Ji jinên Îran û Rojhilatî anîmasyona ji bo Partiya Çepên Kesk

Jin û hunermendên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Partiya Çepên Kesk fîlmekî anîmasyonê amade kirin.

Jin û hunermendên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin kampanya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk fîlmekî anîmasyonê amade kirin.

Di fîlmê anîmasyon de jinên ji pelên darekê şîn dibin, bi flamayên mor dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' diqîrin. Jinên ku bi tilîliyan li ber dewleta Îranê radibin, ber bi dara şîn dibe ve dibezin. Dara ku bi meşa jinê şîn dibe, vediguhere logoya Partiya Çepên Kesk.

Jin di dawiya fîlmê anîmasyon de dibêje "Em hevrêyên Jîna Emînî ne."