Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş qeza kir

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbû navçeya Qereyaziyê, qeza kir. Beştaş ku bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûbûn navçeya Qereyazî ya Erziromê, qeza kirin. Beştaş ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin. Hat hînkirin ku rewşa Beştaşê giran e û ew bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê.

Her wiha Vefa û rêveberê partiyê jî ku rewşa wan ne giran e, rakirin nexweşxaneyê.