HPG'ê şehîd Ferhat Xizginos bi bîr anî

HPG'ê gerîla Ferhat Xizginos - Mehmet Yanar bi bîr anî ku sala 2021'ê di encama qezayekê de şehîd bû û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî re milîtanekî Apoyî yê mînak bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Hevrêyê me Ferhat Xizginos - Mehmet Yanar sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêyê me Ferhat ku ji malbat û derdoreke welatparêz bû, salên dûr û dirêj li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkoşiya, bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Em soz didin ku armanca Kurdistana azad a hevrêyê me Ferhat bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Ferhat Xizginos wiha ne:

Nasnav: Ferhat Xizginos
Nav paşnav: Mehmet Yanar
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Halîme-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Ferhat Xizginos li navçeya Darahênê ya Çewlîgê ji dayik bû. Lê belê malbata wî koçî Amedê kir û li Amedê mezin bû. Hevrêyê me Ferhat li nava malbateke cewherî û welatparêz mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû û nebû bû biyaniyê nasnameya civakî. Çand û exlaqê xurt ê li nava malbatê bandor li kesayetiya hevrêyê me Ferhat kir, karaktera wî diyar kir. Şehadeta xalê wî li nava refên gerîla, tevlîbûna 2 birayên wî û xizmên nêz ên wî li nava refên têkoşîna azadiyê, bandoreke kûr li hevrêyê me Ferhat kir. Hevrêyê me Ferhat ku bi jiyana li sîstemê ne li hev bû û jiyaneke bi wî rengî qebûl nedikir, kete nava lêgerînê.

Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd bi armanca qirkirinê hate kirin, bandoreke mezin lê kir û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Ji ber hin sedeman nekarîbe tevlî refên têkoşînê bibe jî ti carî dest ji vê biryar û armanca xwe berneda û sala 2005'an meha Tebaxê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Ferhat piştî ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya şervanên nû li Zapê wergirt û tecrûdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li vir bi dest xist. Bi hêrsa hilanîna tola êşa bi sedan salan, bênasnamehiştin û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, zû tevlî pratîka gerîla bû. Hevrêyê me Ferhat bi daxwaz û eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, li Zagrosan 7 salan bênavber gerîlatî kir. Di bin fermandariya fermandarê nemir ê bi ruhê êrîşê yê mezin û pêngavên şoreşgerî Şehîd Reşîd Serdar (Mehmet Can Gurhan) de şer kir, tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yekser ji wî hîn bû.

Di zivistana sala 2012-2013'an de tevlî akademiyê bû, pratîka xwe ya têkoşînê ya 7 salan nirxand, li gorî dersên îdeolojîk hesabê pêvajoyên pratîkê kir, li ser bingeha rexnekirin û rexnedayinê xwe nirxand û ji wezîfeyên şoreşgerî yên dema nû re amade kir. Hevrêyê me Ferhat ji dil baweriya xwe bi xurtkirina karên xweparastinê û encamwergirtinê anî û weke fermandarekî namzetê vî karî xwe bi pêş ve bir. Bi vê bawerî û biryardariyê derbasî herêma Heftanînê bû. Bi hesta bilind a berpiryariyê tevgeriya, timî dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li cihê lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatiyê bike. Tevî ku pêwîstiyên têkoşîna me kir ku ew li qadên cuda kar bike, ti carî dest ji vê daxwaza xwe berneda.

Di demekê de ku çeteyên ji ber El Qaîdeyê mayî û faşîzma DAÎŞ'ê bi dîn û harbûyî êrîşî gelê Kurd kirin, xwestin qir bikin û xizmet ji dewleta Tirk re dikir, hevrêyê me Ferhat jî mîna hemû milîtanên Apoyî li hemberî vê pêvajoyê bêdeng nema. Ew jî weke ewladekî şoreşger û bi rûmet ê gelê xwe, ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, êrîşên li ser gelê me beralî bike û qadên jiyana azad biafirîne, kar kir. Li qadên cuda li hemberî çeteyên faşîst ên paşverû bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû, bi daxwaz û hewldaneke mezin hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Li dijî dijminê mirovahiyê belayê DAÎŞ'ê têkoşiya, bi vî rengî berpirsyariya xwe li hemberî mirovahiyê û gelê xwe bi cih anî û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya xwe ya bi salan bi berpirsyarî rabû, ji bo xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derkeve fedakariyeke mezin kir.

Hevrêyê me Ferhat bi hestên esîl û armancên mezin ên di dilê xwe de ji bo jiyana azadiyê ya gelê me têkoşiya. Di encama qezayekê de şehîd bû. Fermandar hevrêyê me Ferhat li pey xwe têkoşînek û bîranînên bedew hişt. Em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Ferhat derkevin, armancên wî ku bi salan di oxira wê de têkoşiya teqez bi cih bînin. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê xwe Ferhat û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."