Li Şengalê Kongreya Rêveberiya Xweser dest pê kir

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm di Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê de got, “Peymana 9’ê Cotmehê bi sekna fedaî ya civaka Êzidî û gelên Ereb têk çû.”

Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya ‘’Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê dest pê kir. Kongre bi rasthatina cejna Çarşema Sor de têlidarxistin û peyamên nûbûnê û avakirina Şengalê derdikeve pêş.

Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên komên ol û baweriyên Şengalê, hêz û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî kongreyê bûne. Her wiha ji Deşta Nînowayê, Silêmanî, Bexda û Ewrûpayê derdora 350 delege û 100 mêvan, bi giştî 450 kes beşdarî kongre bûne. Her wiha malbata pêşengê civaka Êzidî Mam Beşîr jî di kongreyê de amade ye.

‘BERDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN’

Kongre ku wê rojek dewam bike, bi xêrhatina mêvanan û rêzgirtina hemû şehîdên Şengalê hate destpêkirin û paşê jî hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm, axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Heso Brahîm di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku, ji kongreya 4’emîn heya kongreya nû têkoşîneke mezin ji bo parastin û pêş xistina Rêveberiya Xweser hatiye meşandin û wiha axivî: “Di pêvajoya borî de, gelek kesên xwedî rûmet ku her yek ji wan wekî kevirek ji Çiyayê Şengalê bûn, rastî êrîşên dijmin hatin. Fermandar û pêşengê civaka Êzidî Seîd Hesen, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel ( Dijwar Feqîr ) bûn hedefa dijmin. Bi van êrîşan xwestin îradeya civaka Êzidî belav bikin. Piştî van êrîşan, hevrê Enwer û Azad bûne hedefa dijmin. Li Meclîsa Gel a Sinûnê, hevrê Îbrahîm û zarokê Êzidî Selah şehîd ketin. Herî dawî jî, fermandarê me yê bêtirs, Pîr Çeko û Agir Cefrî tevlî karwanê şehîdan bûn. Yek ji avakarên Asayîşa Êzîdxanê fermandar Şêrzad jî tevlî karwanê şehîdan bû. Ev hemû hevrê beşdarî kongreya 4’emîn bibûn. Em bi rêzdarî wan bibîr tînin.”

‘BERXWEDANÊ RÊ LI BER PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ GIRT’

Heso Brahîm her wiha bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku bi hevkariya dewleta Tirk, PDK’ê û hikumeta Kazimî hatibû îmzekirin û wiha berdewam kir: ‘’Fermana bi navê qanûnê, Peymana 9’ê Cotmehê, xwestin bi vê peymanê fermanê li me ferz bikin. Li ser vê esasî gelek êrîş li ser me çêbûn. Bi sekneke fedaî dayik, jin û kalemêr, hemû civaka Êzidî û gelê Ereb li ber xwe dan û rê li ber vê peymanê girtin.’’

Brahîm, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku pergala rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û têkoşîneke mezin xwe gihandiye van rojan û wiha got, ‘’Me Rêveberiya Xweser heya îro ser piyan hişt û em ê ji îro û şûn ve jî bidin dewam kirin. Bi vê kongreyê re em dixwazin pêşengiya xwe xurt bikin, gavên nû û xurt bavêjin. Em ê îro kongreyê hilbijêrin. Em di cejna Serê Nîsanê de ne, destpêka sala nû ne. Em ê heya nefesa dawî jî li gor bîr û baweriya xwe bimeşin, kes ji me wê li mala xwe bê kar nemîne.’’

BERNAMEYA KONGREYÊ

Kongre wê bi bernameyeke têr û tijî rê ve biçe. Di kongreyê de meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ji 101 kesan, wê ji nû ve were hilbijartin. Piştî nûkirina meclîsa gel, wê hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Desteya Rêvebir a Şengalê ji nû ve were hilbijartin. Ango wê bi vê kongreyê re, hem meclîsa giştî hem jî rêveberî were nûkirin.