Sancar: Em ê jiyana nû ava bikin, desthilatdariyê têk bibin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Hatayê axivî û got, "Eger em ê jiyaneke nû ava bikin, divê em hesab ji berpirsyarên vê felaketê bipirsin. Divê em vê desthilatdariyê têk bibin. Piştevaniyê nîşan da ku ev hêza me heye."

HDP û pêkhateyên xwe li bajarê Hatayê ku tê gotin ji 20 hezarî zêdetir mirov ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane bi minasebeta çilrojiya qurbaniyan bernameya bîranînê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez, Tulay Hatîmogûllari, endama MYK’a HDP'ê Elîf Bûlût û parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, endamê MYK’a Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok beşdarî bernameyê bûn û ewilî serdana Turbeya Xizir a li navçeya Samandagê kirin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li vir daxuyanî da û wiha axivî: 

“Îro çilrojiya qurbaniyên erdhejê ye. Em ji bo hemû qurbaniyên xwe li vir in. Bila ruhê qurbanyan şad bibe. Em ji bo bîranîn û rêzgirtina wan li vir in. Em dibêjin xwedê hemû qurbaniyên me bi rehma xwe şad bike.

Tenê ne felaketa erdhejê hat serê gelê me. Felaket tenê ne li bin erdê çêdibe. Di heman demê li ser rûyê erdê felaketa mezin desthilatdariyê çêkir. Polîtîkayên şaş û tevdîrnegirtinên desthilatdariyê rê li ber felaketên mezintir vekir. Heke desthilatdariyê di heman kêliyê de tevdîr bigirta û mudaxile bikira wê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Desthilatdar berpirsiyarê sereke yê vê felaketa hilweşînê ye.

Xebatên têr û tije nehatin kirin û tişta pêwîst nekirin. 38 milyar dolar ji bo tevdîra erdhejê bac hat berhevkirin, lê ev pere ji bo erdhejê nehat bikaranîn. Desthilatdariyê bacên erdhejê ji bo alîgirên xwe pêşkêş kir. Desthilatdariyê xelkê terkî mirinê û qedera wan kir.

Em dotira rojê ya erdhejê li Hatayê bûn. Ev der bêxwedî hatibû hiştin. Xelkê me bi tenê hatibû hiştin. Me bi piştevanî û torên civakî hewl da piştevaniya gelê xwe bikin û me bi piştevaniya berfireh hişt ku xelk li ser linga bimîne û birînên wan pêça.

Desthilatdariyê ji bo avakirina bajaran demildest îhaleyan da destpêkirin. Erdhej ji ber polîtîkayên rantê veguherî felaketa bi destê mirovan. Niha em bi zîhniyeta desthilatdariyek ku vê felakete wek rantê li dijî me bikar tîne re rûbirû ne. Lê em ê jiyana nû û bajarvaniya nû ava bikin. Em ê jiyana nû ava bikin û vê pergala riziyayî ya kevn bişînin. Em neçarin ku vê pergale kevnare biqewirînin. Piştevaniyê nîşan da ku ev hêza me heye. Em ê bi hêza xwe ya yekgirtî vê pergalê biguherînin.

Em neçarin ji ber rêzgirtina qurbaniyên xwe û êşa li pey wan maye berpirsiyariya xwe bicih bînin. Lewma em neçar in ku jiyanek nû ava bikin. Heke em ê vê jiyana nû ava bikin, divê em ji berpirsyarên vê felaketê hesab bipirsin. Em berpirsiyarin ku hesabê qurbaniyên xwe û gelê xwe ji vî desthilatdariyê bipirsin."