Artêşa Tirk a dagirker 24 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 15'ê Nîsanê quntara Xêrê ya Garê û derdora gundê Yekmalê 3 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "14, 15 û 16'ê Nîsanê qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê FM'ê 21 caran bi helîkopterên êrîşê, obus û çekên giran hatin bombekirin."