Wê li 34 bajaran agirê Newrozê were pêxistin

Newroza 2023’an wê bi şîara ‘Her der Newroz, her dem azadî’ li gelek bajaran were pîrozkirin.

Di Newrozan de ji ber kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane wê axaftvan û hunermend cilên reş li xwe bikin. Wê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane werin bîranîn û helwesta AKP’ê ya li ser erdhejê were şermezarkirin.

Agirê pêşîn ê Newroza 2023’an di 15’ê Adarê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê hatibû vêxistin.

Wê pîrozbahiyên di 18’ê Adarê de di 21’ê Adarê de were kirin. Ji ber lehiyê pîrozbahiya li Wêranşara Rihayê û 3 navendên din hate betalkirin.

Bernameya Newrozê wisa ye:

19’Ê ADARÊ

Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Wan, Mûş, Enqere, Mêrsin, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, Bûrsa, Stenbol, Qoser, Balikesîr-Ayvalik, Kocaelî-Gebze, Tetwan, Gever û Sakarya Arîfiye.

 20’Ê ADARÊ

Qers, Colemêrg, Xarpêt-Dep, Agirî, Agirî-Patnos, Erdexan û  Erzirom-Qereyazî 

21’Ê ADARÊ

Amed, Cizîr, Çanakkale, Balikesîr-Bandirma, Erdexan-Gole, Bazîd, Nisêbîn, Mûş-Margîrt.