Deriyê sînor ji gelê Wanê re qedexe ye, ji Îraniyan re serbest e

Dewleta Tirk a ku Cejna Newrozê weke hincet nîşan da, Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Qelqeliya Wanê ye, li gelê Wanî qedexe kir lê ji Îraniyan re serbest e.

Dewletên Tirk û Îran bi hincetên cuda tevî destgîrkirin û qetlîamên li dijî gelê Kurd ambargoyên aborî jî pêk tîne. Dewleta Tirk bi qedexeyên li Wan û bajarên derdorê wê, çandinî û xwedîkirina heywanan aniye asta qedandinê. Her wiha deriyên sînor li gelê Kurd digire û destûrê nade ku bazirganiyê bike.

JI WANIYAN RE QEDEXE YE JI ÎRANIYAN RE SERBEST E

Li Wanê 2 deriyên sînor ên bi ser Rojhilat tên vekirin, hene. Tevî ku Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Qelqeliyê vekirî ye jî, destûr nayê dayîn ku gel bazirganiyê bike. Deriyê sînor ê ku qedexe ye gelê Wanê bazirganiyê bike, ji Îraniyan re serbest e.  Îraniyên ku ji Îranê tên Wanê dikarin her qasê alavan bikirin. Alavên ku li Wanê tên kirîn ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê bê pirsgirêk derbasî Îranê dibe. Li ji Waniyan re qedexe ye ku ji Îranê alavan bînin.

DERIYÊ SÎNOR Ê GELÎNCÎKÊ 33 SAL IN GIRTÎ YE

Deriyê din ê sînor ê Wanê jî Deriyê Sînor ê Gelincikê yê Elbakê ye. Ev deriyê sînor 33 sal in ji bazirganî û derbasbûnê re girtî ye. Deriyê Sînor ê Gelincikê ku di sala 1989'an de hatibû vekirin 6 meh şûnde ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin. Ji bo ku gelê Elbak û Wanê bazirganiyê nekin, ev deriyê sînor 33 sal in girtî ye.

Dewletên Tirk û Îran ên ku nahêlin gelê Kurd bazirganiyê bikin, her sal li herêmên sînor bi dehan Kurdan qetil dikin. Bi taybetî li navçeyên Qelqelî, Elbak, Saray û Ebexê bi sedan kes bi hinceta ku bazirganiya sînor dikin ji aliyê hêzên dewleta Tirk û Îranê ve hatine qetilkirin. Îro li gundên ser sînor ên van navçeyan hema bêje di her malekê de kesek bi hinceta bazirganiya sînor yan tê kuştin yan jî seqet dibe. Dîsa li Rojhilat kolberên ku bazirganiya sînor dikin dibin hedefa hêzên Îranê ne. Dewleta Îranê hema bêje her roj kolberan qetil dike. Ji ber qedexeya bazirganiya li gundên ser sînor, piraniya gund vala bûne. Ji ber bêkarî û nikarin debara xwe bikin kesên li gundên ser sînor dijîn neçar dimînin koçî Wanê û bajarên din bikin.