HPJ’ê bi merasîmek bi heybet Newroz pîroz kir
HPJ’ê ji bo pîrozkirina Newrozê merasîmek bi heybet lidar xist û got: “Li hemberî pergala xwînxwar, li ser esasê parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin pêwîst e.”
HPJ’ê ji bo pîrozkirina Newrozê merasîmek bi heybet lidar xist û got: “Li hemberî pergala xwînxwar, li ser esasê parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin pêwîst e.”
Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê Newroz bi merasîmek bi heybet pîroz kir. Merasîm bi vêxistina agir berdewam kir. Yek ji fermandarên HPJ’ê Sema Kurdistan di merasîmê de axivî û wiha got:
“Bi dirûşmeya ‘Newroz Berxwedan e, Berxwedan Jiyan e!’ em di serî de Newrozê li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê, li gelê welatparêz û hemû gelên bindest pîroz dikin. Em bi hêvîne û bawer dikin ku Newroza sala 2023’an wê bibe bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û her cure serkeftinên mezin. Bi rengekî şênber li holê ye ku bi tijîkirina 50 salan û derbasbûna 51’emîn salvegera Tevgera Apoyî ve li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê hemûyê di pêşengiya xeta bîrdoziya rizgariya jin de pêşketin û pêşveçûnên girîng çêdibin. Yek ji mînakê vê rastiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şoreşa jin e ku bi dirûşma ya rastî bi felsefa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rêve diçe ye. Dînamîzma vê şoreşê ku bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digre di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de bû pira jiyanê. Ev jî ruhê serhildan û ruhê berxwedanê ku bingehê xwe ji cewhera jinan digre zêdetir geş dike. Bi vî rengî bandora vê şoreşê ku bi pêşengiya Rojhilata Kurdistan û Îranê pêş dikeve berbelavê cîhanê dibe û ji bo jinan hemûyan dibe îlhamê utopyayê jin.
Newroza cejna Arî ku ji bo civakê mezopotamya û bi taybet jî ji bo Kurdistan xwedî dîrok û çandek kevnar û stratejîk e, roja îro jî bi heman ruhê berxwedan û serhildanê jiyanê van herêma ronî dike, dibe bingeha xwe nûkirin û bi giştî dibe ruhê vejînê. Ji ber van taybetmendiyên xwe Newroz û jin xwedî têkiliyek sîmbiyotîk in û heta em dikarin bêjin ku rastiya Newrozê bi rastiya jin digihîje wateya xwe ya rasteqîn. Ji bo vê rastiyê jî li hember desthilatdariya mêrserwer bi ruhê Newroz xwe rêxistin kirin û têkoşîn bilind kirin yek ji esasê me yê sereke ye. Di vir de rol û mîsyona herî mezin li ser milê şoreşa jinê ye ku bi pêşengiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş dikeve ye. Jiber ku ev şoreş di bingeha fikir û ramanên Rêber Apo de pêş dikeve, di dîroka azadiya jin de derketinek girîng e û araste diyar dike. Ji bo ku di şexsê desthilatdariya rejîma Îranê de yê ku tê darizandin pergalê modernîteya kapîtalîst a mêrserwer e. Li ser van esasa rêxistinbûna xwe, têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bilind kirin û li hember vê pergalê bûyîna hêzek bingehîn êdî rastiyeke jêneveger e. Di astê heyî de serhildanên ku birêve diçin ji bo desthilatiya rejîma Îranê jî û ji bo pergalê modernîteya kapîtalîst jî bû metirsiyek pir mezin. Lewma pergal bi hemû hêzê xwe ve dixwaze vê şoreşê ekarte bike, tune bike. Ji bo vî jî her cure polîtîkayên şerê taybet bi şiklekî herî bê pîvan bikar tîne û ew ê bikar bîne. Yek ji mînakê vê rastiyê jehrî kirina şagirtan in. Bi vê kiryarê qirêj carekî din hate dîtin ku rejîma Îranê li hember jin her tim bi polîtîkayên cur be cur qetlîamê çandî, dîrokî, civakî û fîzîkî pêk tîne û ew ê her berdewam bike. Ji bo vî jî li hember vê pergala xwînxwar, li ser esasên parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin pêwîste. Bi vê zanebûnê têkoşîna heyî bilindkirin, berfireh kirin û da ku ev şoreşa jinê bi serkeftinê tacîdar bibe bê rawestan ber bi azadiyê ve meş pêwîste.”
Di dawiyê de gerîlayên HPJ’ê bi vêxistina agir û berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” pîrozbahiya xwe bi dawî kirin.