Newroza Kerkûkê bi coşek mezin bi dawî bû

Pîrozbahiya Newroza Kerkûkê ku bi tevlêbûna sedan welatiyên herêmê hatibû lidarxistin, bi coşek mezin û gerandina govendê dawî bû.

Newroza îsal a Kerkûkê bi dirûşma “Ji bo hebûn û azadiyê Newroz sembola şoreşa gelan e“ li Şîwesûr bi tevlêbûna sedan kesî hatibû destpêkirin, bi gerandina govendê bi dawî bû. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Azadî, RJAK û rengên Kesk-Sor-Ser hatibûn hildan.

Piştî rêzgirtinê ewilê Endamê Komîteya Newrozê Hevserokê Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed axivî xêrhatina girseyê kir û Newroz pîroz kir.

Koma Şehîd Serhet piştre derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Piştre jî Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Husên peyamek da û bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.

Piştî axaftina Hevseroka Tevgera Azadî hunermenda Rojhilatî Jîna Seqiz û Loqman Selîm derketin ser dikê û stran gotin. Girseyê jî li ber dengê wan govend gerandin.

Di dewama pîrozbahiyê de peyama RJAK ji aliyê Jîno Mihemed ve hate xwendin. Dîsa peyama Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Newroz Ehmed ve hate xwendin.

Di peyama RJAK’ê de jî ev hate gotin: “Pêwîste li ser bingehê Netewî têkoşîn bikin ji bo hemû pêkhateyên cihê û taybet ji bo jinan.”

Di peyamê Komîteya Azadî Ji bo Abdullah Ocalan de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û ev hate gotin: “Cejna Newrozê sembola têkoşîna li dijî stemkarî û dagirkeriyê ye. Newroz peyama têkçûna dagirkeran e. Newroz ji bo rêxistinkirin gel a li ser bingehê demokrasî û azadî bang e.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.