Peyama Newrozê ya KCK’ê: Dema hilweşandina desthilatdariya faşist hatiye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê li ber xerabûnê ye û got: “Dem hatiye ku mirov vê desthilatdariya faşist bi temamî hilweşîne.“

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî Newroza 2023’yan pîroz kir. KCK’ê, wiha bang kir: “Di serî de gelê Kurdistanê, divê gelên me di Newrozê de bi deh hezaran û milyonan dakevin qadan, hesabê bi hezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji AKP-MHP ya kujer bixwazin.“

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Em dikevin pêvajoya Newrozê ku sembola nû ya berxwedanê û vejînê ye. Destpêkê em dibêjin Newroz pîroz be, em Newroza hemû gelên xwe bi ruhê berxwedan û têkoşînê, pîroz dikin. Em, Newroza 2023’yan li Rêber Apo pîroz dikin ku rêya têkoşîn û berxwedanê ji me re vekir û zanebûn û îrade daye me. Em, cejna Newrozê ya gelê Kurd ku ji dîrokê hetanî îro li dijî zilmê li ber xwe dide, pîroz dikin. Newroz, bi qasî ku cejna gelan e, ya civakên hatine çewisandin, jin, ciwan û kedkaran e jî. Hestên azadiyê pê tên ziman. Em, Newroza jin, ciwan, kedkar û hemû civakên berxwedêr, pîroz dikin.

‘EM SOZA XWE YA SERKEFTINÊ DUBARE DIKIN’

Newroz, helwestek e ku bindestan li dijî zaliman di berdêla azadiyê de berxwedan ava kiriye. Ev taybetmendiya dîrokî ya Newrozê, di vê serdema ku em tê de ne de jî derbasdar bûye û ji bo vejîn û azadbûnê berdêlên giran hatine dayîn.

Newroz, di wateya rast de ji nû ve hat gihandina hev dû û bi Newrozê re ji nû ve zindî bû. Bê guman Kawayên serdema me hene ku Newroz bi wateya wê re ji nû ve gihand hev. Di şexsê Şehîdê me yê Mezin ê Serdemê Kawa – Mazlûm Dogan ku bûye Kawayê serdema me, kevneşopiya Newrozê ji nû ve zindî kir û bi Newrozê re gelê Kurdistanê ji nû ve zindî kir û şehîdên Newrozê yên li pey wî meşiyane Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan de hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Li pey têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe, dubare dikin. Bê guman serkeftin bi mezinkirina li ser xeta têkoşînê ya şehîdan, pêkan e. Tevgera me hetanî îro li ser vê rêyê meşiya û geşedanên mezin bi dest xistin. Piştî vê jî tevgera me hetanî serkeftinê û pêkanîna bîranînên şehîdan, bêyî navber wê li ser rêya şehîdan bimeşe. Bila gumana tu kesê ji vê nîn be.

‘XWE JI NÛ VE AVA KIR’

Newroz, dîroka berxwedanê ya gelan û mîtolojiya kevneşopiyên wan û rastiya destanan aniya ziman û weke cejin hatiye pîrozkirin û hetanî roja me hatiye. Em baş dizanin ku mîna ku îro qewimiye, di dîrokê de jî Dehakên zilmkar hene û gelên di bin zilma Dehakan de hatine çewisandin, bi pêşengiya Kawayê Hesinkar serî rakirine û kelehên zilmê hilweşandin. Gel ji nû ve zindî û azad kir. Newroz ji ber ku dawî li zilmê anî û ruh û wate ji nû ve da jiyanê, weke roja nû hatiye pênasekirin. Wateya Newrozê di navê wê de veşartî ye. Ev jî li ser esasê azadiyê cejna xwe ji nû ve avakirinê û Biharê ye. Kevneşopiya Newrozê, bi hezaran salan li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî zilmê serhildan dest pê kiriye. Agirê serhildanê, pêl bi pêl belav bûye û zilmkar hatine têkbirin. Îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li dijî Dehakan bi pêşengiya Kawayên serdemê berxwedana mezin û têkoşîn nîşaneyên rastiya vê dîrokê ne.

NEWROZA 2023’YAN

Newroza 2023’yan, salvegera 50’emîn a meşa azadiyê ya mezin e ku pêvajoya Newrozê dest pê kiriye. Ji ber vê taybetmendiya xwe, Newroza 2023’yan ji bo wateyeke cuda ye. Rêber Apo berî vê bi 50 salan li bendava Enqere-Çûbûk bi komek hevalên xwe re civîn li dar xist û gava yekem a rêxistinbûna rêya şoreşa Kurdistanê avêt. Meşa azadiyê ku hetanî roja me didome, bi destê Rêber Apo bûye dewama pêvajoya Newrozê. Rêber Apo tim giringiya civîneke wiha di Newrozê destnîşan kiriye û xwestiye ku em fêm bikin. Rêber Apo, hîna di serî de bi vê fikrê tevgeriyaye ku gelê Kurd encex bi ruhê Newrozê ji nû ve wê zindî bibe û li ser esasê Şoreşa Azadiya Kurdistanê ava kiriye. Ji xwe gelê Kurdistanê di tevahiya dîrokê de, li gorî kevneşopiya Newrozê jiyaye û li dijî zilmkar û zilmê li ber xwe daye. Rêber Apo li dijî polîtîkayên înkar û tunebûnê ku di roja me bi destê sîstema qirker û mêtinger zêde bûye, fêm kiriye ku gelê Kurd encex bi esasgirtina kevneşopiya Newrozê dikare ji tunebûnê rizgar bibe û li gorî vê yekê tevgeriyaye. Şoreşa Azadiya Kurdistanê, li gorî esasên ku Rêber Apo diyar kirine, şêwe girtiye. Gelê Kurdistanê jî bi hêmanên azadî û berxwedanê yên ku Rêber Apo diyar kiriye, ji nû ve bingeha xwe ava kiriye. Ji vî alî ve gelê Kurd ji nû ve gihişt nasname û cewherî xwe. Ji ber ku sîstema mêtinger û qirker gelê Kurd ji nasnameya civakî û dîrokî dûr kiriye û ji cewherê wê re biyanî kiriye. Rêber Apo PKK ji nû ve ava kir û PKK bi gel re gihand hev. Gelê Kurd bi cewher û nasnameya wê rast yanî bi Newrozê re ji nû ve gihand hev. Lewma Rêber Apo gelê Kurd weke gelê Newrozê pênase kiriye.

KELEHÊN ZILMÊ YEK BI YEK HILWEŞIYAN

Bê guman dîroka mirovahiyê, yek ji kelehên herî mezin a zilmê, Girtîgeha Amedê ye. Dehakên zilmkar ên roja me, ji bo çirûskên azadiyê yên Rêber Apo vêxistine bitefînin û gelê Kurdistanê hetanî dawiyê bi tarîtiyê bixeniqîne, Girtîgeha Amedê ava kiriye. Hatiye xwestin ku şoreşgerên Kurdistanê li vê keleha zilmê werin xeniqandin û di şexsê wan de, gelê Kurdistanê hemû bê nefes were hiştin. Hevrê Mazlûm Dogan bi sê darikên neftikê agirê Newrozê vêxist. Xwe kir Newroz, tarîtiya li ser gelê Kurd û rêya azadiyê ronî kir û bû Kawayekê Serdemê yê rast. Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan di rêya ku Şehîdê me yê Mezin Mazlûm Dogan ronî kirî de, bedena xwe dan ber agir û Kurdistan û cîhan hemû ronî kirin. Gelê Kurdistanê, şehîdên Newrozê di rêya ku şehîdên Newrozê bi bedena xwe ronî kirin de meşiyan û hemû kelehên zilmê yek bi yek hilweşandin û xwe ji nû ve ava kir.

NEWROZ JI BO GELÊ KURDISTANÊ SERHILDAN Û BERXWEDAN E

Gelê Kurdistanê bi hezaran daket qadan, Newroz veguherand serhildanê û dîsa bi ser ket ku bibe gelê Newrozê. Çawa di dîrokê de agirê ku Kawayê hesinkar pêxistî li hemû çiya û deştên Kurdistanê belav bû, agirê Newrozê yê ku ji aliyê şehîdê Newrozê Mazlûm Dogan ve hat pêxistin û bi bedena Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî hate gurkirin, li Cizîrê, Nisêbînê û ji wir belavî hemû Kurdistanê bû û veguherî serhildaneke mezin a gel.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê bûye serhildan û berxwedan. Wateyeke din a Newrozê jî mirina zaliman û zayîna bindestan e. Newroz, ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo hemû gelên Mezopotamya, Kafkasya, Rojhilata Navîn û Cîhanê weke roja berxwedan, ji nû ve zayîn û azadiyê hatiye pêşwazîkirin û ji aliyê hemû gelan ve weke cejn hatiye pîrozkirin.  Jixwe Newroz kevneşopiyeke ku bi berxwedana gelan a li hemberî Dehakên zalim bi pêş ketiye û hatiye afirandin e. Divê îro hemû gel destên xwe bidin hev û bi hestên wekhevî û hevgirtinê dakevin qadan, bi reng, ziman, nasname û hestên xwe Newrozê pîroz bikin, agirê Newrozê vêbixin û li dijî zaliman hevgirtina xwe nîşan bidin.

LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊN KIRIN

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê îro bi pêkanîna qirkirina Kurdan armanc dike ku agirê azadiyê yê ji aliyê Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan û şopdarên wan ve hatiye pêxistin, ku gelê Kurdistanê ji nûve afirandiye, vemirîne. Di vî warî de keleha zilmê ya îro; Dewleta Tirk a mêtinger-qirker ku dixwaze gelê Kurd tine bike, zilmkarê îro AKP-MHP ye ku vê pergala çewisandinê ava kiriye û bi rê ve dibe. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi dîlgirtina Rêber Apo li Îmraliyê û pêkanîna tecrîda teqezkirî û êşkence û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku tu car nikare têk bibe û jê ditirse, karekterê xwe yê dijmirovahî nîşanî hemû cîhanê dide. Komara Tirk a faşîst û qirker, dixwaze bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ji holê rakirina Şoreşa Rojava, êrîşkirina Şengal û Wargeha Mexmûrê, qetilkirina Kurdan, her roj bi bombekirina erdnîgariya Kurdistanê û tunekirina xwezaya wê, qirkirina Kurdan pêk bîne. Bê şik Tayyîp Erdogan ê ku pergaleke wiha hov bi rê ve dibe, Dehakê zordar ê îro ye. Li dijî vê pergala çewisandinê û qirkirinê ya hovane ya faşîzma AKP-MHP’ê, divê gelê Kurdistanê weke heta niha di vê Newrozê de jî bi milyonan û bi ruhê serhildanê dakevin qadan û li dijî Dehakiyên hov ên îro weke ku di dîrokê de kirine, bertekên xwe yên tund nîşan bidin. Divê gelên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dakevin qadan û li ku derê lê bin Newrozê pîroz bikin û li dijî Dehaqên hov ên îro meşaleya berxwedan û azadiyê ya Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan pêxin. Divê gelê Kurdistanê di sala 2023’yan de, di Newroza 50’î ya Rêbertiyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dengekê bilind biqîre û li dijî dagirkerî, qirkirin û qetlîamên faşîzma AKP-MHP’ê helwesteke gelekî tund nîşan bide. Newroz, li dijî zilmê roja bertekên xwe bi awayekî herî tund nişandan e. Divê gelê Kurdistanê di Newroza 2023’yan de li her derê li dijî zilma AKP-MHP’ê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

DEMA TÊKÇÛNA DESTHILATDARIYA FAŞÎST HATIYE

Weke ku me di her carê de diyar kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xwedî zîhniyeteke dijberê Kurdan e. Me gel û Tevgerê bi têkoşîna xwe ya li dijî vê zîhniyeta faşîst û qirker a dijminê Kurd, ew gihandiye sînorê tunekirinê. Dem dema hilweşandina bi temamî ya vê desthilatdariya faşîst e. Divê di Newrozê de bi mîlyonan çiraya berxwedanê ya li dijî zilm û zordestan vêbixin û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin. Bi erdhejê re bi awayekê eşkere derket holê ku pergala AKP-MHP’ê xwe li ser ava kiriye, pergala komkujî, talan û wêrankirinê ye. Sedema komkujiya erdhejê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê hemû nirxên civaka Tirkiyeyê talan kirine, bi şerê ku li dijî gelê Kurd dida meşandin, çete û baroyên ku vî şerî dimeşînin têr kirine û eşkere bûye ku ji bo jiyan û siberoja vê civakê tiştek nekiriye.

DIVÊ HESAB JI AKP-MHP'Ê BÊ XWESTIN

Divê gelên me bi taybetî gelê Kurdistanê bi deh hezaran dakevin qadan û ji kujerê bi hezaran mirovên di erdhejê de hatin windakirin AKP-MHP’ê hesab bixwazin.

DIVÊ EV ŞÎN VEGUHERE HÊRSÊ

Her çiqas îsal ji ber erdhejê şîneke mezin hebe jî divê di Newrozê de ev şîn veguhere hêrsê. Divê gelê me bi milyonan dakeve qadan û agirê Newrozê geş bike û li dijî AKP-MHP’ê, Dehaqên îro bertek, hêrs û helwesta xwe nîşan bide. Divê gelên me li her derê bi ziman, nasname, çand, reng û cil û bergên xwe yên neteweyî Newrozê pîroz bikin. Bi Newroza ku bi heybetî tê pêşwazîkirin û agirê wê geş dibe, tarîtî wê ronî bibe, gel azad bibin, kelehên zilmê wêran bibin, zalim wê ji holê rabibin. Bi vê baweriyê em careke din Newroza 50’yemîn ya Rêbertiyê li gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, ciwan û hemû kesên berxwedêr pîroz dikin."