Dersim: PKK partiya fedaîtiyê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Bi rengekî rêxistinî, zanebûn û nêzîkatiyeke îdeolojîk fedaîtî hate nirxandin. Di kevneşopiya PKK'ê de fedaîtî heye."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim diyar kir ku fedaîtî ya ku li dijî mêtingeriyê di dîroka Kurdistanê de veguheriye berxwedanê, bi PKK'ê re gihîşt ast û wateyeke gelekî cuda.

Ayten Dersim tevlî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal. Dersim ruhê fedaîtiyê yê li nava PKK'ê û bandora vî ruhê li gelê Kurd nirxand.

'DI KEVNEŞOPIYA PKK'Ê DE FEDAÎTÎ HEYE'

Di nava PKK'ê de ruhê fedaîtiyê çawa destpê kir û bi pêş ket?

Di nava gelek civakan de fedaîtî tê dîtin. Lê belê di nava civaka Kurd de ev yek hîn bi xurtî heye. Dema ku mirov bala xwe bide ser dîroka berxwedanê ya Kurdistanê mirov fedaîtiyê dibîne. Kevneşopiyeke berxwedanê heye ku ji Rinde Xanan heta Besê û Zarîfeyan dewam kir. Dibe ku wê demê kevneşopiyeke fedaîtiyê ya bi zanebûn û rêxistinî tune bû. Lê belê ji ber ku çandeke berxwedanê ya civakî bû, bi her kesî re feraseta xwefedakirinê hebû. Eger mirovek ji bo armancên xwe, ji bo welat, civaka xwe bêfikar xwe feda dike, ev yek fedaîtî ye. Bêguman piştî ku tevgera me destpê kir, fedaîtî jî veguherî şêweyekî cuda. Bi nêzîkatiyeke rêxistinî, bi zanebûn û îdeolojîk fedaîtî hate nirxandin. Bêguman eger mirovek dixwaze armancên xwe bi ser bixîne beriya her tiştî divê berê xwe bide armanca xwe. Dema mirov bû xwedî armanc û berê xwe da wê armancê, hingî xwe ji bo wê feda dike. Eger fedakirin nebe nepêkane ku ew armanc pêk were.

Ji destpêka partiya me PKK'ê heta niha her hevalên şehîd bûn bi ruhê fedaîtî şer kirin û şehîd bûn. Di kevneşopiya PKK'ê de fedaîtî heye. Cangorîbûn fedaîtî ye. Ji şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer û vir ve hevalên me yên şehîd bûn afirînerên vê kevneşopiyê ne. Mînaka herî şênber a vê yekê li zindana Amedê tê dîtin. Di dema ku dijmin digot 'min qedand, tasfiye kir' şoreşgerên ku berê xwe dan armancên xwe, sîstema êşkenceyê ya metirsîdar û herî zalim a dîroka mirovahiyê têk birin. Ev jî ruhê fedaîtiyê yê PKK'ê ye. Em di vir de yekîtiya gotin û çalakiyê dibînin. Di pîvanê de em zelaliyê û dilsoziyê dibînin. Gotina 'berxwedan jiyan e' ya hevalê Mazlûm gotin û çalakî kir yek û ruhekî fedaîtî afirand ku dijmin şoq kir. Ev ruhê li nava PKK'ê bi fedaîtiya Mazlûman, Hayriyan, Kemalan ava bû. Dema ku mirov bala xwe dide ser çalakiya Çaran, mirov dibîne ku ev fedaîtî pejirandine. Çar heval li hev kom bûn û xwe feda kirin. Ji bo agirê şoreşê gur bike, bedena xwe dan ber agir ku ev yek encameke ruhê fedaîtiyê ye. Ev ruh di asta destpêkê ya PKK'ê de afirî.

'KÊLÎ Û TAKTÎKA KU DIJMIN NE LI BENDÊ BÛ'

Bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' yên ku di dema Komploya Navneteweyî de hatin kirin, beriya wê çalakiya ku Zeynep Kinaci pêk anî, hûn çawa dinirxînin?

Bêguman beriya van çalakiyan hin çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya hevala Bêrîtan, çalakiyên Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan hatin kirin. Ev hemû di nava PKK'ê de kir ku ruhê fedaîtiyê kûrtir bibe, belav bibe. Çandek, kevneşopiyek ava bû. Tevî van hemûyan, fêhmkirin û nêzîkatiya li gorî demê jî fedaîtî ye. Rêberê me ji bo hevala Zîlan got, 'Di dema xwe de fêhm kir û bersiv da'. Ya ku çalakiya hevala Zîlan ewqasî hêja dike ew e ku komploya navneteweyî beriya her kesî dît û bersiveke xurt da. Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev yek ruheke. Naxwe eleqeya vê yekê bi nûbûn an jî berê re nîne. Eleqeya xwe bi welatparêzî yan jî kadrotiyê nîne. Pêwendiya xwe bi fêhmkirin û bicihanînê heye. Hevala Zîlan têkoşereke ji du salan bû. Lê belê karîbû mohra xwe li dîrokê bixe. Di kêliyekê de ku dijmin qet ne li bendê bû bi çalakiyekê xeta fedaîtiyê kûr kir. Çalakiya hevala Zîlan rêbazeke nû ya taktîkê afirand. Rêbazeke welê ku berê xwe da armancê û serketina ji sedî sed danî ber xwe. Divê her gerîla bi rêbaza Zîlan xwe bi rêxistin bike, biçe ser dijmin û encamê bi dest bixe. Ji sala 1996'an û pê ve li hemû qadên gerîla rêbaza nû ya taktîkê û ruhê fedaî yê hevala Zîlan jinûve avabûn pêk hat. Rêbertî got, 'Zîlan fermandara me ye, em leşkerên li ber destê wê ne'. Lewma ruh, taktîk, rêbaz û sekna demê rêbaza Zîlan e.

Hevala Sema Yuce jî li dijî tasfiyekarî û sekna milîtanî ya li ser xeta Rêber Apo, helwesta bi biryar nîşan da û manîfestoya xeta me ya fedaîtiyê ava kir. Piştî hevala Sema jî çalakiya ku hevalê me Fîkrî Baygeldî pêk anî, pêşengiya hevalên jin a li xeta fedaîtiyê gihand asteke cuda.

ÇALAKIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

Civakan di dîrokê de şahidî ji gelek şoreşan re kirine. Lê belê di ti şoreşê de dilsoziyek ewçend dilsozê rêbertî nîne. Fedaîtiyeke civakî afirî ku bi derkretina Rêbertî ya ji Sûriyeyê destpê kir û li her devera cîhanê belav bû. Ji zarokên neh salî heta dayik û bavên extiyar li dora Rêbertî bûn xeleka ji agir. Ev yek di dîrokê de nehatiye dîtin, fedaîtiyeke bêhempa afirand. Ev ruhê fedaîtiyê yê bi PKK'ê re destpê kir, li nava gelê Kurdistanê belav bû. Her wiha bi hevala Elefterya ya ku li Yewnanistanê çalakî kir, ev ruh giştî bû. Tevlîbûna hevalên enternasyonal çêbû. Nîşan dide ku PKK ku tevgereke Rêbertî ye, çiqasî bûye gel. Eger Rêbertî ev çalakî ranewestandibûya, hêza kesî têrê nedikir ku van çalakiyan rawestîne. Wê demê bi sedan hevalan xwe kirin xelekek ji agir û li dora Rêbertî bûn mertalek. Ev ruhê fedaî heta îro jî dewam dike. Tişta ku gelê Kurd û milîtanên tevgerê bi yek dengî gotin, 'Bê Serok jiyan nabe'. Ev yek ne tenê di gotinê de ma. Cîhanê dît ku gelê Kurd çawa di asta fedaîtiyê bi Rêbertê xwe ve girêdayî ye.

FEDAYÎTIYA JINAN PERSPEKTÎF AFIRAND

Fedayîtiya jinan bandor û guhertinek çawa li mêran kir?

Bi sedan hevrêyên jin çalakiya fedayî kirine. Nameyên ku li pey xwe hiştine, hene. Di nameyên xwe de sedemê çalakiyên xwe vegotine. Hemû hevalên wan van nameyan dixwînin. Lewma hevrêyên wan ên mêr van nameyan ji bo xwe weke perspektîf dibînin. Ji xwe ji ber ku şoreşa me şoreşek e ku bi pêşengiya jinê hatiye kirin, di her mijarê de pêşengiya jinê mijara gotinê ye. Lewma hevalên wan ên mêr heval Zîlan, heval Bêrîtan, heval Sema û hevalên fermandar ên pêşeng hemûyan ji xwe re mînak digirin û ev tiştek gelek xwezayî ye. Me nêzîkatiya Rêbertî diyar kir. Rêbertî bi xwe heval Zîlan ji bo xwe weke fermandar dibîne. Ji ber ku dilsoziya bi armancê re, bala xwe dayîna serkeftinê, fedayîtî, taktîk, nû bûn û her tişt di çalakiya heval Zîlan de heye. Lewma Zîlan fermandar e û em leşkerên wê ne. Lewma Zîlan xwedawenda me ye û em jî şopdarên wê ne. Hetanî îro hevalên ku çalakiya fedayî dikin hemû, hevala Zîlan mînak digirin. Di fedayîtiyê de bû xetek.

Heval Mehmet Tûnç jî ji çalakiya heval Zîlan bandor bûbû. Li Cizîrê berxwedana destanî û sekna fedayî ya hevalê Mehmet Tûnç pêk hat. Ji ber ku Zîlan ne tenê kadroyên PKK’ê, gelê Kurd hemû bandor kir û bûye xetek. Zîlan bûye navê berxwedana li Kurdistanê. Xetek fedayîtiyê ya gel, pêş xist. Tarzek nîn e ku xwe dubare dike. Di xeta fedayîtiyê de tarzek heye ku xwe mezin dike û pêş dixe.

‘GERÎLA XWE NÛ DIKE Û ŞER DIKE’

Gelo em dikarin ruhê gerîlayên ku di van salên dawî de di tunelên şer de li berxwe didin, ji vê ruhê fedayî cuda bigirin dest? Çavkaniya vê ruhê ku di gerîla de pêş ketiye, çiye?

Îro axaftinên hevalên ku di tunelan de li berxwe didin hene. Soza mezinkirin û domandina mîrateya ku Zîlan, Viyan û Bêrîtanan hiştiye, didin. Ev jî çavkaniya wê şîrove dike. Armanca dewleta Tirk a faşîst; li çiyê gerîla tune bike, gelê Kurd li bajêran bi fetisîne û li Îmraliyê dengê Rêbertî qut bike. Konseptek şer a topyekûn mijara gotinê ye. Li dijî vê yekê jî gerîla bi dewlemendiya taktîkan, pêvajoyek nû da destpêkirin. Gerîla xwe dubare nekir. Yanî negot, ji xwe ez gerîla û fedayî me. Heman wisan rasterast bi hestiyar nêz nebû. Li dijî teknîka dijmin ji bo encamek bi bandortir bi dest bixe, xwe nû kir û bi ser ket. Di tunelan de ruhek fedayî heye ku heta guleya xwe ya dawîn şer dikin û di kêliya dawîn de bi ser dijmin de diçin û bombeya xwe diteqînin. Ev tarz û hişmendî, fedayîtî ye. Ev tarz bi Zîlanan destpê kir û hetanî roja me hat. Li Rojava li dijî DAÎŞ’ê heval Arîn Mîrkan, heval Rêzan bi vî tarzî çalakiya fedayî kirin û çarenûsa şer guherandin. Dîroka têkoşîna me ya azadiyê, bi vî rengî hetanî îro hatiye. Lewma Rêbertî dibêje, ‘PKK partiya fedayiyan e. PKK partiya şehîdan e’. PKK partiyek azadiyê ye. PKK partiya yên xwe bexşandî ne. Ev bi sedan car hatiye îspatkirin.