Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû
5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi erêkirina Peymana Civakî û piştî hilbijartinan bi dawî bû.
5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi erêkirina Peymana Civakî û piştî hilbijartinan bi dawî bû.
Îro li Şengalê ji bo pêşxistin û parastina pergala Rêveberiya xweser a Şengalê gaveke nû ya xurt hate pêşxistin. 5’emîn Kongreya Rêveberiya xweser a Şengalê, bi dirûşmeya “Bi Xemla Nîsanê Em ê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin” hate lidarxistin bi nîqaş, nêrîn û biryarên xurt bi encam bû. Di kongreyê de pêkvejiyana gelên Şengalê û Deşta Nînowayê li ser fikrê netewa demokratîk, mîsogerkirina statuya Şengalê û pergala rêveberiya xweser, pêşxistina parastina cewherî li ser esasê Xwe Ji Fermanê Biparêze, têkoşîna li dijî xiyanet û sîxurtiyê weke peyamên esasî derketin pêş.
Di kongreyê de, Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rêzikname hate xwendin. Ev cara yekem e ku hevpeymanek di vê astê de tê amadekirin ku wê bingeha Rêveberiya Xweser a Şengalê ya civakî û siyasî xurtir bike. Piştî nirxandin û pêşniyaran, hevpeyman û rêzikname bi dengdanê hatin erêkirin.
Piştre ji bo hilbijartinê, lijneya hilbijartinê hate avakirin û rojeva hilbijartina hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û cigirên hevserokatiyê destpê kir. Di encama dengdanê de; Cîhan Celo û Nayîf Şemo weke hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hilbijartin. Ji bo cîgirên Hevserokatiya Meclîsê; Hisên Sado û Xoxê Dexîl hatin hilbijartin.
Her wiha 101 endamên Meclîsa Gel ên ku ji nûnerên meclîsên gundan, nûnerên pêkhateyên Şengalê, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê pêk tê di kongrê de hatin erêkirin. Rêvebir û endamên ji bo meclîsa giştî hatin hilbijartin, bi hev re sond xwarin. Kongre bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Piştî rojeva hilbijartinê, biryarên ku pêşkeşî kongrê hatin kirin di kongrê de hatin erêkirin. Çend biryarên esasî ku di kongrê de hatine girtin ev in:
Hevserokê Desteya Rêveber Şehîd Dijwar Feqîr weke hevserokê Rêveberîya Xweser ê dayîmî û manewî were îlan kirin.
Şehîd Hesen Saît, Şehîd Îsa, Şehîd Azad, Şehîd Pîr Çeko, Şehîd Şerzat, Şehîd Agir, Şehîd Enwer, Şehîd Zagros, Şehîd Muhsin, Şehîd Brahim Derweş, Şehîd Faraşin, Şehîd Menal, Şehîd Şerwan wek şehîdên demê û berxwedanê werin îlankirin.
Şehîdên Nexweşxaneya Sikêniyê weke sembola û rûmeta ked û welatparêzî werin îlankirin
Ji bo Fermana 03.08.2014, hem li Iraqê hem jî di qada navneteweyî de ji bo weke jenosîd were qebûl kirin kar û xebat were meşandın.
Şengal ji bo weke herêmeke xweser were qebûl kirin bi hemû aliyan re hevdîtın û diyalog were çêkirin.
Projeya Rêveberiya Xweser ku ji aliyê Meclîsa Xweser a Şengalê hatiye amade kirin weke riya çareseriyê were destgirtin û dı hemû hevdîtinan de were esas girtin.
Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Kazimî-PDK û dewleta Tirk de, bi temamî were redkirin û di vî alî de têkoşîn were pêşxistin.
Ji bo tifaqa gelê me yê Şengalê were avakirin, kar û xebat were meşandin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hemû şêwazan têkoşîn were çekirin.
Mam Zekî û Mam Beşîr weke stûna tifaqa Ezidiyan bên naskirin.
Wê sibe jî civîna yekem a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê were kirin û di civînê de hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê û dîwana desteya rêvebir were hilbijartin.