Li Kerkûkê agirê Newrozê hate dadan

Bi tevlîbûna sedan kesî li qada Şîwesûr a Kerkûkê agirê Newrozê ya bi dirûşman hate dadan.

Bi tevlîbûna sedan kesî li devera Şîwesûr a Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate dadan.

Newroza Kerkûk bi dirûşma 'Ji bo hebûn û azadiyê Newroz sembola şoreşa gelan e' saet di 14:00’an de bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. 

Li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Azadî, RJAK hate hildan. 

Li qadê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz Pîroz be’ tê qîrkirin.

Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê Tevgera Azadî ya Kerkûk Komel Sermed axivî û xêrhatina beşdaran kir û got: “Hêvîdarin ev Newroz bibe Newroza azadî û aştiyê.’

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên derket ser dikê û Newroza Gelê Kurd pîroz kir.

Tara diyar kir ku ew Tevgera Azadî xwe ji xelkê Kerkûkê berpirs dibîne û her salê newrozê pîroz dike. Xwedî li daxwazên kerkûk derdikeve.

Tara Husên anî ziman ku sed sal li ser Peymana Lozanê derbas dibe li ser parçekirin û qirkirina gelê Kurdan û got: “Tevî ku qirkirin û dagirkirina li ser Kurdan hate ferzkirin jî, Kurdan xwe li ser lingan girt.” 

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên wiha domand: “Gelê Kurd li çar parçeyan li ber xwe dide. Îspat kiriye gelê Kurd zindiye û Newroz jî zindî ye. Hemû pîlan ew bû newroz neyê pîroz kirin. Îro li her derê tê pîrozkirin. Bi ruhê netewî şahî tên kirin. 

Em di pêvajoyeke giran û erdhejê li bakur û rojava rojên giran e re derbas dibin. Gelê me li van herêman bi ruhê Newroz li ber xwe didin. 

Gelê Kurd xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Xwedî proje ye. Li Rojava jî gel serî li ber dagirkerê netewandiye û li ber xwe dide. Li rojhilat jin û ciwanan pêşengtî ji bo şoreşa gelan dike. Felsefeya Jin jiyan azadî, serdikeve. 

Kerkûk modela pêkve jiyane, ji bo wê dixwazin Kerkûk têk bidin. Divê em van pîlanan têk bibin. Bidin nîşandan em bi hev re dikarin bijîn. Çareserî Yekîtiye netewî ye.”

Piştî wê Hûnermend rojhilatî Jîna Saqizî derket ser dikê û li ber stranan gel govendê digire. 

Şahî dewam dike.