Bi 150 tabloyan Newroz pêşwazî kir

Wênesaz Hîkmet Îbrahîm bi 150 tabloyên xwe ku bi kevir, kapek, sifir, xîz û pola çêkiriye, Newrozê pêşwazî dike. Hîkmet Îbrahîm hêvî kir ku Newroza 2023'an aştî û azadiyê bi xwe re bîne.

Li Rojavayê Kurdistanê ku çalakiyên çandî û hunerî lê belav dibin, gel bi agirê ku pêdixin û hunermend jî bi berhemên xwe Newrozê pêşwazî dikin. Yek ji wan wênesaz Hîkmet Îbrahîm ê 56 salî ye. Hîkmet Îbrahîm piştî xebateke giran a 10 mehan karîbû tabloyên xwe yên ji bo hefteya Newrozê weke ku xeyal dikir pêşkêş bike.

Di 150 tabloyên ku ji kevir, qirşik, sifir, qûm û pola hatine çêkirin de gelek berhemên hunerî mizgîniya hatina biharê didin, gelek tabloyên ku berxwedana Newrozê vedibêjin jî hene. Ji berxwedana Jîna Emîn a ji aliyê "polîsên exlaqî" yên dewleta Îranê ve hat qetilkirin, tabloyên ku zîhniyeta desthilatdariya mêr nîşan dide, ji destana Mem û Zîn heta berxwedana Kobanê, çîrokên ku bûne sembolên berxwedanê yên di dîroka gelê Kurd de derdikevin pêş. Di berhemên hunerî de ku xweza, kevir û deşta Kurdistanê jî di nav xwe de dihewîne de, bedewiya xwezaya Kurdistanê jî nîşan dide.

Hunermend di 16’ê Adarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest bi pêşandana 150 tabloyên ku xêz kiribûn kir.

DI HER TABLOYEK DE BERXWEDANÊ NÎŞAN DIDE

Hîkmet Îbrahîm ku di demeke sînordar de û bi derfetên kêm hewl daye berhemên xwe pêşkêşî civakê bike, bal kişand ser roja berxwedanê Newrozê û wiha got: “Adar mehek e ku hem êş tê jiyîn û hem jî berxwedan tê nîşandan. Xeyala min ew bû ku ez 150 tabloyên ku min ji bo Newrozê çêkiribûn biqedînim. Ev 10 meh in ez bi hunerê re eleqedar im, lê ev ne rewşeke ku ji ber xwe ve pêşketiye. Di encama sêwiranên ku min bi salan xeyal dikir, min karî 150 tabloyan çêkim. Di dîroka gelê Kurd de di meha Adarê de gelek bûyer qewimîne. Di nav van de ya sereke Komkujiya Helebceyê ya 16'ê Adarê û Komkujiya Qamişlo ya 12'ê Adarê ye. Min xwest di tabloyên xwe de behsa van qetlîamên bi êş bikim. Her wiha min xwest sêwiranên ku sembola berxwedana gel, berxwedana Kawayê Hesinkar Newrozê çekim. Min bedewî û dewlemendiya xwezaya Kurdistanê jî derxist pêş. Armanca min ew bû ku bi 150 tabloyan Newrozê pêşwazî bikim. Newroz berxwedan e. Min di her tabloyê de çîroka berxwedanê nîşan da. Dîroka ku bi berxwedanê hatiye hûnandin, divê neyê jibîrkirin. Divê dîroka me bi hunerê were parastin.”

XEYALÊN XWE LI SER TABLOYAN NEQIŞ KIR

Hîkmet Îbrahîm destnîşan kir ku ew cara ewil e ku tabloyan xêz dike û wiha dewam kir: “Li gorî agahiyên dîrokî min bi xeyalên ku di hişê xwe de li gorî zanînê pêk tên, ji malzemeyên wek kevir, qirşik, qûm û sifir wêne xêz kirin. Min di tabloyên xwe de timî berxwedana jinên Kurd xêz kiriye. Bi rêya hunerê min anî ziman ku ev berxwedan wê bi dawî nebe, heta ku jina Kurd bigihêje encamê wê têbikoşe û min xêz kir ku bi têkoşînê wê civakek azad ava bibe. Armanca min a sereke ew bû ku, hêrsa gel li dijî pergala desthilatdar di wêneyên xwe de xêz bikim. Min hewl da ku îradeya gelê Kurd bi wêne û pola nîşan bidim.”

DIXWAZE BI RÊYA HUNERÊ XWE BIGIHÎNE CIVAKÊ

Hîkmet Îbrahîm anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku civakê bi hunerê agahdar bike û got, “Hûn dikarin bi hunerê peyama ku dixwazin bidin civakê. Divê civak bi hunerê were ronîkirin. Huner amûrek fêrbûn û hînkirinê ye. Civakek bê huner nayê nabe. Her wiha divê bi hunerê bûyerên dîrokî neyên jibîrkirin. Ger huner li gorî hewcedariyên civakê bi awayekî feyde were bikaranîn, civakek hişmend ava dibe.”

'MIN NEXWEST EZ BERHEMÊN DIN ÊN HUNERÎ JI XWE RE BIKIM NIMÛNE'

Hîkmet Îbrahîm da zanîn ku rêbaza wî ya hunerî kêm tê peyda kirin û wiha got: “Wêneyên ku ji kevir, qirşik, qûm û pola hatine çêkirin, gelek kêm in. Min nexwest ku ez berhemên din ên hunerî ji xwe re bikim nimûne. Bi rastî, min xwest ya zor hilbijêrin. Min xwest ez bi çîrokên ku berê nehatine kirin û nehatine vegotin re mijûl bibim. Xeyala min ew bû ku ez nûbûnê pêş bixim. Ez difikirim ku min xeyala xwe bi rêbaza hunera xwe ya bijarte pêk anî. Gelek hevalên min li ser rêbaza ku min hilbijartî henekên xwe kirin. Kevir, qirşik, pola û hwd. Ew matmayî man ku ez çawa dikarim ji van malzemeyan karekî wiha hunerî çêkim.”

DI NEWROZA 2023 'YAN DE BER BI AZADIYÊ VE

Hîkmet Îbrahîm da xuyakirin ku, bê huner civak azad nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez hêvî dikim ku Newroza 2023’yan bibe wesîleya azadiyê. Hêvî dikim sala nû bi wekhevî û yekîtiya gelan di nav azadî û aştiyê de derbas bibe. Divê ev sal ji bo gelê Kurd bibe sala serkeftin û serfiraziyê. Ev yek bi yekitiya gelê Kurd pêk tê. Min di tabloyên xwe de wekheviya gelan û yekîtiya gelê Kurd nîşan da; Ez hêvî dikim ku ev tablo jî bibe wesîleya vê yekê."