Pîremêrd nehişt agirê Newrozê vemire

Di dema Osmanî û serdema rejîma Baasê de tevî hemû astengî û qedexeyan ti carî agirê Newrozê nevemiriye. Yek ji sembolên Newrozê ya li Başûrê Kurdistan rewşenbîr, hunermend Pîremêrd e ku nehiş agirê Newrozê vemire.

Cejna Newrozê ku yek ji cejnên neteweyî yên gelê Arî ye ku her salê 21’ê Adarê weke cejn û serê salê qebûl dike, tê pîrozkirin.

Ji ber rewşa siyasî, erdnîgarî û dagirkeriya li ser Kurdistanê li her beşeke Kurdistanê agirê Newrozê bi reng û rêbazên cuda bi veşartî tim hatiye pîrozkirin. Her çendî dema Osmanî û dîsa rejîma Baasê hewl hatibe dayîn ku vê cejnê ku weke hebûna Kurdan û gelê Arî tê zanîn bê astengkirin jî, tim ev agir bi dizî jî be nevemiriye û tim geş bûye. 

PÎREMÊRD: SALÎ TAZE YE NEWROZ HATEWE

Eger ku qala Newrozê li Başûr bê kirin, teqez qala Pîremêrd neyêkirin nabe. Sirûda Newrozê ya ‘Salî taze Newroz hatewe’ bi dengê Hesen Zîrek li her kuçe û kolanê bûye yek ji sembola Newrozê. 

“Em rojî salî taze ye Newroz hatewe
Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe
çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird
Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe
Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe
Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn
Namrin ewane wa le dil milleta ejîn”

Pîremêrd di sala 1867’an de li Silêmanî ji dayik bûye. Pîremêrd helbestvan, rojnameger û rexnegirekî kurd bû.

Navê wî yê rast Tewfîq Mehmûd e. Perwerdehiya olî dîtiye. Li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907’an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909’an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950’an derêveberê rojnameyên “Jiyanewe” û “Jin” bû. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjen jî tê dîtin.

Pîremêrd di sala 1950’an de koça dawî kir û li ser wesiyeta wî li Girê Seywan ê Silêmaniyê hate veşartin.

QEDEXEYA NEWROZÊ

Di dema împeretoriya Osmaniyan û hikûmraniya wê ya li ser beşeke mezin a Rojhilata Navîn û bikaranîna Îslamê kiribû ku cejna Newrozê qedexe be. Her wiha rejîma Baasê ya Iraqê jî ji ber nasnameya xwe ya Misilmanî rê nedida ku ev Cejin Kurd pîroz bikin. Weke agirperestî pênase dikirin û nabe ku Misilman vê rojê pîroz bikin. Tevî vê jî Kurdan tim 21’ê Adarê agirê Newrozê bi dizî, li ser gir û çiyayên bilind pê xistine û pîroz kirine.

PÎREMÊRD NEHIŞT AGIRÊ NEWROZÊ VEMIRE

Di demekê de ku qedexe li ser pêxistina agirê Newrozê hebû. Pîremêrd li ser Girê Mameyare, bi şeir, stranan agirê Newrozê pêdixe û vedijîne. Di dema Pîremêrd de Cejna Newrozê bi keç û lawên bajar re li ser Girê Mamayare agirê pê dixistin, paşê bi karê hunerî û wêjeyî stran û sirûd digorin.

BI AGIR BERDANA MALA XWE NEWROZ PÎROZ KIR

Li gorî agahiyan piştî ku cara yekem Newroz bi vî rengî hate pîrozkirin rejîma Baasê rê neda ku sala din ti çalakiyek û agirê Newrozê bê pîrozkirin. Li ser vê yekê Pîremêrd 21’ê Adarê Agir berdide mala xwe û bi vî rengî agirê Newrozê pîroz dike. 

NEWROZ KIR TÊKOŞÎNA GELÊ KURD A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Armanca helbestvanê Kurd Pîremêrd ew bû ku Cejna Newrozê wekî sembolekî têkoşîna gelê Kurd li hemberî dagirkeran bide berdewam kirin. Herwiha pêxistina agirê Newrozê li ser Girê Mamyare jî ew bû ku rihekî têkoşer wekî Mamyare dinava Kurdan de derxe pêş.

LI HER DERÊ TÊ PÎROZKIRIN

Di roja îro de li seranserî Başûrê Kurdistanê bi şewitandina daran, tekereyên wesayîtan û rengên cuda agirê Newrozê tê pêxistin û pîroz kirin. 

BI ÇANDA KURDÎ LI BER AGIRÊ NEWROZÊ GOVENDÊ DIGERÎNIN

Ji ber Newroz hem weke destpêka salê û hem jî roja Cejnê tê pênasekirin. Di vê rojê de cil û bergên Kurdî, gelerî tê lixwekirin û dîsa xwarinên çandî û gelerî tên amadekirin. Li xwekirina cil û bergên Kurdî û herêmî bûye yek ji sembol û nîşaneya Newrozê, hev temam dikin. Qîz û law cilên herêmî û çandî li bejnê dikin û li ber agirê Newrozê govend û semayê digerînin. 

LI GELEK NAVENDÊN BAŞÛR TÊ PÎROZKIRIN

Niha li Başûrê Kurdistanê li çend cihan agirê Newrozê bi coş tê pîrozkirin. Li Silêmanî li Girê Mamyaren, Guwêje, li Hewlêr, Kerkûk, Raperîn û Helebce, Ranya, Kerkûk, Dihok, Zaxo bi coş tê pîrozkirin. 

QENDÎL BÛYE SEMBOLA PÎROZIYA NEWROZÊ

Yek ji navendên herî coş û xuroş li her derên Başûrê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin Qendîl e. Qendîl ku yek ji çiyayên gelê Kurd ji êrîş û dagirkeriyê parastiye her salê 21’ê Adarê weke fînal tê pîrozkirin. Hem wextî wê weke qadeke pîroz a gerîla ye, xwedî taybetmendiyeke hê cihêrengtir e. Ev jî hiştiye ku ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ji her derê xelk berê xwe bidin vir û bi coş Newrozê pîroz bikin.

Weke her salê jî çav li rê ye ku Newroz Qendîl bi beşdariya sed hezaran kesî bi coş û girseyî bê pîrozkirin.