TJA’yê serdana malbata Şenyaşar kir

Aktivîstên TJA’yê serdana Nobeda Edalatê ya malbata Şenyaşarê kirin û gotin, “ “Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna herî birûmet a me hemûyan e.”

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 752’yan de berdewam dike.

 Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.

Îro aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û namzetên partlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê.

Piştî fitariyê aktivîstên TJA’ayê li cihê ku Nobeda Edaletê lê tê girtin daxuyanî dan. Aktivîsta TJA’yê Sema Ayşeoglû axivî. Agaoglû bal kişand ser bêedaletiya ku malbata Şenyaşarê pê re rû bir û maye û got: “Lê em jin em ê di meha Gulanê de biharê bînin. Em soz didin. Em tim bi ser ketin. Em ê cardin bi hev re bi ser bikevin.”

Agaoglûyê got: “Têkoşîna dayika Emîne têkoşîna herî birûmet a me hemûyan e.”

Emîne Şenyşar jî bilêv kir ku bi hatina jinan re kêfxweş bûne û got ku ew ne bi tenê ne.