Mele Andan: AKP olê bi kar tîne

Endamê DÎK'ê Mele Yûsûf Andan diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê hesasiyetên olî yên civakê bi kar tîne, bi vî rengî propagandayê dike û got, "Quran ji xwe re kirine mertal."

Endamê Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan rexne li Erdogan û AKP'iyan kir ku hesasiyetên olî bi kar tînin û bi vî rengî siyasetê dikin.

Mele Yûsûf Andan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ola Îslamê hezar sal in li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdar û hikumdaran ve hatiye bikaranîn, weke malzemeyeke siyasetê hatiye bikaranîn. Andan got, "Ev bazirganên olê Misilmanên bê Îslamiyet in. Li Rojhilata Navîn dewlet û bazirganên olê, Quran ji xwe re kirine mertal. Vê pirtûka pîroz ji bo nîzamê ji xwe re nakin referans. Çawa tê hesabê wan bi wî rengî bi kar tînin. Şer didin destpêkirin, mirovan qetil dikin, bazirganiyê dikin û van hemûyan jî di bin navê ol de dikin, bi vî rengî hewl didin civakê bixapînin."

Andan bal kişand ser wê bûyerê kir ku namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li cihekî ku serdana wê kir bêhemdî pê li sicadeyê kir û got, "Ji bo Misilmanan her der sicade ye. Her wiha sicadeya herî paqij jî xak e. Ji xwe kî wê sicadeyê bibîne pê lê nake. Ne bawerim ku ateîstek jî ji ber hurmeta xwe pê lê bike. Fonksiyoneke sicadeyê nîne. Bazirganên olê tiştên bi vî rengî ji xwe re kirine amûr. Mixabin gel jî di vê mijarê de xwedî agahiyeke têrker nîne. Ev jî kêmasiya me ye. Eger me mirov di vê mijarê de zane kiribûya, îro me nîqaş li ser vê nedikir."