Aydenîz: Gelê me wê hesabê hilweşîna di erdhejê de bipirse

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir, diyar kir ku sedema hilweşîna giran a di dema erdhejê de polîtîkayên rant û dijminatiyê ye û got, "Gelê me wê 14'ê Gulanê hesab bipirse."

Ji ber çilrojiya erdhejê ya 6'ê Sibatê, li taxa Ornek a navçeya Wêranşar a Meletiyê loqma hate belavkirin. Bername bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê hate kirin û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Serhat Eren û parlamenterên HDP'ê Garo Paylan û Abdullah Koç tevlî bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di bernameyê de axivî û got, "Afet bi serê me ve hat. Ev afet afeteke xwezayî bû, lê belê sedema hilweşîna ewqasî mezin ev desthilatdarî ye. polîtîkayên rantê, polîtîkayên bajarbûnê û polîtîkayên dijminatiya li gel û baweriyan ad esthilatdariyê sedema vê hilweşînê ye."

Aydenîz bi bîr xist ku 40 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê hîn jî birîn nehatine pêçandin û got, "Hîn jî desthilatdarî û dewletê ji bo çareserkirina mexdûriyeta gelan tiştek nekiriye. Mirov hewl didin xwe ji binê kavilan rizgar bikin, lê belê ew li pey rantê ne. 40 roj derbas bûn hîn jî pirsgirêka kon, enqazê û ava germ heye, lê ev desthilatdarî li pey rant, bajarvanî û pêşkêşkirina pereyan ji bo alîgirên xwe ye."

Aydenîz destnîşan kir ku gel bi piştevaniyê wê birînên xwe bipêçe û got, "Ji bo hesabpirsîna qurbaniyan em ê li gel gelê xwe bin. Ji ber ku wê hesab bidin." Aydenîz diyar kir ku gel wê hesab ji desthilatdariyê bipirse û got, "Li pey rantê ketin. Gelê me wê di 14'ê Gulanê de hesab ji wan bipirse."

Heyet piştî bernameya li taxa Ornekê ji bo beşdarî mewlûdê bibe çû navçeya Wêranşarê.