HPG: Heta dawiyê milîtaniya PKK'ê temsîl kirin

HPG'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Heta dawiyê milîtaniya PKK'ê temsîl kirin û li ber êrîşên dijmin rabûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da:

"Sala 2017'an bi pratîka şer a giran û berxwedana bi heybet a li dijî dijmin mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist. Di vê pêvajoyê de ku dijmin îmha ferz dikir û li hemberî vê yekê jî milîtanên Apoyî bi îradeyeke mezin şer kirin, hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera li qada ku lê man heta dawiyê milîtaniya PKK'ê temsîl kirin û li ber êrîşên dijmin rabûn. Hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera sala 2017'an di dem û cihên cuda de di êrîşên dijmind e şehîd bûn. Hevrêyên me bûn temînata paşeroja azad a gelê me, di têkoşîna azadiyê ya gelê me de wê timî bêne bîranîn û pêşengiyê ji vê têkoşînê re bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dilşad, Qehreman, Egîd, Agir, Nûman û Che Gûevera em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Dilşad Gever
Nav paşnav: Dogan yaşar
Cihê jidayikbûnê: Nînova
Dayik-Bav: Mihriye-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Qehreman Amanos
Nav paşnav: Elî Hesen
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Xezal-Hezen
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Egîd Zîlan
Nav paşnav: Samî Înan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Zekeriya
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Agir Erdexan
Nav paşnav: Bûrak Olmez
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik-Bav: Gulsen-Dûrmûş
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Selîm Esmer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hanim-Ziya
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Che Gûevera
Nav paşnav: Şehmûs Aydin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Esma-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DILŞAD GEVER

Malbata hevrêyê me Dilşad mîna bi milyonan Kurdan bû hedefa zext, êşkence û tundiya dewleta Tirk a mêtinger qirker. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan di salên 1990'î de bi hezaran gund şewitand, xwest Kurdistanê ji Kurdan xalî bike, lewma jî bi milyonan mirovên me ji cih û warê xwe kirin. Yek ji malbatên ku neçar ma ji cih û warê xwe bibe malbata hevrêyê me Dilşad bû. Hevrêyê me Dilşad ji ber vê yekê weke zarokê malbateke welatparêz a ji Colemêrgê li Nînovayê ji dayik bû. Gelê me yê welatparêz ku demekê li kampa Nînova ma, piştî ku kamp hate şewitandin neçar ma ku derbasî Mexmûrê bibe û di nava şert û mercên gelekî giran de bi ked û têkoşîneke mezin kampa Mexmûrê ava kir. Hevrêyê me Dilşad jî li kampa Mexmûrê bi hestên kûr û çanda welatparêziyê ya gelê me mezin bû. Li Mexmûrê bi zimanê xwe yê dayikê 3 salan bi rengekî azad xwend. Tiştên ku di nava van 3 salan de ji jiyanê hîn bû, rê nîşanî tevahiya emrê wî dan. Di sala 2004'an de malbata hevrêyê me Dilşad derbasî Geverê bû, vegeriya xaka xwe. Lê belê zilma dewleta Tirk a li ser malbatê neqedeiya. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Dilşad li hemberî dewleta Tirk a qirker mêtinger bû xwedî hêrseke mezin û diyar kir ku wê rojekê teqez tolê hilîne. Xwişka hevrêyê me Dilşad, dotmam û pismamên wî jî di nav de gelek kes ji malbata wî ya nêz tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya kurdistanê bûn. Van tevlîbûnan bandor li hevrêyê me Dilşad jî kir û kir ku hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Dilşad di temenê ciwantiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate destgîrkirin, rûyê zordar û hov ê dewletê bi şênberî nas kir. Hevrêyê me Dilşad ji zext û zordariya li wî, malbat û gelê wî dihate kirin re got 'êdî bes e', helwest nîşan da û biryar da tevlî nava têkoşîna çalak bibe. Li ser vê bingehê sala 2012'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Dilşad ji ber ku ji zarokatiyê ve partiya me PKK ji nêz ve nas dikir û pê zanî bû, zû hînî gerîla bû. Hesreta wî ya li çiyê, hêrsa wî ya li hemberî dijmin û dilsoziya wî ya bi doza azadiyê ya gelê me re bûn sedem ku zû bi pêş bikeve. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla qedand salekê li Garê, 2 salan jî li Metînayê kar kir. Hevrêyê me Dilşad bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava jiyana PKK'ê bû, di nava hevalên xwe de jî bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar dihate naskirin. Hevrêyê me Dilşad ku pîvanên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de da rûniştandin û kûr kir, di heman demê de ji xwe re kir armanc ku ji aliyê hunera leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya pisporiyê ya li akademiya leşkerî bû, li ser taktîkên gerîla kûr bû û xwe ji wezîfeyên girîng re amade kir. Hevrêyê me Dilşad bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û sekna xwe ya xurt bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Hevrêyê me Dilşad ji bo serketinên hîn mezin bi dest bixe û derbên hîn bi bandor li dijmin bixe derbasî Zagrosan bû. Li Zagrosan wezîfeyên girîng bi cih anî û li qada Zapê jî bi berprisyarî rabû, li vir jî bi fedakarî tevlî bû. Hevrêyê me Dilşad bi hevrêtiya xwe ya bêguman, bi rûkeniya xwe ya ji dil, bi tevlîbûna xwe ya bi moral û têgihiştina xwe ya li dijî dijmin bû mînak ji hevrêyên xwe re. Dema ku bi komek ji hevrêyên xwe li ser karê xwe bû di êrîşa dijmin de şehîd bû. Jiyana azad a li Kurdistana azad ku hesreta herî mezin a hevrêyê me Dilşad bû, wê ji bo hevrêyên wî bibe hinceta herî mezin a têkoşînê û armanca wî wê teqez bi cih bê anîn.

QEHREMAN AMANOS

Hevrêyê me Qehreman Amanos li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gabarî ji dayik bû, bi hişmendiya nasnameya Kurdîtiyê û hestên welatparêziyê mezin bû. Çar pismamên wî tevlî nava refên gerîla bûn. Ji ber ku ji malbata wî şehîd jî hebûn û malbateke welatparêz bû, vê yekê di kesayetî û karakterê hevrêyê me Qehreman de diyarker bû. Hevrêyê me Qehreman 11 salan xwend. Lê belê ji ber ku mêtingeran ev dibistan bi zorê li ser gelê Kurd ferz dikir, ji ber ku ziman û realîteya Kurdan li dibistanên mêtingeran dihatin înkarkirin, piştî demekê dest jê berda. Lê belê dewleta Sûriyeyê hevrêyê me Qehreman bi zorê tevlî leşkeriyê kir û neçar ma ku 2 salan leşkeriya neçarî bike. Di sala 2011'an de pêvajoya bihara gelan a ku Rojhilata Navîn hejand, bandoreke kûr li Sûriyeyê jî kir. Ev pêvajoya ku pêşketinên şoreşgerî di nava xwe de vedihewand, ji aliyê hêzên derve û rêxistiniyên netewe dewlet ên faşîst ên li herêmê hate berevajîkirin, veguherî hinceta destwerdana li Sûriyeyê û bi navên cuda rêxistinên çete ahtin avakirin, bi vî rengî hewl dan bihara gelan berevajî bikin. Lê belê bi pêşengiya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî Şoreşa Azadiyê ya Rojava hate pêkanîn, ev şoreş piştre veguherî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bû mînaka çareseriyê ji krîza li Rojhilata Navîn re. Ev pêngava şoreşgerî û mînaka jiyana azad bi dayina berdêlên giran, bi têkbirina lîstikên hêzên modernîteya kapîtalîst, bi hilweşandina hesabên netewe dewletên li herêmê û şikandina gelek êrîşên çeteyan, pêk hat. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, zehmetî kişandin, lê belê heta dawiyê derfetên jiyana azad bi berxwedanê parastin.

Hevrêyê me Qehreman jî di Adara 2012'an de tevlî vê pêvajoya şoreşê bû, bi wezîfeya xweparastinê rabû. Şoreşa Azadiyê ya Rojava li cehenema Rojhilata Navîn bihuştek afirand, ji gelên bindest û mirovahiyê re bû hêvî. Hevrêyê me Qehreman jî bi her awayî tevlî vê pêvajoyê bû. Ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava li çeperan, li eniyan bênavber têkoşiya û bi wêrekiya xwe ya bilind tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêyê me Qehreman wezîfeya parastina şoreşê bi serbilindiyeke mezin dewam kir û sala 2015'an beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû, di îdeolojî û felsefeya Apoyî de xwe kûr kir û ji bo bibe parêzvanekî fedaî yê Şoreşa Azadiyê ya Rojava her tim xwe şareza kir. Hevrêyê me Qehreman piştî perwerdeyê bi berpirsyarî rabû û weke fermandarekî tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û çeteyên bermahiyên El Qaîdeyê bû. Hevrêyê me Qehreman bi kesayetiya xwe ya ji dil, tevlîbûna ji dil, nêzîkatiya xwe ya gelparêz û hezkirina ji welêt re hem li nava gelê me hem jî li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Tevî ku li dijî çeteyan têkoşîneke bi bandor meşand, dît ku çavkaniya çetetî û faşîzma li Rojhilata Navîn dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP'ê ye ku li pey xeyalên Osmaniya Nû ye. Di serî de DAÎŞ gelek rêxistiniyên çete bi destê dewleta Tirk hatin xwedîkirin, fînansekirin, di ser Tirkiyeyê re ji tevahiya cîhanê hatin komkirin, ji Sûriyeyê re hatin şandin, bi destê MÎT'ê berê van çeteyan dan gelê Kurd ê mezlûm û kirin ku êrîş bikin. Hevrêyê me Qehreman ev rastî li qada şer bi xwe dît, biryar da ku divê avkaniya çetetiyê û faşîzmê bê tunekirin. Li ser vê bingehê di sala 2017'an de ji Hêzên Azadiyê yên Rojava qut bû û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Qehreman, ji bo mineteke mezin pêşkêşî Gerîlayên Azadiyê bike ku tevkariyeke mezin li Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin, ji bo deynê gelê xwe bide bi eşqeyeke mein xwest xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê. Dema ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû di encama êrîşa dewleta Tirk a mêtinger qirker de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Qehreman bi hesreta mezin a li çiyayên Kurdistanê, wezîfeyên girîng ji bo welat û azadiyê danîbû ber xwe, lê zû şehîd bû. Hevrêyê me Qehreman Kurdistan yek parçe didît, cudahî nedixist navbera ti parçeyî, bi hişmendiya kûr a neteweyî û hezkirina gel ji xwe re kir wezîfe ku li her devera Kurdistanê têbikoşe, bi tevlîbûna xwe ya mînak ji tevahiya ciwanên Kurdistanê re bû rastiyeke dîrokî ku weke mînak bê werirtin. Weke şopdarên hevrêyê xwe Qehreman em ê armanca xwe ya Kurdistana Azad û Rêbertiyê Azad pêk bînin.

EGID ZÎLAN

Hevrêyê me Egîd Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê, li herêma Geliyê Zîlan ji dayik bû. Li Geliyê Zîlan bi hezaran Kurd ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Vî tiştî bandorek li ser heval Egîd kiriye. Bi hişmendiya êşa gelê me yê Geliyê Zîlan mezin bû, êşa bi hezaran şehîdên me yên ku gorek wan jî tunebû ji dilk hîs kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me Egîd bi hişmendiya rastiya welatê ku lê dijî, gelê ku tê de ye û li ser gel êrîşeke qirkirinê ya çawa heye, mezin bûye. Di temenekî pir ciwan de di warê civakî de hişyar bû. Ji ber ku hevrêyê me Egîd xortekî jîr û serketî ye, li zanîngehê beşa kargêriyê qezenc kir û çû zanîngehê. Jiyana ku modernîteya kapîtalîst û pergala dewleta Tirk di hawîrdora zanîngehê de pêşkêşî wî kiribû tercîh nekir û bû lêgerê jiyana ku gelê xwe tê de bibe xwedî siberoja azad. Di encama van lêgerînan de bi çanda ku ji malbata xwe ya welatparêz wergirtî bi ciwanên welatparêz ên şoreşger re hevaltî kir û tevlî xebatên wê dibe. Dema li aliyekî xebatên ciwanan li dar dixist, weke ciwanekî ronakbîr jî bi xwendinê hewl da xwe bi pêş ve bibe. Ji naskirina tevgera Apoyî û îdeolojiya wê ya azadiya jinê gelekî bandor bû. Serdestiya feodalîzmê û tunehesibandina jinê, bi taybetî di rastiya civakî de ku ew tê de mezin bû, di nava hevrê Egîd de bû sedema nakokiyeke kûr û dema dît jin tenê bi îdeolojiya azadiya jinê dikare azad bibe, gelekî kêfxweş bû. Wî ev karakterê tevgera Apoyî û îdeolojiya Apoyî ji xwe re kir dirûşmeya ku azadiya jinê bingeha azadiya civakî ye û armanc kir ku li ser xeta azadiya jinê bibe kesayetek azad. Bi enerjiya xwe ya dînamîk û aktîf di xebatên ciwanan de bala dijmin kişand ser xwe û hate destgîrkirin. Dijminê faşîst ê qirker her çiqas difikire ku wê bi zextan hevrêyê me Egîd bitirsîne jî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin zêde bû û biryar da ku berê xwe bide çiyayan. Di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Egîd ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi pratîka xwe ya gerîla kir, ji ber ku ciwanekî Kurd ê ji çiyê ye, di adaptekirina jiyana gerîla de ti zehmetî nedît. Hevalên xwe ji xwe re kir mînak û tiştên ku ji wan hîn bû, bi lez û bez gihîşt asta gerîlayekî xwedî tecrube. Ji ber ku ew xortekî Kurd ê rewşenbîr e, li ku derê fersend dibîne, her ku derfet çêdibû pirtûk dixwend û dinivîsand. Hevrêyê me Egîd bi yekitiya teorî û pratîkê bi rengekî hevseng di nava xwe de kir ku bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Jixwe navê xwe ji fermandarê me yê mezin Mahsûm Korkmaz girtiye û ji roja destpêkê ve armanca gerîlatiya serkeftinê diyar kiriye. Li qadên Metîna û Heftanînê ma û li van deveran xebitî û feydeyên girîng nîşan da.
Dema ku di sala 2014’an de faşîzma DAIŞ’ê li ser gelê Kurd bû bela, çeteyan ji Şengalê heta Kobanê, ji Mexmûrê heta Pirsûsê li her derê li dijî gelê Kurd dest bi komkujiyan kir, hevrêyê me Egîd jî mîna hemû şoreşgerên Apoyî yên bi rûmet çek hilgirt û ji bo parastina gelê me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Zêdetirî 3 salan li gelek qadên cuda û li gelek eniyan li dijî çeteyan şer kir, bi wêrekiya xwe ya bilind ji derbên giran li çeteyan xist. Bi lêdana derbên herî giran li faşîzma DAIŞ’ê, erka xwe ya mezin a mirovahî û welatparêzî bi cih anî. Hevrêyê me Egîd di sala 2017’an de piştî ku erka xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi cih anî, dîsa berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê vekir. Dît ku hemû çeteyên bermahiyên DAIŞ û El-Qaîdeyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê mezinkirin û fêm kiriye heta li Tirkiyeyê rejîma şerê taybet a AKP û MHP’ê hebe wê çete êrîşî gelê me bikin. Li ser vî esasî dema ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, di encama êrîşên dewleta Tirk ên bi pêş ve çû de bi komek hevalên xwe re gihişt şehadetê. Bûyera ku hevrêyê me Egîd tê de şehîd bû jî belgeyeke dîrokî ye û bûyereke mînak e ku nîşan dide ku dewleta Tirk çawa destek da çeteyên DAIŞ’ê û hewl da tiştên ku DAIŞ’ê bi destên xwe nekarî, ew bi xwe bi dest bixe. Ji faşîzma dewleta Tirk a ku weke rejîma AKP-MHP’ê tê meşandin heta çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû, hevrêyê me Egîd ku li gelek deverên Kurdistanê bi xeyalên cesareta bilind, baweriya mezin û azadiyê têkoşiya û wê bîranîna wî rêya me ronî bike.

AGIR ERDEXAN

Hevrêyê me Agir li bajarê Erdexanê yê Serhedê ji dayik bû. Her çendî di destpêkê de ji ber cih û hawîrdora malbata xwe ji rastiya gelê xwe dûr bijî jî, piştre li hin lêgerînan ket û hewl da ku vegere cewhera xwe. Lêgerînên xwe li Erziromê berdewam kir û çû zanîngehê. Ligek ku pergala kapîtalîst li Kurdistanê siyaseta mêtingeriyê didomand û dixwest ciwanên Kurd bixe jî hevrê Agir ji bo ku vegera cewhera xwe, gelekî israr kiriye. Di demên herî dijwar ên jiyana xwe de ciwanên Apoyî nas kir û ji têkiliyên wan ên hevrêtiyê bandor stendiye û rûpelek nû di jiyana xwe de vekir. Êrîşa komên faşîst ên li Erziromê yên li hemberî xwendekarên Kurd, bala rêhevalê me Agir kişand. Wî ev neheqî û zulma ku li xwendekarên Kurd dihat kirin qebûl nekir. Piştî vê pêvajoyê hewl da têkoşîna ciwanên Kurd zêdetir fêm bike. Hevrêyê me Agir ku ji helwest û şêwazên jiyana xwendekarên Kurd ên zanîngehê bandor bû, hevaltî û nêzîkatiya xwe ya bi xwendekarên Kurd re hîn zêdetir kir. Di vê hevdîtinê de him hewl da têkoşînê fêhm bike û hem jî weke ciwanekî Kurd vegere cewherê xwe. Hevrêyê me Agir bi demê re nasname, çanda xwe, rastiya gel û welat fêm kir. Hevrêyê me yê ku her ku li cewherê xwe vegerî zêdetir dest tahm ji jiyanê stend û kete nav têkoşîneke geştir.Di vê pêvajoya ku mirov dikare jê re bihara jiyana wî bi nav bike, dilsozî û hezkirina wî ya ji jiyanê re roj bi roj zêde bûye. Hevrêyê me Agir ku bi qasî salekê di nava xebatên ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de têkoşînek aktîf meşand û di rêxistinkirina ciwanên Kurd ên weke xwe de erkên girîng girtiye ser milê xwe. Hevrêyê me Agir anî ziman ku hevdîtina wî ya bi felsefeya Rêber Apo re zayîna wî ya duyemîn e, hevrêyê me Agir di 4’ê Nîsana 2014’an de roja rojbûna Rêbertiya me de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevalê me Agir tevlîbûna xwe ya di nava gerîla de weke “jidayikbûn” bi nav kir û bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyana gerîlatiyê bû. Ji kêliya destpêkê ve di bin bandora jiyana çiya û gerîla de ma. Prensîbên bingehîn ên jiyana PKK'ê, ku tê de têkiliyên hevaltiyê xurt in, tu kes ji kesî ne bilindtir e, wekhevî û azadî bi tevahî tê jiyîn, bingeha tevlîbûna hevrêyê me Agir a di nava Partiyê de jî ava kiriye. Hevrêyê me Agir ku dewreya perwerdeyê ya Şervanên Nû bi coşeke mezin û tevlîbûneke bêhempa bi dawî kir, weke gerîlayekî jêhatî dest bi xebatên pratîk kir. Hevrêyê me Agir ku bi durustî û keda xwe hurmeta hemû rêhevalên xwe girt, bi israr dixwest biçe eniyên şer. Hevrêyên wî, hevrê Agir xistiye nav xebatên ku baweriyeke mezin hewce dike da ku di gerîlatiya serdema nû de xwe hîn zêdetir pêş bixe û kûr bike. Di van xebatan de ji bilî serkeftinê ti tiştekî din qebûl nekir û ked û xebateke bêhempa nîşan da. Piştre li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya leşkerî, bîrdozî û fermandariyê dît û di gerîlatiya serdema nû de firsend dît ku xwe zêdetir kûr bike. Di pêvajoya perwerdeyê de jî ji tecrûbeyên hevalên xwe sûd wergirt û weke gerîlayekî pispor tevlî pêvajoya şer bû. Piştî akademiyê bi erka fermandariya tîmê derbasî qada Metîna bû. Li vir di nava pêvajoya şer de bû û bi helwesta xwe ya milîtantî û jiyana xwe ya sade û nerm karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Agir ê ku di êrîşa dijmin a li herêma Girê Ortê ya Metîna de şehîd bû, bûye yek ji mînakên herî baş ku çawa kesên bi felsefeya Apoyî li ber xwe didin, bi meşa şoreşgerî digihîn heqîqetê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên heval Agir bi cih bînin.

NÛMAN AMED

Hevrêyê me Nûman li navçeya Pasûr a Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ji ferden malbatê tevlîbûna di nava refên Partiya mede hene û şehîd dane, ji biçûktiya xwe de derfeta naskirina têkoşîna me bi dest xist.  Dîsa ji ber zilm û zexta dijmin, malbat neçar mane ku derbasî navenda Amedê bibin û ev yek bandor li ser hişmendiya hevrêyê me Nûman kiriye û ji ber vê yekê li dijî dijmin hêrseke wî ya mezin çêbû. Hevrêyê me Nûman piştî ku derbasî Amedê bû, ji ber ku derdora wî di nava refên têkoşînê de bûn, bi xwendin û lêkolînê hewl da rastiya têkoşînê baştir fêm bike. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Nûman şahidiya êrîş, komkujî û qetlîamên dijmin ên li ser gelê me pêk tîne kir û hêrsa wî her ku çû li dijî dijmin mezintir bû. Bi taybet di sala 2006’an de êrîşa dijmin a li ser gelê me û qetilkirina bi hovane ya bi dehan mirovên bêguneh li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybet li Amedê, hevrêyê me Nûman gelekî bandor kir û ew hişt ku hîn bêhtir têkoşînê bike. Ji vê demê û pê ve di hin astan de beşdarî têkoşînê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherand çalakiyên serkeftî. Ji ber ku dijmin dev ji komkujî û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me berneda û her çû kurtir kir, bûye sedem ku hevrêyê me Nûman weke ciwan û welatparêzekî Kurd bi xurtî li ber xwe bide. Hevrêyê me Nûman ê ku texmîn dike ku tenê bi têkoşîneke aktîf û radîkal dikare dijmin têk bibe û polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me were şikandin, di sala 2015'an de dema ku dijmin bi konsepteke nû ya êrîşê û îmhayê êrîşî gelê me û Tevgera me kir, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. 

Hevrêyê me Nûman ê ku li qada Amedê tevlî nava refên gerîla bû, ji kêliya destpêkê ve di bin bandora jiyana gerîla û çiyayî de ma. Ji ber vê yekê her tim di dilê wî de ma bû ku çima zûtir tevlî nava refên gerîla nebûye. Ji ber vê yekê jî dixwest dema ku winda kiriye bi aktîv, bi heyecan û bê hesap beşdarî jiyanê bibe û di zûtirîn dem de ezmûna ku bi salan hatiye girtin, bi dest bixe. Hevrê Nûman ku di dema mayîna xwe ya li Amedê de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd wergirt, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Li ser pêşniyara hevrêyên xwe hevrêyê me Nûman piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdeya şervanên nû dît. Bi saya tecrubeyên xwe yên berê bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoya perwerdeyê bû û ji bo hevrêyên xwe yên nû adepteyê jiyana çiya bibin kedek mezin da. Hevrê Nûman ku piştî perwerdeyê li qada Avaşînê hate bi erkdarkirin, bi awayekî aktîf beşdarî pratîka şer a li vir hat jiyîn bû. Li herêma Avaşînê li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bûye û di lêdana derbên bi bandor li dijmin de bûye xwedî parek mezin. Piştre di sala 2017’an de ji bo avakirina binesaziya şerê tunelan ku yek ji taktîkên şerê serdema me ya nû ye, derbasî herêma Zapê bû. Li vir di çêkirina tunelên şer de kedeke bêhempa xerc kir û bi keda xwe ya li van tunelên ku îro bûne kela berxwedanê, bû yek ji mîmarên berxwedanên îro tên meşandin. Hevrêyê me Nûman ku bi dirust, fedekarî û hevrêtiya xwe ya ji dil hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir, di sala 2017’an de di êrîşên dijmin ên li ser herêma Çemço de şehîd bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hevrêyê xwe Nûman pêk bînin.

CHE GUEVERA

Hevrêyê me Che Guevera li Îzmîrê wek zarokê malbateke Mêrdînî mezin bû. Hevrêyê me Che di temenê xwe yê biçûk de ji ber nasnameya xwe ya civakî û tercîhên xwe yên siyasî bi zilma faşîst re rû bi rû ma. 10 salan xwendiye, lê zanebûn û ronakbîrî tenê di dibistanên dewletê de nedîtiye û bi xwendin û lêkolînê xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Che ku ciwanekî bi zanabûn ketiye lêgerînê, rastiya heyî ya modernîteya kapîtalîst nas kiriye û li rêyên têkoşînê geriyaye. Li ser vê bingehê îdeolojiya sosyalîst yekane rêya rizgariya gelan dîtiye û di bin bandora şoreşgerê mezin Che Guvera de ku yek ji pêşengên dîrokî yên têkoşîna sosyalîst e, maye. Dema lêkolîn dikir û dixwend, biryar da ku bixwe bibe şoreşger. Dît ku sosyalîzm yekane rêya rizgariyê ye û temsîliyeta rasteqîn û pratîka sosyalîzmê ya li Kurdistanê di têkoşîna PKK'ê de ye. Li ser vê bingehê biryar da ku ji bo azadiya hemû gelên bindest bi taybet gelê Kurd, di sala 2015’an de tevlî tevgera Apoyî bû.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê û bermahiyên El Qaîdeyê bi rêbazên nemirovane êrîşî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kirin, tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û weke şervanekî cih girt. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji bo hemû gelên bindest bûye îlhamek mezin. Dema ku îdeologên modernîteya kapîtalîst mizgîniyê didin ku serdema îdeolojiyan qediya ye, dema têkoşînên azadiyê derbas bûye, sosyalîzm bandora xwe winda kiriye û radigihîne ku her kes xwe teslîmî sîstema ku bi zîhniyeta hegemonya hatî avakirin bibin, derketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava di nava tarîtiya Rojhilata Navîn de û ronîkirin û rabûna mirovahiyê mîna rojê her kes coşand. Şoreşa Azadiyê ya Rojava dema li dijî çeteyan, dewleta Tirk û zîhniyeta wê ya paşverû têkoşiya, li aliyê din jî li derveyî sîstema dewletparêz a serdestiya mêr a pênc hezar salî civakîbûneke nû ava kir, gelên ji bawerî û nasnameyên cuda li ser bingeha feraseta demokratîk a netewe kir yek û rêveberiyeke xweser a demokratîk ava kir. Bêguman ev têkoşîn bi fedekariya hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi têkoşîna fedaî ya zarokên xwe yên leheng, bi kedên mezin ên tevgera Apoyî û bi beşdarbûn û piştgiriya şoreşgerên enternasyonalîst pêk hat.

Hevrê Che Guevara yek ji lehengên ku bê dudilî beşdarî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, bi lehengî şer kir û kedeke mezin da. Hevrêyê me Che beşdarî meşa şoreşgerî ya bê nefes bû û cihê xwe di çeperên pêş de girt. Hem bi heyecan bû ku li Rojava gav bi gav sosyalîzma rast ava dibe, hem jî ji ber bûye mîlîtaneke bi rûmet a vê têkoşînê serbilind bû. Bi vî awayî sê salan pratîkeke şoreşgerî ya bê tawîz nîşan da.

Piştî ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de kedeke mezin da hevrêya me Che ku dizanîbû alîgirê rasteqîn, mentor û emrê DAÎŞ'ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ye, ji bo ku li dijî rejîma faşîst şer bike berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Dît ku bi rûxandina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re, neoosmanîzma ku weke êrîşên faşîst ên li ser gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd hatiye ferzkirin wê têk biçe û ji bo azadî û demokratîkbûnê wê bibe firsendeke mezin. Bi vê hişmendî û pêşbîniyê xwest meşa xwe ya şoreşgerî li çiyayan bidomîne. Lê belê di encama êrîşa dewleta Tirk a qirker a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêş ket, tevî komek hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Che yê ku ji dil û can ji sosyalîzmê bawer kir û bê dudilî xwe ji bo mirovahiyê feda kir, ji bo azadiya gelê me têkoşiya û bi cesareteke mezin li ber xwe da, wê her tim bi taybetmendiyên xwe yên mirovî yên bedew û dilê xwe yê pak bê bîranîn û ti carî neyê jibîrkirin. Xeyala hevrê Che ya ji bo cîhanek azad, demokratîk û bedewtir, wê ji aliyê me hevrêyên ku bi sosyalîzma zanistî ya demokratîk bawer dikin pêk were. Têkoşîna Sosyalîst a Che’yan ku ji Kuba heta Bolîvya, ji Kobanê heta çiyayên Kurdistanê bi pêlan belav bû, bêguman wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji hemû gelê xwe re di serî de ji malbata wî ya hêja re dixwazin.”