HPG: Dagirkeran 34 caran êrîşî çeperên berxwedanê kirin

Artêşa Tirk a dagirker 34 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

“Li herêma Zapê;

14’ê Nîsanê saet 11.00’an artêşa Tirk a dagirker êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê kir, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û di encamê de bi dagirkeran re şer çêbû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 13’ê Nîsanê de herêmên Girê Çarçêl û Girê Bahar ên Metîna du caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 13 û 14’ê Nîsanê de Girê Şehîd Piling ê Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên Çemço û Sîdayê bi obus, çekên giran 32 caran hatine bombekirin.”