NPG: Newroza 51’emîn a Rêbertiyê pîroz be

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Em Cejna Newrozê ya gelê xwe û dostê gelê xwe yên ku agirê Newrozê bilind kirine, pîroz dikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got “Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo di rojeke Newrozê de da destpêkirin, bi navê PKK’ê şênber û pêvajoya nîv sedsalê temam kir. Meşa Rêber Apo meşa Newrozê ye û PKK ya ku Rêber Apo ew damezirandiye jî Partiya Newrozê ye. Agirê Newrozê ya ku ji aliyê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ve li Zindana Amedê hat pêxistin, li çiya û deştên Kurdistanê veguherî agirê berxwedanê, pêl bi pêl belav bû û bû mizgîna bi rûmet a ku gelê me yê di bin qirkirinê de vegeriya ser dika dîrokê. Em di şexsê şehîdên xwe yên Newrozê yên mezin Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema de ku bi pêxistina agirê Newrozê afirînerên kevneşopiya me ya Newrozê ne, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Cejna Newrozê ya Rêber Apo ku têkoşîna me ya azadiyê bi agir da destpêkirin, ya malbatên şehîdên xwe yên bi rûmet,  ya gelê xwe yê berxwedêr ê Kurdistanê ku ev nîv sed sal in têdikoşe, ya hevrêyên xwe yên ku li her qadê li dijî hemû êrîşên dijmirovahî bi fedakarî li ber xwe didin, ya dostên xwe û ya hemû gelên baweriya xwe bi kevneşopiya Newrozê tînin, pîroz dikin. “

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin "Meşa me ya azadiyê ya dîrokî ku di sala 1973'an de li Çûbûka Enqereyê Rêber Apo bi civîna yekemîn dest pê kir, bi Newroza 2023'an re salvegera xwe ya 50’emîn li pey xwe hişt" û ev tişt hatin gotin “Di wan şertên giran de yên ku tu çirûskên hêviyê tunebû û faşîzm li ser kar bû, têkoşîna dîrokî ya ku Rêber Apo bi îradeyeke sermirovî da destpêkirin, îro hemû Kurdistan derbas kiriye û bûye hêviya azadiyê ya hemû gelên bindest, jin û ciwanan. Gelê me yê ku di dîrokê de bi êrîşên asîmîlasyon, înkar, îmha û qirkirinê rastî êşkenceyên herî hovane hatiye, ji aliyê Partiya me PKK'ê ve ji nû ve hatiye vejandin û bûye gelê Newrozê yê li hemberî zilmê li ber xwe dide. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê ku bi deh hezaran ciwanên Kurd ên leheng bi rijandina xwîna xwe ya dilop bi dilop heta roja îro anîne û dema pêwîst be bedena xwe bi awayekî tund dihelînin, bi meşeke bê dudilî li ser xeta serketinê îspat kir ku Partiya Newrozê ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku her rojên sala 2022’an bi ruhê berxwedanê yê Newrozê li ber xwe da, li hember êrîşên nemirovane yên artêşa Tirk a dagirker ku hemû rêgezên şer û exlaqî bin pê dike, bi îradeya Apoyî li ber xwe da, her bihusteke axa welatê me bi fedakarî parast. Xeta jina azad a ku ji aliyê Rêber Apo ve bi kurtasî weke ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatiye pênasekirin dihêle ku rastiya jinên ku di nava çar dîwaran de girtî ne, bi zincîrên koletiyê ve girêdayî ye û îradeya wê ji nedîtî ve tê, bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne û bi agirê Newrozê serhildana xwe ya mezin pêk bîne, ji bo azadiyê serî hilde û cewhera xwe ya rastî bi dest bixîne.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI SER XETA APOYÎ NEWROZÊ PÊŞWAZÎ DIKE

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di bihara 2023’an de li ser xeta îdeolojiya Apoyî xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir derdikeve, li ser xeta Apoyî dimeşe û biryardariya bigihêje serfiraziyê, Newrozeke nû pêşwazî dike. Hêzên me yên ku li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tîmên pispor ên li qadan, li tunel û çeperên şer li dijî dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan didin, wê axa pîroz a Kurdistanê li hemberî dagirker û dagirkeriyê veguherînin kelehên berxwedanê û wê desthilatdariya Dehaqên zalim teqez bi dawî bike.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di xeta têkoşîna şehîdên me yên nemir de bi ruhê fedayî yê Apoyî de serkeftin ji xwe re kirine armanc, heta bigihêje hedefa Rêbertiya Azad û azadiya Kurdistanê wê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîne. Fermandarên nemir ên berxwedana me ya salên dawîn Sara, Rûken, Rojbîn, Yaşar, Şevger, Arjîn, Roza, Nûman, Raperîn û Delîl Zagros, bi meşên xwe yên serkeftinê agirê Newrozê yê têkoşîna me geş kirin û careke din nîşanî dinyayê dan ku îradeya Apoyî têk naçe.

Em careke din Cejna Newrozê li gelê xwe û li dostên xwe yên ku bi ruhê serhildanê agirê Newrozê pîroz dikin û di sala nû ya Newrozê de ji hemû hêzên ku bi ruhê serketinê têkoşîna azadiyê dimeşînin re, serketinê dixwazin."