Şaredariya gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin

Di encama barîna baranek bi hêz de duh li Şengalê lehî rabibû û rêyê gelek gundan hatibûn girtin. Şaredariya Gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin.

Li gelek bajarên Kurdistanê di encama barana bihêz de lehî rabû û gelek rê hatin girtin. Şaredariya Gel a Şengalê jî bi erk û berpirsyariya xwe rabû û gelek rêyên di encama lehiyê de hatibûn girtin vekirin.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Xelîl Hecî diyar kir ku, wan weke şaradarî ji bo xebatên vekirina rêyan seferber bûne û got, “Duh baranek bihêz bariya. Her çendî ji bo me baran bûyerek xwezayî yê kêfxweşiyê be jî, hinek astengî û zehmetî bi xwe re anî. Gelek rê hatin girtin. Welatiyên me yên di konan de dijîn, rastî zehmetiyên mezin hatin.” 

Hecî anî ziman ku di encama lehiya ku pêk hatî de gelek kevir ketine ser rêya Serdeştê û wiha berdewam kir, “Weke şaredariya gel em ketin tevgerê da ku welatî bikaribin bi hêsanî biçin û bên û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Ji bo welatiyên xwe em amade ne ku hemû derfetên xwe seferber bikin.”

Ji ber lehiya ku rabû duh li Şengalê ciwanek 19 salî jiyana xwe ji dest da bû û her wiha gelek sewalên welatiyên Şengalê li ber lehiyê çûn. 

Ji ber lehiya ku rû da, Parêzgeha Musilê betlanaya giştî ragihandibû.