Hevseroka Giştî ya HDP’ê çû serdana Emîne Şenyaşarê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan şandeya pê re, çû serdana Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê digire.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya pê re ku ji Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayse Surucu, Omer Ocalan, Nusretîn Maçîn û Nîmettûllah Erdogmûs û Rêxistina HDP’ê ya Rihayê pêkhatî, li Rihayê serdana welatiyan kir ku bandora lehiyê li wan bûye. Bûldan û şandeya li gel wê, serdana welatiyên ku li taxa Suleymaniye ya navçeya Eyubiye, navenda dan û standinê ya Pîzaya û Çemê Karakoy ên ji ber lehiyê bandor li wan bûye. Bûldanê li ber navenda dan û standinê ya Piyazayê daxuyanî da û bi pişt re hevdîtin bi welatiyan re kir.

Li taxa Suleymaniyeyê welatiyan gilî û gazînên xwe yên ji bo derengmayîna xebatên rizgarkirine kirin. Her wiha Bûldan û şandeya li gel wê, serdana Çemê Karakoyûn jî kir. Gel, şande bi girseyî pêşwazî kir.

‘EM BI DAYIKA EMÎNE RE NE’

Pişt re jî Bûldan û şandeya li gel wê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir ku 725 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. Bûldan, li vir axivî û bi lêv kir ku ew her tim piştgiriya malbata Şenyaşarê dikin û got: “Têkoşîna edaletê ya ku malbata Şenyaşar daye destpêkirin, bûye qîrîna bi milyonan. Dayika me pir zêde êş kişand û ev yek encax sûcdar bên darizandin û bi cezayê ku heq dikin bên cezakirin, telafî bibe. Bi hezaran kuştiyên kiryar nediyar hene. Em hemû doza edaletê dikin. Em dizanin ku ev hikûmet nikare vê edaletê pêk bîne. Lê belê li pêşiya me pêvajoya hilbijartinê heye û em careke din di wê baweriyê de ne ku hikûmeteke nû û têgihiştineke nû ya rêveberiyê van hemûyan çareser bike. Ez careke din diyar dikim ku di vê qîrîna ji bo edaletê de em bi dayika Emîne re ne.”

Dayik Emîne Şenyaşar diyar kir ku kurê wê 5 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku ew edaletê dixwazin.