Malbat ji bo Gorgun ê hatî înfazkirin serî li ÎHD’yê da

Malbata Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku li Mêrdînê hat înfazkirin û ji aliyê rayedarên Tirk ve weke “endamê PKK’ê” hate nîşandan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê Nîsanê de gerîlayê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok)  û xalê wî Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan li ser rêya gund hatibûn înfazkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku her du jî PKK’yî ne û ji ber wê qetilkirine. Lê di demeke kurt de derket holê ku Lokman Gorgun 52 salî ye, bavê 8 zarokan e û li gund bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibe.

Gundî û malbatan diyar kirin ku li herêmê berovajiyê îdiayan ti pevçûn çênebûye. Guman heye ku dema Gorgun û Kahraman hatine cem hev, hatine înfazkirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 13’ê Nîsanê de daxuyaniyek da û got, “Di 8'ê Nîsanê de li bejahiya gundê Cinata yê herêma Omeriya ya Mêrdînê, artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser hevrêyê me Xebatkar Bagok ê li ser erka xwe bû û xizmê wî welatparêzê hêja Lokman Gorgun û di encamê de şehîd bûn. Artêşa Tirk welatparêzê Kurd ê bêguneh, bêçek û sivîl Lokman Gorgun bi rengekî bêdaraz înfaz kir û sûcê şer kir.”

Malbata Gorgun bi gumana înfazê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Merdînê da.

Malbatê di serlêdana xwe de diyar kir ku Gorgun dema li motorsîkletê siwar bû rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hatiye.

Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Heta niha ne motora sor a bavê me nîşanî me nedane, ne jî delîl.”

Malbatê got, "Endamê tu rêxistinê nebû. Bavê 8 zarokan bû. Bi çandinî û xwedîkirina sewalan re mijûl dibû û mirovek bi halê xwe bû. Em difikirin ku ji aliyê cendirmeyan ve bi awayekî bê daraz hatiye qetilkirin.”

Tê payîn ku ÎHD’ê giliya pêwîst bike û serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bide.