Bîlançoya Lehiyê ya li Bakurê Kurdistanê giran dibe
Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê di lehiyê da jiyana xwe ji dest dan derket 15’an.
Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê di lehiyê da jiyana xwe ji dest dan derket 15’an.
Barana zêde ya ku duh bi bandor bû li Riha, Semsûr û Meletiyê veguherî lehiyê. Li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber barîna baranê li Amed, Mêrdîn û bajarên derdorê jî lehî rabû.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li herêma erdhejê 5 rojên pêşiya me, hewa wê bi baran be.