Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê

Di roja 750’an ya Nobeta Edaletê de, Dayikên Aştiyê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 750’an de berdewam dike.

Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû mêhvanê sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşarê. Ji ber barana zêde ya ku li bajêr barî, malbat û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li xwaringeheke li kêleka edliyeyê fitirîn.