Bartin: Ez ê bibim dengê jin û ciwanan

Namzeta Parlamenteriyê ya Colemêrgê ya Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin got, "Em bi mejiyekî despot re rû bi rû ne. Ji bo bibim dengê jin û ciwanan ez ê li meclîsê bim."

Keleha welatparêzî û berxwedanê Colemêrg xwe amade dike ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de careke din dîrokê binivîsîne. Li Colemêrgê ku nifûsa xwe 300 hezar kes e, wê nêzî 180 hezar kes dengê xwe bidin. Bajarê Colemêrgê li Kurdistanê û Tirkiyeyê xwedî nifûsa herî ciwan e. Partiya Çepên Kesk dixwaze hersê wekîlên Colemêrgê bi dest bixe.

Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez kir namzet. Oznûr Bartin ku li Colemêrgê di rêza 2'yemîn de ji Partiya Çep a Kesk namzet e, anî ziman ku ji bo gelê Kurd gelek kar hene divê bêne kirin. Bartin her wiha diyar kir ku desthilatdariyê welat têk biriye û got, "Em di demeke welê de ne ku zilmeke giran li gelê Kurd tê kirin. Gelê Kurd îro xwedî mafê welatiya wekhev nîne. Tevî ku nifûsa me bi milyonan kes e, em nayên qebûlkirin. Ziman, çand, îradeya me nayê naskirin.

Ji bo em van mafên xwe bi dest bixin em ê her derê bikin qada berxwedanê. Em ê meclîsê, şaredariyan, navenda partiyê, kolanan her derê bikin qada berxwedanê. Niha min wezîfeyek hildaye ser milê xwe. Soz didim gelê xwe ku bi rengekî hêja bi cih bînim. Lİ welêt mejiyekî despot heye. Ji bo bibim dengê jin û ciwanan ez ê li meclîsê bim."