Xelkê Mexmûrê Uveyş Ocalan bi bîr anî

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan hat bîranîn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30. salvegera wefata wê de bi bîr anî. Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan di şexsê Dayika Uveyş Ocalan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser jiyana dayika Uveyş Ocalan, Mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Botî axivî.

Bêrîvan Botî di destpêka axaftina xwe de di şexsê dayika Uveyş Ocalan de hemû dayikên şehîdan, dayikên gerîla û tevahî dayikên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Dayika Uveyş di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dide, bi hezaran kes tevlî merasîma dayika Uveyş bûn. Dayika Uveyş ji bo gelê Kurd dayikekî pir bi nirx û bi wateye, ji ber vê yekê em wek gelê Kurd girîngiyekî pir mezin didin dayika Uveyş. Rêber Apo hem ji bo dayika Uveyş û hem jî ji bo tevahî dayikan hest û nirxandinên xwe tîne ziman. Rêbertî dibêje, eger tu bixwazî mafê dayika xwe bidiyê, divê tu destpêkê ji bo dayika xwe têkoşîn bikî. Her wiha dibêje dayika min wekî tofanekî serhildêr bû, li hemberî hemû neheqiyan şer dikir. Ji bo wê jî divê em dayikê pir bi wate û pîroz bigrin dest. Dayik di cîhanê de hebûna herî pîroze, ji bo wê jî dema em dibêjin dayik destpêkê ax, welat û jiyan tê bîra mirov. Ji bo ku tu bikaribî ax û welatê xwe rizgar bikî, pêwîste tu dayika xwe ji xeterî û mexdûriyê rizgar bikî.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyana dayika Uveyş hatibû amadekirin, hat temaşekirin û piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.