergoyê dîrokê. Û Tirkiye wê bikeve nava pêvajoyeke nû. Bêguma ya girîng ew e ku ev pêvajo wê çawa be. Bi restorasyonê Tirkiye demokratîk nabe. Bi restorasyonê li Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ya demokratîk ava nabe. Bi restporasyonê li Tirkiyeyê sîstemeke demokratîk, adîl û bi edalet ava nabe. Li Tirkiyeyê bi restorasyonê komareke demokratîk ava nabe.

Komareke demokratîk bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ava dibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî avakirina komara demokratîk e ku xwe dispêre xwerêveberiyê. Li ser bingeha xwerêvberiyê jinûve avakirina Tirkiyeyê ye. Lewma divê ev mejiyê dewletê yê faşîst, înkar, îmayê, mejiyê netewe dewletê ji binî ve ji holê bê rakirin. Bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewî komareke demokratîk dikare bê avakirin.

Tirkiye li ber pêkanîna vê yekê ye. Vê pêvajoyê bingeha vê yekê afirandiye. Di vê mijarê de li nava civakê de jî têgihiştineke cidî heye. Di vê pêvajoya erdhejê de fikrê li dijî Kurdan, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, li dijî siyaseta demokratîk, têgihiştina neyînî ya ku vê desthilatdariyê afirandiye, têgihiştinên nijadperestî, olperestî, şerê taybet di asteke girîng de ji holê rabûne. Lewma zemîneke girîng, zemîneke têkoşîna demokratîk afiriye, bingeha rêxistiniya demokratîk ava bûye. Divê civak, pêşengên civakê, şoreşger, pêşengên siyasî demokratîk, saziyên demokratîk vê yekê baş binirxînin. Eger muxalefet bi nêzîkatî û helwesteke bi vî rengî nêzî pêvajo û hilbijartinê bibe, wê ev desthilatdarî têk biçe. Ya ku xuya dike bi vî rengî ye. Hem li nava muxalefetê, hem li nava muxalefeta demokratîk, hem ji bo vê tifaqa milet, muxalefetê, muxalefeta maseya şer alî, bi vî rengî konseptek, polîtîkayeke dikare desthilatdariya faşîst têk bibe, diafire. Ev girîng e. Lê belê divê nava vê jî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi demokratîkbûna Tirkiyeyê bê dagirtin. Perspektîfa esasî jinûve restorekirina Tirkiyeyê nîne. Ya esasî avakirina Tirkiyeyê li ser bingehê demokratîk e. Afirandina komara demokratîk e. Sîstema parlamentê ya xurtkirî jî divê li ser bingeha vê perspektîf, felsefe û ferasetê be. Yanî sîstema parlamentê ya xurtkirî divê ne ew sîstema parlamentê ya beriya AKP'ê be. Wê jî xwe dispart mejiyê înkar û tunekirinê. Sîstema parlamentê ya xurtkirî divê xwe bispêre çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, xwe bispêre avakirina komara demokratîk a li ser bingeha xwerêveberiyê. Divê nava vê bi vî rengî bê dagirtin û siyaset jî di vê çarçoveyê de bê kirin. Ev yek wê bi xwe re Tirkiyeyê bigihîne paşerojeke demokratîk, azad û wekhev. Ji vê yekê bawer dikim.