Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê xwestin Qirkirina Helebceyê bê naskirin

Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê ji ber salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek dan û xwestin komkujî weke 'qirkirinê' bê naskirin.

Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî di salvegera 35'an de qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî.

Tifaqê nerazîbûn nîşanî cîhanê da ku li pêşberî 'Hîroşîma ya Rojhilata Navîn' bêdeng ma û got, "Belê wê rojê, di wê roja dîrokî de cîhana rojhilat helwestek nîşan nedabû. Ji ber ku hevalbendên Saddam bûn. Ji cîhana rojhilat jî nerazîbûneke gelekî kêm hatibû nîşandan. Tevî vê yekê Yekîtiya Komarên Sowyetê yên Berê, Çîn, Emerîka û Yekîtiya Ewropa li hemberî Qirkirina Helebce bêdeng man. Her wiha dema ku rejîma Saddam Qirkirina Enfalê dewam dikir, di 26-29'ê Çileya 1987'an de Rêxistina Hevkariya Îslamê li Qûweytê kom bû lê di vê civîna bilind de li ser qirkirinê ti nerazîbûn nehatibû nîşandan. Rêxistina Hevkariya Îslamî kuk sê roj piştî komkujiya Helebceyê li hev civiya, careke din bêdeng mabû. Cîhan li hemberî Hîroşîma Rojhilata Navîn bêdeng ma. Yanî dema ku gelê me hate qirkirin, li cîhanê bi tenê bû.

Em dibînin ku mêtinger ji bo tunekirina statuya heyî ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rojava ya Xweser ji holê rakin, qet nebe kêm bike û bandora wê biçûk bike, her firsendê bi kar tînin. Tirkiye di rojên destpêkê yên mezintirîn erdheja dîroka xwe de jî navber neda êrîşên li ser Rojava. Li çar parçeyan zext, tehcîr, metirsiya qirkirinê li ser gelê me dewam dike.

Bi navê Karê Tifaqa Kurdistanî li hemberî vê xetereyê em bang li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, Rêveberiya Rojava ya Xweser û hemû siyaseta Kurdan û gelê xwe dikin ku bi hev re tevbigerin, piştevaniya hev bikin. Em bang li hêzên demokrasiyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku di vê pêvajoya krîtîk de bi gelê me re bin."

ÎHD'Ê JÎ XWEST WEKE QIRKIRINÊ BÊ NASKIRIN

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek weşand û xwest Helebce weke 'qirkirinê' bê naskirin.

ÎHD'ê diyar kir ku wan biryar dane 16'ê Adarê weke 'Roja Qirkirina Kurdan' nas bikin û bang li dewleta Komara Tirkiyeyê jî kir ku vê qirkirinê nas bike.