Komkujiya Enfalê: Bîranîn hatin astengkirin, banga yekîtiyê hate kirin

Merasîmên xizmên qurbaniyên Komkujiya Enfalê hatine astengkirin. Di daxuyaniyan de banga yekîtiyê hate kirin.

Xizmên qurbaniyên enfalê li Çemçemal û Germiyanê danê siharê çûn ser gorên qurbaniyan û nahêlin ti berpirsek hikumet û hizbên siyasî serdana goran bikin.

Bi ser enfala mezin a li dijî gelê Kurd a ji aliyê rejîma Baasê ve 35 sal derbas dibin. Beriya 35 salan jî weke îro, ji bo tinekirina gelê Kurd, komkujî pêkhatin. Di encama enfalê de 182 hezar kes şehîd bûn ku birîbûn navenda Iraqê û başûrê Iraqê. Tevî li ser rêveberiya Herêma Kurdistanê re 32 sal derbas dibe jî heta niha nêzî 179 hezar cenaze nehatine vegerandin.

Qurbaniyên Enfalê li bîrdariya enfalê ya li Çemçemal û gundê Dêbne ya Germiyan, ji bo xizmên xwe yên bûne qurbanê enfalê, merasîmek bîranînê lidarxistin.

Dihat payîn merasîmek fermî were li ser gorên qurbaniyên enfalê bê lidarxistin, lê ji ber ku xizmên qurbaniyan rê nedan berpirs û hizbên siyasî tevlî bîranînê bibin, bîranîn li hola huner a Germiyanê hate kirin.

Danê siharê bi dehan xizmên enfaliyan li derdora goristanên enfaliyan çalakiyek lidarxistin û diyarkirin ku ew ê rê nedin ti berpirsek hikumetê û hizbek siyasî serdana goristanê bikin.

Welatiyê bi navê Eta Rifet ku xizmê qurbaniyên Enfalêye got: “Em weke xizmên enfaliyan rê nadin ti berpirsek hikumetê serdana goristanên Enfaliyan bikin. Ji bo ku ti berpirsek neyê serdanê, me livir çalakî lidarxistiye. Mixabin her carê tên merasîma bîranînê û çend axaftin dikin û deste gul di danin ser goran. Hinek sozan didin û heya salek din jî kes wan berpirsan nabîne.”

Li gorî agahiyan hîn jî xizmên qurbaniyên Enfalê li dora goristanan e û nahêlin ti berpirsên hikumetê serdana goristanê bikin.